Çalakvana kedê Mansoura Erfanyan hat berdan
Çalakvana kedê Masoura Erfanyan a endama sendîkaya mamosteyan e, piştî binçavkirinê hat berdan.
Navenda Nûçeyan – Li Îranê di 1’ê Gulanê de û beriya wê ji aliyê perwerdekaran ve di çarçoveya ‘13’êmîn Hevdîtina Mevin’ de çalakî hatibûn lidarxistin. Di çalakiyên ku li hemu bajarên welat belav bûbû berdana mamosteyan hatibû xwestin û daxwaz jî hatibûn rêzkirin. Yek ji navên ku ji ber çalakiyan hatibûn binçavkirin jî çalakvana kedê û sendîkavana Horosanê Mansoura Erfanyan bû. Mamosteya çalakvan a bi rojan di bin çavan de hat girtin, hat berdan.
Hêj gelek çalakvan û kedkarên perwerdê di bin çav de tên girtin.