6 rojên Operasyona ‘Ewlehiya Domdar’: 84 DAIŞ’î hatin girtin
Operasyona ‘Ewlehiya Domdar’ li Kampa Holê di roja xwe ya şeşemîn de dewam dike. Odeya Operasyonan ragihand ku di nav 6 rojan de 84 çete hatin girtin. Her wiha di operasyoneke taybet a YPJ’ê û Asayîşa Jin de serçeteyekî DAIŞ hat girtin.
Hesekê- Operasyona “Ewlehiya Domdar” ya ku Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hêzên Ewlekariya Hundirîn Asayîş di 6'ê Mijdarê de ji bo lêgerîna kampa Holê û derdora wê li bajarê Hesekê ya Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dabûn destpêkirin, di roja şeşemîn de berdewam kir.
Odeya Operasyonên “Ewlekariya Domdar” îro Duşemê bi daxuyaniyekê piştrast kir ku di roja pêncemîn a operasyonê de, ji bilî kontrolê, serjimêrî û kontrolkirina nasnameyan li beşa jinên beşê Muhacîratan bi dawî kirine. Her wiha da zanîn ku wan pişkinînên beşa yekem ku ji bo niştecihên Iraqî yên kampê hatiye diyarkirin temam kirine. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di roja 5’emîn de hêzên wan gelek serdegirtin li çeperên çeteyan kirin û 11 çete girtin. Bal kişand ser wê yekê ku hêzên lêkolînên berfireh li ser bûyera îşkencekirin û kuştina jinekê li ser destê jinên rêxistina bi navê “El-Hisba” ya girêdayî çeteyên DAIŞ’ê di beşa Muhacîratan de pêk anîn û li wir lêpirsîna bi 8 jinên DAIŞê re kirin. Daxuyaniyê teqez kir ku hêzên operasyonê sibeha roja Duşemê dest bi operesyonên pişkinînê li beşên duyem û çaran hevdem kirin û bi serdegirtina hin deran.
Bîlançoya 6 rojan ji operasyona ‘Ewlehiya Domdar’
Li gorî ku Odeya Çalakiyan a “Ewlekariya Domdar” eşkere kir, di qonaxa yekem a operasyonê de, hêzên wan karîn 47 çeteyên DAIŞ’ê û hevkarên wê li gundewarên Holê bigrin. Di qonaxa duyemîn a operasyona li kampa Holê de, hêzên wan 37 çeteyên DAIŞ'ê yên ku beşdarî operasyonên terorîstî li hundirê kampê bûn û reşkirina welatiyan li kampê girtin. Bi vî awayî li gorî daneyên Odeya Çalakiyan, hejmara çeteyên ku ji destpêkirina operasyonê heta niha hatine girtin gihişt 84’an.
Her wiha cenazeyê jineke ku beriya demekê ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibû kuştin û li kampê veşartibûn, hat dîtin. Ji bilî dîtina veşartgeh û pirtûkên ku ji bo perwerdekirina zarokên çeteyên DAIŞ’ê bi bîrdoziya tundrewî dihatin bikaranîn jî di lêgerînan de hat dîtin. Di heman demê de alavên îşkence û kuştinê û 5 tunelên ku dihatin bikaranîn bo veşartinê, hatin dîtin.
‘YPJ’ê serçeteyekî DAIŞ’î yê xeter girt’
Hêzên Operasyonên ‘Ewlehiya Domdar’ serçeteyekî DAIŞ'ê yê xeternak ku ev du sal in lê tê gerandin, girtin. Operasyona "Ewlekariya Domdar” bi paqijkirin û kontrolkirina hemû beşên kampa Holê û her wiha navçe û gundên bajarê Holê di roja xwe ya şeşemîn de jî dewam kir. Her wiha hejmarek çek û miqdarek cebilxane jî hatin desteserkirin.
‘Çete hewl didin nav sivîlan de xwe veşêrin’
Odeya Operasyonên “Ewlehiya Domdar” bi awayekî fermî têkildarî vê operasyonê daxuyanî da û got: “Endamên rêxistina terorê hewil didin xwe di nav sivîlên gundan û hundirê kampê de veşêrin û gava ku derfetê dibînin; Ew kiryarên terorîstî û tawankar li dijî şervan û sivîlan pêk tînin, ku pêwîstî bi destpêkirina Operasyona “Ewlekariya Domdar” heye ji bo paqijkirina wan ji devera Holê, derdora wê û kampê.
‘Operasyon bi serkeftineke mezin bi dawî dibe’
Heta niha operasyon bi serkeftineke mezin bi dawî dibe, ji ber ku hejmareke mezin ji terorîstan hatine girtin, herwiha hejmarek çek û cebilxane jî hatine desteserkirin, heta niha ti bûyereke alî nehatiye tomarkirin ku bandorê li ewlekarî û aramiya welatiyan bike li herêmê, her wiha ewlehiya şêniyên kampa Holê. Hêzên ku di operasyonê de beşdar in tekez dikin ku ew dilgiraniya xwe ya berdewam dikin ku di dema operasyonê de şaştî çênebin, ji bilî ku di şopandin û girtina endamên rêxistina terorê de nerm nebin.”