Çalakvanên Tûnisî: Divê jin ji mafên xwe paş de gav navêjin
Çalakvanên Tûnisî destnîşan kirin ku destdirêjiya cinsî ya li dijî jinan, pir bilind bûye û bandoreke neyînî li kesên rastî tundiyê tên, dike. Çalakvanan bang kirin ku xwendekarên zanîngehan werin hişyarkirin.
ZIHÛR EL MEŞRIQÎ
Tûnis – Li Tûnisê Zagona 58’an di sala 2017’an de derket. Zagon, ji bo têkoşîna li hember tundiya li dijî jinan hat derxistin. Li gor vê zagonê, kiryara destdirêjiyê, binpêkirineke mafên jinan a fîzîkî û manewî ye. Zagonê ev yek wek ‘tundiya zayendî’ binav kir û got ku cezayê wê jî 2 sal mayîna di girtîgehê de ye.
Jina ciwan S.B ya 23 salî got: “Ez du car rastî destdirêjiya cinsî hatim. Cara yekê di tirênê de. Gotinên ne xweş ji min re hatin gotin û tevgerên ne baş li hember min hatin kirin. Min hewl da ku vê yekê bi telefona xwe bikşînim, lê belê min nekarî. Dema min daxwaza alîkariyê ji kesên derdora xwe jî kir, guh nedan min. Dengê yekê ji wan hat min digot ‘cilên kin lixwe dikin û makyajê dikin, xwe dixemilînin û paşê daxwaza alîkariyê dikin. Keçên vî nifşî ne.’ Tiştê ku ez acis kirim, jineke xwedî mêjiyekî mêrserwer bû ya ku van gotinan got. Min hewl da ez vê bûyerê ji bîr bikim, lê belê ez hest dikim ku ew her bi min re ye.”
‘Ez nahêlim careke din werim şantajkirin’
Xwendekara bi navê F.W. ya 20 salî ragihand ku ew jî rastî destdirêjiya elektronîk hatiye û diyar kir ku li ser torên medya dîjîtal, ji aliyê zilamekî 40 salî ve hatiye şantajkirin. F.O wiha domand: “Rojek, min ji xwe re li nûçeyên Facebookê temaşe dikir. Min çîrokên li ser platformek dîtin. Behsa zagonên parastina jinan a ji hemû cureyên tundiyan û şantajê dikirin. Min dît ku ez bi xwe wan dijîm û bi wan re axivîm. Ji min re gotin tuyê herî ba filan parêzera jin. Îro roja fikrandina çareseriyek e. Ez nahêlim careke din werim şantajkirin.”
Herdû keçên navborî bang li hemû jinan kirin ku netirsin û gilî bikin. Jinan diyar kirin ku Zagona 58’an dikare wek beşek ji keda zagonî li hember tundiyê bisekine.
Jin û keç herî zêde zirarê ji tundiya torên medya civakî dibînin
Pispora zanista civakî û çalakvana jin Necat El Erarî da zanîn ku pêwîst e zanîngeh bibin cihên ku xwendekarên xort û keç di qada zayendiya civakî de tên gihandin û wiha got: “Bi giştî çêdike. Tiştê ku divê em balê bikşînin ser, tundiya li dijî jinan û keçan bi hemû awayên xwe bi taybetî di qada dîjîtal de pêk tê. Jin û keç herî zêde zirarê ji tundiya torên medya civakî dibînin. Dibe ku bi sedema wan jin û keçên tundî û şantaj li wan bûye, dawî li jiyana xwe bînin an jî xwe ji malper û çalakiyên platformên civakî vekişînin. Faktora bêparastinbûnê, jinan ber bi bêdengbûnê ve dibe. Nahêle ku kiryar jî bên cezakirin. Divê ji zanîngehan re hişyarî bên dayîn, metirsiyên van mijaran werin parvekrin û xwendekar werin hişyarkirin. Zagona 58’an a sala 2017’an gelekî girîng e. Divê her kes li hember diyardeya destdirêjiya di zanîngehan de hişyar be.”
‘Kiryar li pey xwe şopek nahêlin lewma bê ceza dimînin’
Necat El Erarî bal kişand ser nebûna hişyariyê ya di mijara kiryara destdirêjiya cinsî de û wiha got: “Ji ber ku kesê tundiyê dike, tu şopek li pey xwe nehêle û di encamê de ji ceza difilite. Yek ji faktorên dibin sedem ku diyardeya tundiyê hîn zêdetir belav bibe, ev e. Metirsiya destdirêjiya cinsî gelek mezin e. Bi taybetî jî keça tundî lê dibe, baweriya xwe ya bi nefsa xwe wenda dike û bandoreke neyînî li jiyana wê ya taybet û kar jidest dide. Dibe ku xwendin û karê xwe bi sedema van kiryaran wenda bike, her wiha baweriya wê êdî bi kesekî jî nayê.”
‘Tirs û bêbaweriya xwe bişkênin’
Parazvana mafên mirovan û çalakvana hiqûqî Sefaa Elyat jî diyar kir ku dema destdirêjiya cinsî li xwendekarên keç û jinan tê kirin, ji ber tirsa ‘mohrkirinê’ nikarin kiryar aşkera bikin. Sefaa da zanîn ku di zanîngehan de êrîşên zayendî her diçe zêdetir dibe û wiha got: “Bêdengmayîn ne çareserî ye. Jin pêwîst e di çarçoveya bi taybetî jî zagona 58’an de, tirsa xwe ya tirs û bêbaweriyê bişkênin. Divê berê xwe bidin darizandina kesê ku tundî kiriye û ji bo ku ji civakê re bibe mînak, were teşhîrkirin.”
Banga ‘Werin komeleyên hiqûqî û alîkarî bixwazin’
Sefaa Elyat anî ziman ku divê jinên tundî li wan dibe biaxifin da ku piştgiriya derûnî û madî ji wan re were pêşkêşkirin. Sefaa wiha got: “Ji bo ku em karibin sînorek ji van binpêkirinên neyînî û kiryaran re deynin divê ev bê kirin. Komeleyên jinan û hiqûqî hene, parastina jinên tundî li wan dibe dikin û tenê li benda wan in ku li wan guhdarî bikin û piştgiriya wan bikin.”
Sefaa Elyat destnîşan kir ku 2 sal beriya niha ew bi xwe jî rastî destdirêjiyê û teşhîrkirinê ya li ser torên medya dîjîtal hatiye. Sefaa da zanîn ku ji nişkave rûpelek derketiye pêşiya wê, tê de wêneyên keçan ji hesabên wan ên taybet hatine kişandin û hevokên ne baş ên cinsî li bin wan nivîsandine.
Sefaa diyar kir dîtiye ku wêneyê wê jî di nav wan de ye û wiha got: “Ji ber ez çalakvaneke siyasî me, ez ji van hewildanan matmayî nemam. Ji ber wê min hewl da ku xwediyên wan wêneyan lêkolîn bikim. 12 keç bûn. Min bi wan re têkilî danî û me bi hev re biryar da ku em kesên wiha kirine, ceza bikin. Me dît ku xwediyê wê rûpelê, xorteke ji 18 salî biçûktir e û li herêmeke dûr dijî. Malbata wî hewl da lêborînê bixwaze, lê ez wek ferdek, li mafê xwe geriyam. Min hemû tiştên zagonî yên pêwîst şopandin û min ew muhasebe kir. Ji wê demê ve ez piştrast bûm ku zagon hene, parastina me ji destdirêjiyê dikin. Ev çîrokeke mirov xurt dike û tirsê nahêle.”