Li Îran û Iraqê bi sedan welatî ji ber ecaca tozê nexweş bûn
Ecaca tozê li gel bûyî felaketekî ekolojîk mixabin êdî bûye rûtînekê jiyanî. Di nav 24 seatan de li Iraqê hezar û 800 hemwelatî, li Îranê jî tenê li yek bajarê 570 hemwelatî rakirin nexweşxaneyê.
Navenda Nûçeyan – Ecaca tozê li welatên Rojhilata Navîn bûye bûyerekî rojane ku gel rastî wê tê û li gel vê yekê jî pirgirêkên mezin ên tendûristiyê jî bi xwe re tîne. Li gor daneyên fermî yên Iraqê ecaca tozê li Bexda, Enbar, Kerkuk, Necef, Kerbale û Selehaddînê bibandor bû. Ji ber ecaca tozê tenê li Enbar û Necefê 800 hemwelatiyan rakirin nexweşxaneyê, li Selehaddînê 322, li Bexdayê di nav şevekî de 600 hemwelatî, li Diwanayê 100 hemwelatî ji serî de ji ber tengbûna henaseyê bi bandora ecaca tozê rêya nexweşxaneyê girtin.
Servîsên lezgîn hatin seferber kirin
Berdevkê Wezareta Tenduristiyê Seyf El-Bedr di daxuyaniya xwe ya nivîskî de diyar kir ku hemû nexweşxane û navendên tenduristiyê yên girêdayî Wezareta Tenduristiyê ji bo mudaxalê kirina kesên ku ji Ecaca tozê ya ku li gelek parêzgehên welat pêkhatiye bandorbûne, bi servîsên lezgîn ve hatine seferberkirin. Seyf el-Bedr destnîşan kir ku kesek ji ber Ecaca tozê jiyana xwe ji dest daye û hejmara kesên di metirsiya xeniqînê de 2 hezar ji wan li Bexdayê 5 hezar derbas kir.
Li Huzîstanê 570 kes nexweş ket
Yek ji welatên sereke yê qirêjiya awhewayê, felaketê ekolojîk û beyabanbûyî lê zêde dibe Îran e. Tenê li eyaleta Huzîstan a Îranê di nas 24 seatan de 570 hemwelatî rêya nexweşxaneyê girt. Tê payîn ku li gel kesên ku ji ber ecacê tengbûna henaseyê dijîn, di nav kesên ku rêya nexweşxaneyê girtine de hemwelatiyên xwedî pirsgirêka dil jî heye û ecac nexweşiyên dil bandor dike.
Dê 3 ecacên din jî bê jiyîn
Tê destnîşankirin ku li hîn bajarên Îranê mesafeya dîtinê heyanî 40 metreya kêm bûye. Her wiha tê payîn ku ji aliyê Meteorolojiya Huzîstanê ji hemwelatiyan re hatiye ragihandin ku dê 3 ecacên din jî bê jiyîn.