Tevlîbûna xebatê ya jinên Mexribe daketiye ji sedî 18.1’ê
Di navbera xewna kar û barê malê de bi boneya 10’ê Cotmehê, daneyên nû nîşan didin ku beşdariya jinên Mexribî di hêza kar de daketiye ji sedî 18.1’ê. Nebûna demjimêrên nerm û şert û mercên aborî serxwebûna wan a pîşeyî asteng dikin.
HENAN HARÎT
Mexrib – Bi boneya Roja Jinên Neteweyî, jinên Mexribî piştrast kirin ku polîtîkayên giştî yên qels, nebûna başbûna kar û barên lênêrîna malbatê, ligel krîzên aborî, astengiyên bingehîn in, rê li ber wan digrin ku bigihîjin serxwebûna aborî û rêjeyên çalakiya xwe ya pîşeyî bilind bikin.
Bi boneya Roja Neteweyî ya Jinên Mexribî ku dikeve 10'ê Cotmehê, beşdariya jinan di warê aborî de wekî yek ji pirsgirêkên polîtîkayên giştî pê re rûbirû ne ye. Ji ber ku di bazara kar de cudadarî berdewam dike.
Tevî ku bi modela pêşketinê ya nû armanc ew e rêjeya çalakiya aborî ya jinan heta sala 2035'an bigihîjîne ji sedî 45, nîşaneyên fermî hê jî rêjeya beşdariya wan a aborî ya sînordar nîşan didin.
Di navbera lênêrîna dayîka xwe û daxwaza vegera ser kar de maye
Naîma A. xwe bi dudiliyeke dijwar re rûbirû dibîne. Ew di navbera daxwaza xwe ya vegera ser kar û berpirsiyariya xwe ya rojane ya lênêrîna dayîka xwe ya nexweş de maye. Pênc sal berê Naîma neçar maye karê xwe yê di qada tekstîlê de berde ji bo lênêrîna dayîka xwe ya ku pêdivî bi derman û lênêrîna taybet heye. Di heman demê de mehaneya teqawidbûnê ya ku dayîka wê ji hevjînê xwe yê mirî digre bi zorê têra van lêçûnan dike.
Beşdariya jinan a bazara kar bi pêkhatina wekheviyê pêkan e
Seroka rûmetê ya Federasyona Lîgên Mafên Jinan Fewziya El-Esoulî, bawer dike ku di navbera pabendbûnên hatine ragihandin û encamên polîtîkayên giştî de valahiyek heye. Ji ber ku rewşa jinan di bazara kar de pêşveçûna pêwîst a ji bo bidestxistina wekhevî û serxwebûna aborî nîşan nade.
Polîtîkayên giştî dikarin astengiya beşdariya jinan çareser bikin
Fewziya El-Esoulî destnîşan dike ku gihîştina armanca ji sedî 45 heta sala 2035'an, li gorî texmîna wê, pêşveçûnek hêdî hêdî hewce dike. Diyar dike ku di dema hikûmeta berê de gihîştina ji sedî 30 û dûre heta sala 2030'an ji sedî 40 û pirsên li ser sedemên berdewamiya vê rewşê û asta ku polîtîkayên giştî dikarin astengiyên ku beşdariya aborî ya jinan sînordar dikin çareser bikin.
Encamên salane yên Komîsyona Bilind a Plankirina çalakî, kar û bêkariyê ya sala 2025'an nîşan didin ku rêjeya çalakiya aborî ya jinan di sala 2025'an de gihîştiye ji sedî 19, li gorî ji sedî 19,1 di sala 2024'an de. Di heman heyamê de rêjeya bêkariyê di nav wan de ji sedî 19,4 zêde bûye û gihîştiye ji sedî 20,5.
Encamên çaryeka duyemîn a îsal a 2026'an de ku ji aliyê Komîsyona Bilind a Plankirinê ve wekî beşek ji lêkolîneke nû li ser hêza kar hatine weşandin de, newekheviyek mezin di navbera jin û mêran de di beşdariya di hêza kar de nîşan didin. Ev rêje ji bo jinan gihîştiye ji sedî 18.1, li gorî ji sedî 66.5 ji bo mêran. Jin ji sedî 21.5ê tevahiya hêza kar pêk tînin, di heman demê de ji sedî 71.1ê nifûsa li derveyî wê temsîl dikin.
Karê ku nayê dîtin
Li gorî Fewziya El-Esoulî pirsgirêka beşdariya aborî ne tenê bi kêmbûna derfetên kar ve sînordar e, bi xwezaya çalakiyên ku jin dikin û asta ew di nîşaneyên aborî de tên xuyakirin ve girêdayî ye. Fewziya destnîşan kir ku jin di gelek waran de dixebitin, ji çandinî, bazirganî û firotina sebze û xwarinê bigre heta kargeh û navendên bangê her wiha çalakiyên di qada ne fermî de.
Fewziya El-Esoulî destnîşan kir ku barê karên navmalî û lênêrînê ku jin beşek mezin ji wan hildigrin dema jinan dixwin. Her wiha da zanîn ku karên di nav de mezinkirina zarokan û lênêrîna kesên kêmendam hene, berpirsiyariyên bandorê jinên ku pêdiviya wan li dema jin ji bo tevlîbûn û berdewamiya xebatê heye dikin û di nîşaneyên bazara kar de bi heman awayî wekî karê bi pere xuya nakin.
Fewziya El-Esoulî rewşa jinan bi faktorên aborî û civakî ve girêdide. Destnîşan dike ku di nav de bandorên erdhej û hişkesaliyê, kêmbûna hinek derfetên kar ên ji ber vê yekê, bi taybetî di qada çandiniyê de jî hene.