Çalakiya konvedanê di roja 13’emîn de didome

Çalakiya konvedanê ya bi pêşengtiya Hêzên Parastina Civakî (HPC) ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta tirk hatiye vedan, di roja xwe ya 13’an de didome.

Qamişlo - Di 12’ê Tebaxê de bi pêşengtiya Hêzên Parastina Civakî (HPC) bi kordîneya Kongreya Star ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk bi dirûşma “Dadmendiya we li ku ye?” li pêşiya navenda Komîseriya Bilind a Kar û Barên Penaberan a NY’yê li bajarê Qamişlo-Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiya konvedanê destpêkir. Di roja 13’an a çalakiyê de Rêxistina Sara ya li dijî tundiya li ser jin, Komîteya Şîler a Zarokan, Meclîs û şaredariya Til Koçer serdanê konê çalakiyê kirin û piştgirî dan kona çalakiyê.

Jinên ku beşdarî çalakiyê bûne, nêrînên xwe parve kirin.

“Em dengê xwe bilind dikin da ku êriş bên sekinandin”

Berdevka Rêxistina Sara ya li dijî tundiya jinê, Arzû Temo ku beşdarî çalakiya konvedanê bûye nêrîna xwe wiha parve kir: “Dewleta tirk êrîşî tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, li dijî êrîşan bêdengiya dewletên navneteweyî heye. Îro di encama êrîşên dewleta tirk de sivîl, jin û zarok tên qetîlkirin. Dewleta tirk li seranserî sinorên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dide û bi van êrîşan dixwaze dagir bike û guhertina demografiyê pêk bîne. Daxwaziya me ew e ku şerê dewleta tirk û teyareyên ku her roj li me dide bê sekinandin. Dewleta tirk li ser hemû pêkhateyên ku li vir dijîn gefek mezin ava dike. Weke Rêxistina Sara em dengê xwe bilind dikin ku êdî êrîşên dewleta tirk li ser xaka me, bê sekinandin. Dewleta Tirk her dem dibêje tu êrîşên me li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê nîne, lê belge hene ku dewleta Tirk her roj êrîşê me dike û gelek kes tên qetilkirin.”

“Em dev ji axa xwe bernadin”

Endama Kongreya Star a Qada Civakî Hediye Abdo nêrîna xwe ji bo çalakiya konvedanê wiha anî ziman: “Armanca çalakiya me ew e ku dewleta Tirk êriş û teyareyên xwe li dijî herêmên me bide sekinandin. Di encama van êrîşan de jin û zarok jiyana xwe ji dest didin û mala welatiyan xirab dibe. Dewleta tirk êrîşî dibistanên zarokan jî dike û ew zarok şehît û birîndar dibin. Her roj balafirên dewleta tirk li ser ezmanên Bakur û Rojhilatê Sûriye û me tehdît dike. Pilana Erdogan ewe ku dîroka Osmaniyan nûjen bike. Ger Rusya û Emerîka çirayê kesk nedaba Erdogan, her roj êrîşî xaka me nedikir. Dewleta tirk her roj êrîşên xwe xurt dike û kêm nake. Tevahî cîhan xwe ji bo Rojava bêdeng kirine, ji ber hevalbendên dewleta tirkin û Rojava dikin mijara bazarê. Her bohista axa Rojava bi xwîna şehîdan hatiye avdan. Em dibêjin bese ji êrîşên dewleta tirk a dagirkera. Em dengê xwe dighênin raya giştî da ku çareseriyek ji Erdogan re bibînin. Em dixwazin zarokên me li ser axa xwe bi awayekî azad û aramî bijîn. Em ê li ber xwe bidin û em ê bi hêzên xwe re bin. Em dev ji erda xwe bernadin û em dibêjin berxwedan jiyane û em ê bi ser bikevin.”