Çalakiya nobetê ya Mexmûrê di roja xwe ya hezar û 129’an de didome
Çalakiya Nobetê ya li wargeha penaberan a Mexmûrê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpê kirin, bi dewirgirtina koma 217’an, di roja xwe ya hezar û 129’an de didome.
Mexmûr – Çalakiya Nobetê ya li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) di sala xwe ya sêyemîn de bi biryardariyek xurt di roja xwe ya 1129’an de didome. Çalakî ji aliyê koma 217’an ve hat dewirgirtin.
Merasîma dewirgirtinê ji bo bîranîna tevahî cangoriyên azadiya Kurdistanê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê, li ser navê koma 217’an Hisên Hilalî axivî.
‘Rêbertî xwedî wê hêzêye ku ev pêvajo bigihîne serkeftinê’
Hisên Hilalî di axaftina xwe de destnîşan kir ku azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azadiya gelên bindest û di heman demê de çareseriya krîz û kaosên li Rojhilata Navîn e.
Hisên Hilalî wiha berdewam kir: “Ji ber wê yekê li hember Rêbertî erk û berpirsyartiyên her welatparêzek her Kurdek heye û pêwîste pêk bînin. Pêvajoyek ya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ hatiye destpê kirin, ji bo ku ev bigihe encamê pêwîste derfetên xebatek azad ji Rêber Apo re bên afirandin. Rêbertî xwedî wê hêzêye ku ev pêvajo bigihîne serkeftinê. Herwiha pêwîste dewleta Tirk dev ji zimanê xwe yê tûj berde. Ev firsendek dawiye ji bo dewleta Tirk. Ji ber ev pêvajo çênebe, wê sedsalek din di Tirkiyê de şer û pevçûn berdewam bikin. Em wek wargeha Şehîd Rustem Cudî jî tişta ku Rêber Apo bibêje em pê re ne û em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
Merasîm bi dewirgirtina koma nû û dirûşmeyan dawî bû.