Çand riya parastina şoreşê ye
Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi xebatên xwe dibe bingehê ku nirxên Şoreşa Jinê biparêze. Hevseroka Desteya Çandê ya kantona Cizîrê Firyal Colî got: “Deste roleke girîng lîstiye û di asta çandî û civakî de xebatên xwe didomîne.”

ŞÊRÎN MIHEMED
Qamişlo – Ji ber dijwariyên ku Sûriye di salên borî de tê re derbas bûye, çand li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybetî li kantona Cizîrê weke yek ji rêbazên berxwedan û parastina nasnameyê, derketiye holê. Ji damezrandina Rêveberiya Xweser di sala 2014'an de, heta niha Desteya Çand û Hunerê dest bi lîstina roleke girîng di avakirina projeyek çandî de kiriye ku cihêrengiya pêkhateyan nîşan dide. Ew beşdariya jinan zêde dike û huner, ziman û mîratê vedijîne.
Hevseroka Desteya Çandê ya kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Firyal Colî got ku Desteya Çandê piştî îlankirina Rêveberiya Xweser weke yek ji 20 desteyan hat damezrandin. Desteya Çandê di şoreşa Rojava de roleke girîng lîstiye û di asta çandî û civakî de xebatên xwe didomîne.
'Bi xebat û rêxistinbûnê jinan gelek sazî bi rêve birine'
Firyal Colî da zanîn ku damezrandin an qonaxa yekem a Desteya Çandê dijwar bûye û wiha berdewamî da gotinên xwe: "Deste bi gelek zehmetî û pirsgirêkan re rûbirû ma, yek ji wan ew bû ku çawa dikare bi civak û pêkhateyên herêmê re entegre bibe. Pêşxistina jinan bi perspektîfeke çandî jî yek ji astengiyên herî girîng bû. Ji ber ku di destpêka şoreşê de beşdariya jinan qels û sînordar bû lê bi derbasbûna demê re jinan dest bi rêvebirina saziyan kirin û di hemû waran de rola xwe lîstin. Ev jî bi xebata domdar û rêxistinbûnê gengaz bû. Gelek sazî di bin sîwana Desteya Çandê de dixebitin weke Orkestraya Zarokan, Atolyeya Lîlît û Nevenda Pargîn. Ev sazî ji bilî navendên Tevgera Hîlala Zêrîn û Tevgera Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê ji bo entegrekirina komên ji her temenî di nav civakê de bi huner û çandê re û ji bo naskirina pêkhateyên din jî dixebite. Ji Dêrikê heta Til Temir, Dirbêsiyê û Hesekê navendên çand û hunerê hatine vekirin."
Çalakî û xebatên desteyê
Firyal Colî karê ku ji aliyê Desteya Çandê ve tê meşandin wiha anî ziman: "Ji dema damezrandina desteyê ve, me gelek proje û çalakî li ser asta herêmî pêk anîne. Proje sal bi sal berfireh dibin, di nav de yên ku li seranserê herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Kurdistanê deng vedane hene. Weke Pêşangeha Şehîd Herekol, Festîvala Wêje û Hunerê ya Jinan û Pêşbirkên Nivîskarên Ciwan. Bi riya van projeyan, em dixwazin nifşek ji zarokên perwerdekirî yên xwedî jêhatiniyên cihêreng biafirînin. Her wiha Festîvala Pêkhateyan ku jiyana hevbeş di navbera pêkhateyan û yekbûna çandê di navbera wan de ronî dike heye. Şer û pevçûnan bandor li ser pêvajoya pêşketina çandî ya herêmê kirine, gelek projeyên çandî û rêxistinî asteng kirine û di encamê de bûne sedema kêmbûna avakirin û restorasyona navendên çandî yên li herêmê."
Der barê çalakiyên ku ji aliyê desteyê ve hatine kirin de Firyal Colî wiha axivî: "Sala 2024'an şahidiya rêxistin û pêşwaziya hunermend û nivîskaran ji hundir û derveyî Sûriyeyê kir. Bi planên pêşxistina binesaziyê û lidarxistina çapa nehan a Pêşangeha Pirtûkan a Qamişloyê ku bi sê zimanan tê organîzekirin, Kurdî, Ereb û Suryan hatin ba hev. Desteya Çand û Hunerê gelek pirtûk çap kirine, gelek pêşangehên hunerî û festîvalên fîlman li dar xistine û li gorî Hevpeymana Civakî ya Rêveberiya Xweser, di belge û civînan de zimanên Kurdî, Erebî û Suryanî weke zimanên fermî bi kar anîne."
Li herêmê her neteweyek bi ziman û çanda xwe dijî
Firyal Colî eşkere kir ku di destpêka her salê de, ji bo cejn û çalakiyên pêkhateyên li herêmê, weke Newroz, Akîtu, Çarşema Sor û Cejna Mardutho, hevrêzî û amadekarî tên kirin û got: “Pergala neteweya demokratîk hemû pêkhateyan dike yek. Her pêkhate xwe temsîl dike û bi çand û zimanê xwe dijî û mafê wê heye ku cejnên xwe yên olî yan festîval û şahiyên xwe di bûyerên neteweyî de pîroz bike. Festîvala Wêje û Hunerê ya Jinan ne tenê ji bo jinên Kurd an Ereb e, hemû jinên pêkhateyan stran, helbest û hunerên xwe yên destan pêşkêş dikin. Hebûna pêkhateyan li kêleka hev wêneyek cihêreng û hêzeke neşikestî çêdike.”
'Divê rola ciwanan di hunerê de xurtir bibe'
Firyal Colî xebata ji bo pêşxistina beşa ciwanan weke armanca sereke bi nav kir û got: "Bi hezaran ciwan û jinên ciwan beşdarî çalakiyên ku em organîze dikin, klîbên muzîkê yên ku em çêdikin û heta stranên ku em tomar dikin, dibin. Zarokên ku bi şoreşê re mezin bûne niha di warê çandî de rola xwe dilîzin. Em her wiha dixwazin navendek ji bo beşa ciwanan bi hevkariya tevgera ciwanan a li herêmê ava bikin, da ku karê xwe temam bikin û ciwan ber bi riya pêşketin û çanda cihêreng ve bibin pêşeng."
'Yekîtiya jinan dê hemû çandan vejîne û biparêze'
Firyal Colî tekez kir ku rêveberiya Sûriyeyê, çi Baasî be çi jî cîhadîst be jinên di warê hunerî de dixebitin, qebûl nake û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Rêveberiya demkî ya heyî jinan bêalî dike, wan ji hemû waran dûr dixe û binpêkirinan li dijî wan dike. Hunermend û muzîkjenên jin bi hincetên bêwate tên qetilkirin lê armanc bi hedefgirtina wan ew e ku jinan ji hemû waran dûr bixin, tirsê bixin dilê wan û îradeya wan bişkînin. Ji ber vê divê rola jinan bêhtir were aktîfkirin ji ber ku yekîtiya jinan bi çandê re dê bibe alîkar ku hemû çand werin vejandin û parastin."