Çalakiya xizmên windayan di hefteya 705'emîn de ye

Xizmên windakiriyan di hefteya 705'emîn a çalakiya xwe de, aqûbeta Îbrahîm Kartay ê hat windakirin pirsîn.

Amed - Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê û Xizmên Windakiriyan, li ber Biryardariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşûyolû cara 705’emîn li hev civiyan û aqûbeta windahiyên xwe pirsîn.

Komeleya Piştgirî û Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TUAY DER) û Komeleya Yekîtî û Çandî ya Piştevanî û Alîkariya Kesên li Dergûşa Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda kirine (MEBYA-DER) piştgirî da çalakiyê. Vê hefteyê serpêhatiya windakirina Îbrahîm Kartay ê di 15’ê tebaxa 1994’an de li gundê Hûnî ya bi ser navçeya Hênê ya Amedê piştî hat binçavkirin, carek din agahî jê nehat girtin, pirsîn.

Sekreterê ÎHD’a Amedê Yakûp Guven diyar kir ku dewlet hê jî ji bo dîtina windakiriyan gav neavêtiye û heta winda bên dîtin dê têkoşîna xwe bidomînin û windakirin bûne polîtîkaya dewletê. Rêvebera ÎHD’ê parêzer Jiyan Ormanli serpêhatiya windakirina Kartay xwend. 

Em dixwazin di dosyeya Îbrahîm Kartay de heqîqet derkeve holê”

Jiyan Omranli bal kişand ser çîroka windakirina Îbrahîm Kartay û piştî ew li gund tê binçavkirin carek din agahî jê nayê girtin. Jiyan Ormanli xwest kujer ango faîlên Îbrahîm Kartay ê 28 sal in agahî jê nayê girtin bên dîtin û got: “Em dixwazin di dosyeya Îbrahîm Kartay de heqîqet derkeve holê û lêpirsînek karîger a ku hemû berpirsiyarên sûc kirine bên tespîtkirin û cezakirin bê destpêkirin. Em dixwazin ji bo Îbrahîm Kartay û hemû windayan edalet bicih were.” 

Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê ya deqeyekê bi dawî bû.