35 girtiyên jin bi vîrusa koronayê ketin: Rewşa 4 ji wan giran e
Li girtîgehên Tirkiyê 35 girtiyên jin bi vîrusa koronayê ketin. Hat zanîn ku rewşa 4 ji wan giran e.
Navenda Nûçeyan – Li girtîgehên Tirkiyê binpêkirina mafan her ku diçe zêde dibe û rayedar li hember vê rewşê tê jiyîn bêdengiya xwe diparêzin, malbatên girtiyan jî her roj li qadan bertek nîşanî bûyerên tên jiyîn didin. Girtiyên ku li girtîgehan mafên wan ên herî bingehîn ên jiyanê tên astengkirin, ji ber vîrûsa koronayê yê ketine jî nikarin tedawiya pêwîst bistînin. Li Girtîgeha Jinan a Bunyana Kayseriyê 35 girtî bi vîrûsa koronayê ketin. Hat ragihandin ku rewşa 4 ji jinên bi koronayê ketine giran e. Parêzerê Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Çukurovayê (Çukurova TUAY-DER) Celîl Akîn bi jinan re hevdîtin kir.
Der barê hevdîtina hat kirin de ev agahî hatin dayîn:
“Girtiyên ez pê re axivîm; ragihandin ku şewb beriya 15 rojan li odeya B-1’ê destpêkiriye, li girtiyan nîşaneyên koronayê derketine lê rêveberiyê daxwaza wan a sewqkirina nexweşxaneyê pêk neaniye. Rêveberiya girtîgehê tu bergirî negirtine, girtiyan maske xwestine lê ji wan re gotine ‘pêkanîna koronayê bi dawî bû, em nikarin maske bidin we’ û bi vî awayî korona li 5 odeyên girtiyên siyasî belav bûye û 35 girtî bi koronayê ketine. Girtiyan diyar kirin ku rewşa wan nebaş e, test kirine lê tevî 3-4 roj bi ser test girtinê re derbasbûne jî encamên testên wan bi wan re nehatiye parvekirin.
Rewşa wan giran e, nayên dermankirin
Ji girtiyan Gulazer Akin, Yaprak Taşçi, Şîlan Çetîner û Şîlan Okût ên testên wan pozîtîf derketine rakirine nexweşxaneyê, rewşa Pervîn Genç, Rojbîn Yakût, Guzel Saraç û Gulîstan Yilmaz ên encama testa wan nehatine aşkere kirin jî giran e û ji dev û difina wan xwîn tê. Tevî rewşa girtiyan giran e jî nayên dermankirin û diyar kir ku ji bo sewqî nexweşxaneyê bên kirin jî 4 roj in li benda encamên testa koronayê ne.”