“Êrîşên dewleta tirk destdirêjiya li ser nirxên hemû pêkhateyên herêmê ye”
Jinên pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê êrişên dewleta tirk ên li ser herêmê nêrînên xwe anîn ziman û gotin: “Kiryarên dewleta tirk li dijî destkeftî û nirxên tevahî pêkhatiyên herêmê ne.”
ROJ HOZAN
Qamişlo - Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê cihê cihêrengiya çanda gelan e, gelên ku bi hezaran salan bi wekhevî, tifaq û aram dijîn. Bi hatina şoreşa jinan re van pêkhateyên herêmê ji Kurd, Ereb, Suryan û Êzidî vîna xwe kirin yek û bi herikîna şoreşê re têkiliyên xwe zêdetir qayîm kirin û di bin banê projeya neteweya demokratîk de jiyana xwe domandin. Ev hevgirtina gelan li xweşa dewleta tirk nehat ji bo wê rojane bi gef û êrîşên xwe yên hovana vîna gelê herêmê hedef digre û ewlehiya li herêmê dixwaze têk bibe. Helbet êrîşên dewleta tirk ji aliyê hemû pêkhateyan ve rastî bertekên mezin tên ji bo wê hemû bi hev re li dijî wê têdikoşin. Têkildarî mijarê Jinên ji pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê hedefgirtinên dewleta tirk a pêkhateyên herêmê de û têkbirina ewlehiya li herêmê nêrînên xwe anîn ziman.
“Dema kesên xwedî siyasetên qirêj li hev tên gel dibin qurbaniya planên wan”
Rêvebera Kongra Star a bajarê Qamişlo Menîca Heyder der barê hedefgirtinên dewleta tirk a vîna gelan de wiha nêrîna xwe ji me re got: “Gefên dewleta tirk li ser herêmên me ne nû ne, bi salan e dewleta tirk kiryarên weke komkujî, koçberî, qetilkirin û talankirinê li ser me dide meşandin. Kiryarên dewleta tirk li ber çavên her kesê tên kirin lê dema siyasetên qirêj li hev tên, gelên aram dibin qurbaniya planên wan. Ji salên demdirêj ve destwerdanên wan li herêma me heye ji bo wê her dewletek li gorî berjewendiyên xwe li ser axa me xwe bi cih dike. Weke dayikên Kurd ên welatparêz me di vê şoreşê de pêşengiya azadiyê kir ji bo wê herî zêde kîna me di dilê dewleta tirk de heye ku îro vîna me bi balafir û êrîşan hedef digre. Fikrên demokratîk ew kombûn û hevgirtina jinên me yên hemû pêkhateyan çêkir ku îro roj em bi yek helwestê li dijî êrîşên dewleta tirk têdikoşin. Me bi hezaran zarokên xwe di ber vê axê de bedel dane em îro qebûl nakin dewleta tirk dest bavêje rûmeta me. Pêwîst e hemû jinên li herêmê dijîn li dijî binpêkirinên dewleta tirk xwedî sekn, helwest û nêrîn bin. Ger îro em ji van êrîşan re nebin bersiv em ê destkeftî û rûmeta xwe winda bikin. Em ê soza xwe ya ji bo zarokên xwe bi cih nehêlin ku dewleta tirk derbasî axa me bibe.”
“Dewleta tirk bi êrîşan hemû gelên Sûriyeyê hedef digre”
Endama Ofîsa Jin a Kantona Qamişlo Fadiya Îbrahîm li ser dijwariya kiryarên dewleta tirk li herêmê ev tişt got: “Di vê dema dawiyê de dewleta tirk rêbazên nû di êrîşên li ser herêmê de dide meşandin. Dewleta tirk bi êrîşan gelê Sûriyeyê hedef digre ji ber ku em li vê herêmê mezin bûne, em bi hev re jiyan e xweşî û nexweşiyên me yek in. Bi van êrîşên dewleta tirk aramî nemaye, herêm hemû di cidiyeta xeterê de ye û em di ferqa wê de ne. Gelê me mirovên aştîxwaz in me tu carî êrîşê tu kesê nekiriye lê dewleta tirk rêzdariyê ji nirxên herêma me re nagire û dixwaze, dagirkeriya xwe li ser axa me bidomîne di nava êrîşên dagirkeriyê de. Ger îro em xwedî li hev derkevin tu dewlet nikare vîna me binpê bike ji ber ku em jî mirovên xwedî çand û dîrok in her wiha gelek serkeftinên me jî hene di dîroka mirovahiyê de. Ger îro rewşeke xerab li Sûriyeyê hebe bila bi rêbazên siyasî çareser bikin çi sûcê gelê herêmê heye bibe qurbanî ji kiryarên dewleta tirk re. Banga min ji tevahî sazî û rêxistinên jinan re ew e ku di herêmê de hevgirtina xwe li dijî dewleta tirk mayinde bikin û serkeftinê bi têkoşînê tacîdar bikin.”
“Kiryarên dewleta tirk li ser herêmên me berdewamiya komkjiyên demên borî ne”
Rêvebera Yekitiya Jinên Suryan a Qamişloyê Corcêt Bersûm têkildarî hedefgirtina dewleta tirk a ax û nirxên pêkhateyên herêmê, wiha nêrîna xwe anî ziman: “Niha em di herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de rastî gef û êrîşên dewleta tirk tên. Ji dîrokê ve heta niha em weke gelê Suryan, Ermen û Aşûrî di hundirê xwe de êşeke mezin ji ber komkujiyên dewleta tirk dijîn. Îro kiryarên li ser herêma me tên kirin jî berdewamiya wê ye ku dixwaze bi vê yekê herêmê ji gelê wê yê resen vala bike û dagir bike. Ji bo wê em dibêjin planên dewleta tirk bi dagirkeriya herêmê bi dawî nebûne ji ber ku ew dijminatiya hemû pêkhateyên li herêmê dijîn, dike. Em weke gelê herêmê xwedî hêz û îradeyeke xurt in, em ê bikaribin li dijî planên dewleta tirk û şerê wê bi ser bikevin.”
“Em ê hevgirtina gelan li dijî êrîşên dewleta tirk xurtir bikin”
Endama Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Hediya şemo jî êrîşên dewleta tirk li ser herêmê şermezar kir û wiha got: “Êrîşên dewleta tirk û tehdîdên wê li ser herêma me hemû pêkhateyan hedef digre, ji ber şoreşa ku îro hatiye lidarxistin hemû pêkhate cihê xwe tê de digrin. Her wekî din li seranserî sînor ne tenê gundên Kurdan, gundên Suryan û Êzidî û Ereban jî tên hedefgirtin di encamê de jî destdirêjî li ser nirxên hemû gelan tên kirin. Weke kurdên Êzidî em van êrîşan qebûl nakin û şemezar dikin. Em ê weke gelên herêmê destkeftiyên şoreşa xwe biparêzin û hevgirtina gelan li dijî êrîşên dewleta tirk xurtir bikin. Dirûşma me her berxwedan e.”