21 kes li Sûriyeyê bi bermahiyên şer mirin
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê kuştina 21 sivîlan ku di navbera wan de 12 zarok hebûn û birîndarbûna 22 kesên din di bûyerên cuda yên teqîna mayînan de li Sûriyeyê belge kir.
Navenda Nûçeyan – Mayin û teqemeniyên neteqiyayî li çend deverên Sûriyeyê, dibin sedema miriba sivîlan. Bermahiyên şer ji ber ku nayên rakirin rojane ji bo kesên li herêmê dibin sedema mirinê.
21 kes mirin û 22 kes jî birîndar bûn
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê di deh rojên pêşîn ên vê mehê de mirina 21 kesan, di ku di navbera de 12 zarok hene her wiha birîndarbûna 22 kesên din, ku di navbera wan de 11 zarok û jinek heye belge kir. Bi dehan kes ji ber teqîna mayîn û teqemeniyên neteqiyayî li deverên cuda yên welat mirin.
Bermahiyên şer herî zêde jiyana zarokan dixin xeterê
Di rojên dawî de li Sûriyeyê rêzek bûyerên kujer ên ji ber teqîna mayîn û teqemeniyên neteqiyayî çêbûn ku di encamê de bi dehan mirin û birîndarî çêbûne. Ev kes li seranserê deverên ji hêla hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ve tên kontrolkirin belav bûne, xetera giran a berdewam a bermahiyên şer ji bo jiyana sivîlan, bi taybetî zarokan ku piraniya wan pêk tînin ji ber lîstin an jî tevgerê li deverên bi mayînan qirêj dikin, destnîşan dike.
Deverên ku teqemenî lê çêdibin
Çavdêriyê destnîşan kir ku teqîn dema pez diçêriyan, li nava zeviyan dixebitîn û zarok dilîstin çêbûne. Her wiha karkerên berhevkirina tirûfan dema ku li debara xwe digeriyan birîndar bûn. Bûyeran bajarên Idlib, Hema, Dêrazor, Şam, Heleb, Reqa û Minbicê dihewîne ku li wir teqîn li taxên niştecihbûnê, li çolê, zevî û derdora dibistanan dubare bûn.
Hewcedarî bi kampanyayên hişyariyê heye
Çavdêriyê tekez kir ku avêtina gavên lezgîn û bi bandor ji bo rakirina mayîn û teqemeniyên neteqiyayî bi destpêkirina bernameyên berfireh pêwîst e. Her wiha ji bo bêbandorkirina mayînan li deverên qirêj û bikaranîna tîmên pispor ên xwedî pisporiya pêwîst tekez kir ku pêwîstiya pêkanîna kampanyayên hişyariya civakê yên ku niştecihên herêmî, bi taybetî zarokan hedef digrin heye û hat xwestin ku hişyariyê li ser xetereyên van bermahiyên kujer zêde bibe.
Di dawiyê de hat destnîşankirin ku hevahengiya di navbera saziyên herêmî û navneteweyî de ji bo dabînkirina piştgiriya lojîstîkî û teknîkî pêwîst e. Her wiha ji bo misogerkirina vegera bi ewle ya sivîlan ji bo deverên wan pir girîng e ku ev yek dê pêşî li xwînê bigre û dawî li vê xetera bêdeng a ku dibe sedema mirinê were.