“Yên ku hewl bidin jinan bêdeng bikin dê winda bikin”
Meclîsa Jinan a DBP'ê û TJA'yê li hemberî rapora ji bo rakirina parêzbendiya Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz hat amadekirin bertek nîşan dan û gotin: "Hêza ku hewl dide jinan bêdeng bike û bitirsîne, wê rojekê winda bike."
Navenda Nûçeyan - Meclisa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Tevgera Jinên Azad (TJA), rapora ku Komîsyona Amadekar a Meclîsê ya derbarê Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz a ji bo rakirina parêzbendiyê amade kiribû, bi dirûşma "Saliha Aydenîz vîna me ye" şermezar kir. Lijneya Şêwirmendiyê ya DBP'a Stenbolê ya navçeya Beyoglûyê li ber avahiya xwe daxuyaniyek da çapemeniyê.
Li ser navê jinan Rêvebera Buroya Şêwirmendiyê ya DBP'ê ya Stenbolê Dîlara Kiliçkiran daxuyanî xwend.
“Saliha Aydenîz vîna jinan e”
Aktîvîsta TJA’yê Guldem Dogan a beriya daxuyaniyê axivî, diyar kir ku ji bo Salîha Aydenîz parêzbendiya wê were rakirin mehek e kampanya lîncê tê meşandin û wiha got: “Li vir em careke din bang li pergala dewleta mêr dikin; Hûn ê nikaribin jin, rêhevalên me û jinên Kurd bi polîtîkayên bêcezatî û polîtîkayên xwe yên qirêj di hemû qadên jiyanê û siyasetê de bitirsînin. Em ê weke jin dê vê pergalê hilweşînin û li şûna wê jiyanek azad û wekhev ava bikin. Em dubare dikin ku em ê ti carî dest ji têkoşînê bernedin û gav paşde navêjin. Salîha Aydenîz vîna jinê ye. Em bi dengê xwe yê herî bilind dibêjin ku em vê biryara we ya nehiqûqî nas nakin û em ê li cem Salîha Aydenîz bin.”
'Jinên Kurd wê tarîtiya faşîzmê bişkînin'
Rêvebera Navenda Ragihandinê ya DBP’ê ya Stenbolê Dîlara Kiliçkiran daxuyaniya çapemeniyê xwend û got: “Îktîdara ku hewl dide jinan bêdeng bike û bitirsîne, wê rojekê winda bike. Jina Kurd wê bibe dînamîka sereke ya ku wê tarîtiya faşîzmê bi îradeyeke mezintir hilweşîne. Hemû hêzên ku parêzbendiya Salîha Aydenîz rakirin, bila zanibin ku ev tarîtî wê her kesî daqurtîne. Yên ku bi gelê xwe re bimeşin û ji bo demokrasiyê têbikoşin wê bi ser bikevin. Ji vir em careke din konsepta êrîşê ya li dijî Hevserokatiya me û hemû hilbijartiyên me şermezar dikin. Em bang li hemû raya giştî ya demokratîk dikin ku nerazîbûnên xwe bilind bikin û bi biryardarî li dijî faşîzmê têbikoşin û em dibêjin Salîha Aydenîz vîna me ye.”
Daxuyanî bi dirûşmeyên "Jin jiyan azadî" û dirûşmeyan bi dawî bû.