Bermahiyên şer li Sûriyeyê bûne kujerê sereke yê sivîlan
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ragihand ku ji destpêka vê salê ve ji ber teqîna bermahiyên şer û cebilxaneyên neteqiyayî 263 kes hatine kuştin û 408 kes jî birîndar bûne. Di nav qurbaniyan de bi dehan zarok û jin hene.
Navenda Nûçeyan – Di daneyek ku bandorên mirovî yên berdewam ên şerê li Sûriyeyê nîşan dide, tewar piştî ku şer li gelek deveran rawestiya jî, Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê kuştina 263 kesan û birîndarbûna 408 kesên din ji destpêka vê salê ve, ji ber bermahiyên şer belge kir.
Hejmara qurbaniyên hatine belge kirin
Çavdêriyê diyar kir ku hejmara miriyan gihîştiye 153 mêr, 98 zarok û 12 jin. Di heman demê de birîndar di navbera 244 mêr, 150 zarok û 14 jinan de hatine belavkirin, ku ev yek asta xetereyên ku sivîl pê re rûbirû ne, nîşan dide.
Agahiyên Çavdêriyê eşkere kirin ku deverên ku di bin kontrola hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de ne, hejmara herî zêde ya qurbaniyan tomar kirine, bi 242 kesan ku hatine kuştin, di nav wan de 140 mêr, 91 zarok, ku sê ji wan berhevkarên tirufê bûn û 11 jin. Li van deveran 388 kes birîndar bûn, ku di nav wan de 232 mêr, 7 berhevkarên tirufê bûn, 143 zarok û 13 jin bûn.
Ev hejmar giraniya encamên şer li ser debara nifûsê destnîşan dikin, ji ber ku bandorên wê ne tenê bi windahiyên rasterast ên mirovan ve sînordar in, di heman demê de digihîjin astengkirina çalakiyên çandinî û şivantiyê, gefê li çavkaniyên dahatê dixwin û rê li ber vegera kesên koçber bo mal û erdên xwe digirin.
Her wiha Çavdêriyê li deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji destpêka vê salê ve, tevî Tebaxa borî, kuştina 21 kesan, ku 13 ji wan mêr, 7 zarok û jinek bûn. Di heman demê de birîndarbûna 20 kesên din, ku 12 ji wan mêr, 7 zarok û jinek bûn, belge kir.
Hejmara qurbaniyan xetereyên bermahiyên şer nîşan didin
Ev hejmar nîşan dide ku xetera cebilxaneyên neteqiyayî û bermahiyên şer hê jî li gelek herêmên Sûriyeyê heye, ev yek bersiveke berfireh dixwaze ku ji mijûlbûna bi bûyeran piştî qewimînê wêdetir, bigihîje tedbîrên pêşîlêgirtinê yên domdar ji bo parastina nifûsê û kêmkirina qurbaniyên din.
Banga paqijkirina bermahiyan
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê bang li rayedarên peywendîdar û rayedarên heyî yên li herêmên cuda yên Sûriyeyê kir ku tedbîrên lezgîn bigirin da ku bermahiyên wan bên rakirin û sivîl bên parastin. Wî tekezî li ser pêwîstiya zêdekirina lêkolînên teknîkî û destnîşankirina deverên ku bi mayîn û teqemeniyên neteqiyayî qirêj bûne kir û li gorî pîvanên navneteweyî li ser rakirina wan xebat were kirin. Her wiha pêşîniyê bide deverên niştecihbûnê, erdên çandiniyê, deverên çêrandinê û rêyên ku ji hêla sivîlan ve têne bikar anîn.