Nergîs Mihemedî: Girtina çalakvanan li Îranê zilmeke eşkere ye

Girtiya siyasî Nergîs Mihemedî ji bo Raporterê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî Cavîd Rahman pêyamek vekirî nivîsand û di pêyamê de destnîşan kir ku girtina çalakvanên sivîl û binpêkirina mafên wan ên bingehîn mînaka herî aşkere ya “îşkenceya spî” ye.

Navenda Nûçeyan – Parêzvan û çalakvana mafên mirovan û girtiya siyasî Nêrgîs Mihemedî, di nameyek vekirî de ji bo raportorê taybet ê Neteweyên Yekgirtî Cavîd Rehman, digel şirovekirina rewşa nebaş a Îranê, qala îşkence û binpêkirina mafên mirovan li Îranê tê jiyîn, kir û li hemberî vê yekê daxwaza pêşgiriyên bibandor kir.

“Îşkenceya spî tê meşandin”

Nêrgîs Mihemedî di nameya xwe ya ji bo Cawîd Rehman de bal kişand li ser rewşa xebatkarên sendîkaya perwerdekaran û wiha nivîsî: “Zêdetirî 75 rojan e hejmarek ji mamosta û çalakvanên mafên mamosteyan di hucreyên ewlehiyê de di bin zextê de ne. Di vê demê de, hejmarek ji çalakvanên karker jî di hucreyên yek kesî de ne, ew di wê baweriyê de ne ku ev tê wateya "tepisandina vekirî" ya du sendîkayên bi bandor.”

Nergîs Mihemedî destnîşan kir ku girtina di hucreyên yek kesî de û bêparkirina têkiliya bi malbatê re wek mînakeke zelal ya îşkenceya spî ye ku li dijî çalakvanên sivîl tê pêkanîn. Her wiha bang li Neteweyên Yekbûyî kir û xwest ku di vî warî de tedbîrên bi bandor bigire.

Zilma olî

Di beşeke Nameyê de Nergîs Mihemedî destnîşan kir ku mafên çalakvanên sendîkayan hatiye binpê kirin û wiha got: “Desteserkirina saziyên sivîl ên serbixwe yek ji armancên Komara Îslamî ye ku ji bo hilweşandina civaka medenî û paşxistin yan nehiştina destkeftiyên xelkê dixwaze pêk bîne.”

Nergîs Mihemedî jî pergala heyî bi "Zilma olî" bi nav kir û destnîşan kir ku rêxistin û saziyên sivîl bi armanca demokratîkbûnê têkoşîna li dijî vê zilma olî dewam dikin û ev têkoşîn pêwîstî bi xurtkirina gel bi rêxistinkirina civaka sivîl heye. Lewra di pêyama xwe de Nergîs Mihemedî daxwaz kir ku ev êrişên li hemberî saziyên sivîl ên serbixwe bê rawestandin û bi mekanîzmayên navneteweyî heta pêkanîna demokrasiyê ya di Îranê de, piştgirî bide sazî û çalakvanên medenî yên di vî warî de .