Çaryeka nifûsa Afrîkayê bêewlehiya xwarinê dijî

Komîteya Xaça Sor a Navdewletî piştrast kir ku nêzîkî 346 milyon kes li parzemîna Afrîqayê tûşî bêewlehiya xurek a tund dibin û bal li ser kişand ku pêwîstiya avêtina gavên bilez heye.

Navenda Nûçeyan – Komîteya Xaça Sor a Navdewletî diyar kir ku li Efrîqayê nêzîkî 346 milyon kes bi bêewlehiya tund a xwarinê re rû bi rû ne, ango nêzîkî çaryeka niştecihên parzemîna Afrîkayê têra xwarinê nakin.

Di rapora Komîteya Xaça Sor a Navnetewî de wiha hat gotin: “Pêvçûn dibe sedema sereke ya bêewlehiya xwarinê ku pir caran dibe sedema jicîhûwarkirin û windakirina debara jiyanê û li ber çandiniyê dibe asteng. Nêzîkî 9.6 mîlyon kes li Sûdanê û 6.8 mîlyon kes li Sûdana Başûr di nav bêewlehiya xwarinê ya dijwar de dijîn. Bê ewlehiya xwarinê ji destpêka sala 2022’an vir ve li Somalî du qat zêde bûye û nêzîkê 4.8 mîlyon mirov rastî krîza xwarinê hatine.

Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî di rapora xwe de destnîşan kir ku bihayê genim li Afrîkayê ji ber zêde bûye, bandora pevçûn û guherîna avhewayê girantir kiriye û tirsa ji aloziya civakî zêde kiriye.

Komîteya Xaça Sor a Navnetewî da zanîn ku pêdivî bi avêtina gavan ji bo çareserkirina bêewlehiya xwarinê heye û sê xalên sereke ji rayedarên giştî re diyar kir ku li gor vê tevbigerin.