Sebahat Tuncel: Îşkenceya li ser Aysel Tugluk bi dawî bikin

Hevseroka Giştî ya DBP'ê ya berê Sebahat Tuncel a di Doza Kobanê de axivî, bal kişand ser polîtîkayên AKP'ê yên li hemberî Kurdan û wiha got: “Daxwaza min ew e ku êdî dadgeha we dawiyê li vê îşkenceya ser Aysel Tugluk bîne.”

Navenda Nûçeyan – Li ser êrişa DAIŞ’ê ya li dijî Kobanê, di navbera 6-8’ê Cotmehê de li seranserî bakurê Kurdistanê çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin. Têkildarî bûyeran doz hatibû vekirin. 14’emîn danişîna Doza Kobanê ku hevserokên giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên berê û endamên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) jî di nav 21 jê girtî bi giştî 108 kes tê de tên darizandin, li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê di roja 8’an de berdewam dike.  Wekîl û rêveberên HDP, CHP û Partiya Deva, xizmên girtiyan û gelek parêzer beşdarî danişînê bûn. Dema Siyasetmedarên Girtîgeha Sîncanê li salona dadgehê amade bûn, girtiyên li girtîgehên cuda bi rêya Sîstema Agahdariya Deng û Dîtbarî (SEGBÎS) tevlî danişînê bûn.

Di danişîna ku bi tespîta nasnameyan destpê kir de, serokê dadgehê belgeyên bi dosyayê re hatine zêdekirin xwend.

“Hûn, me bi awayekî neheq didarizînin”

Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Berê Sebahat Tuncel a di danişînê mafê axaftinê girt, balkişand li ser periyodên danişînan, diyar kir ku ev rewş, binpêkirina mafên mirovan û îşkence ye û wiha pirskir: “ Ev rewş, binpêkirina mafên mirovan û îşkence ye. Hûn, me bi awayekî neheq didarizînin. Hûn berpirsyartiya bûyerên  6-7’ê Cotmehê bi tevahî têxin stûyê me. Lê belê li vê derê darizandineke bitendurist nayê kirin. Şert û mercên heyî, şerta xwe li ber girtinê ji holê radike. Hêj pirs neqediyayîn hûn gilîker û şahidan guhdar dikin. Vê yekê CMK’a we dibêje. Lê hûn li vê derê CMK’ayeke nû ava dikin. Ew jî bes nake ku hûn îcar jî parastinê bisînor dikin. Parastinê jî hûn bikin û bila ev kar biqede. Ev, xwepêşandaneke. Em di sîrkekê de ne. Hûn ewqas eceleyê dikin ku di dawiya hefteyê de we li şahidê nepen guhdar kir. Û we piştre jî got; ‘Hûn pirsên xwe amade bikin û em jî dê bişînin.’ Çima, gelo ma hûn posta ne? 

Ev dosya, ya nixûmandina rastiyê ye

Sebahat Tuncel a destnîşan kir pirsgirêka Kurd eywanên dadgehê çareser nabe, wiha got: “ Bihêlin ku em û AKP hesabê ji hev bipirsin. Binêrin, vaye hilbijartin tê. Ev dosya, dosyaya nixûmandina rastiyê ye. Ev rewş, ev provakasyon kê derxist? Kê pêvajoya çareseriyê qedand? Hûn jî baş pê dizanin ku ev mijar bi parvekirina twîteka HDP’ê dest pê nekir. Tu mexdûreke rasteqîn ji me gilîdar nebû. Yên ku giliyê me kirine jî peywirdarên emniyetê ne. Xweziya tevahiya welêt ev doz bişopanda û ew derhiqûqiyên li vê derê bidîtina. We li vê derê peywira TEM’ê li xwe girtiye. We teşhîs kir.”

AKP’ê bixwe pêvajoya çareseriyê têk bir

Sebahat Tuncel a diyar kir geta ku pirsgirêka hemwelatiyê ya kurdan çareser nebe, bi gotina “Têkiliya birêz Ocalan a bi civakê re tê qutkirin. Mafên wî yên herî bingehîn jî dibin mijara bazariyê”, jî beşeke derheqê amadekariyên Makeqanûnê û çareseriyê ya di Nîşeyên Hevdîtina Îmraliyê de xwend.

Sebahat Tuncel di berdewamê axaftina xwe de  wiha got: “Heke li gorî Makeqanûnê ku wê demê qala wê dihat kirin bikirana, dê îro di vê rewşê de nebûya. Gelo dewletê yan kurdan îradeya çareseriyê nexwest? Tu hêzeke emperyalîst yekitiya gelan naxwaz e. Her tim qadên ku bikarin bi rêve bibin û kengî bixwazin bikarin destwerdanê lê bikin  dixwazin. Astengiya li pêşiya çareserkirina pirsgirêka kurd a li Tirkiyeyê ne HDP an jî kurd lê, AKP bi xwe ye. AKP’ê bixwe pêvajoya çareseriyê têk bir. Daxwaza jiyaneke wekhev û azad a kurdan tune dihesibîne. Di bingeha vê de jî dijminatiya li kurdan heye. Li Rojava û Rojhilata Navîn kurdan hedef digire. Ya ku rê li ber tundiyê vedike, polîtîkaya we ya înkar û tunekirinê ye.”

 “Îşkenceya li ser Aysel Tugluk bi dawî bikin”

Sebahat Tuncel a bal kişand ser zêdebûna nîjadperestiya li dijî Kurdan, wiha got: “Di Newroza Amedê de cil û bergên zarokeke 5 salî derxistin û şopa wê ya tiliyê girtin. Navê vê sepanê, nîjadperestî ye. Ji tifaqa Millet re jî dibêjin; ‘Li kêleka HDP’ê xuya nekin. Heke hûn bisekinin dê bibin terorîst.’ Li kîjan devera cîhanê ewqas dozên heqareta li serokkomar hene. Dixwazin me vegerînin tarîtiya serdema navîn. Tevî rewşa xwe ya girtî jî em bang li gelan dikin û hewl didin dengê xwe bidin bihîstin.Di tarîtiya serdema navîn de 7 hezar jin hatin şewitandin. Nivîskar Marîa Mîes têkildarî nêçîriya pîrhebokan pirtûk nivîsandiye. Yek ji sedema hedefgirtina jinan jî sedemên aborî ne. Kurd jî mîna jinên wê demê li ber xwe didin. Bendewariyeke min ji we nîne. Lê daxwaza min ew e ku êdî dadgeha we dawiyê li vê îşkenceya ser Aysel Tugluk bîne.”

Piştî Sebahat Tuncel, endamê MYK’a HDP’ê yê berê Alî Urkut û endama Endama MYK’a HDP’ê ya berê Ayşe Yagci jî parastin kirin. Şandeya dadgehê piştre saetek navber da danişînê.