Hevşaredara Tetwanê: Jinwar ji bo azadî û yekîtiya jinan mînakek e

Hevşaredara Tetwanê Belkîza Beştaş Epozdemîr di serdana xwe ya Jinwarê de destnîşan kir ku Jinwar bi projeya xwe ya taybet, bûye mînakek ji bo jinên cîhanê.

NEXEM ÇAÇAN

Qamişlo – Gundê Jinwar mînakeke ji avakirina jiyaneke azad a jinan e. Jinwarê, bala şandeya jinan a ku di 7’ê Cotmehê de ji Bakurê Kurdistanê hatin Rojava, kişand. Ji ber vê yekê ev şandeya ku ji 5 jinan pêk tê, serdana Jinwarê kir. Ev serdan di çarçoveya naskirina ezmûn û destkeftiyên jinan de, xwedî girîngiyeke taybet bû.

Me jî, bi şandeyê re serdana gundê Jinwar kir û rêwîtiya wan a li gund, bi lensa kamereya xwe şopand. Di çarçoveya vê serdanê de Hevşaredara Tetwanê Belkîza Beştaş Epozdemîr, li ser girîngiya hebûna gundekî taybet ji bo jinan a di avakirina jiyaneke azad û xweser de axivî.

'Jin bi destên xwe aboriya xwe ava dikin'

Belkîza Beştaş Epozdemîr hestên xwe yên derbarê serdana gundê Jinwar de bi van gotinan anîn ziman: “Yekem car e ku serdana Rojava dikim û di vê serdanê de hatim gundê Jinwar. Hestên min gelek bi kelecan in. Gelek jinên ku berê di bin zilm û tundiya mêrperestiyê de dijiyan, berê xwe dane Jinwarê da ku jiyaneke azad bijîn. Jinwar gundekî bi rûmet e û bêguman hewcedariyên jinan bi gundên wiha hene. Tiştê herî balkêş ji bo min ew e ku jin bi destên xwe aboriya xwe ava dikin.”

'Her aliyek ji vî gundî bi dest û keda jinan hatiye avakirin'

Belkîza Beştaş Epozdemîr diyar kir ku projeya gundê Jinwarê hêz daye wê û wiha domand: “Dema ku mirov dikeve vî gundî, yekser hîs dike ku jin li vir dijîn, ji ber ku bi destên xwe gund afirandine. Her aliyek ji vî gundî bi dest û keda jinan hatiye avakirin. Ev yek bi rastî hêz da min, ji ber ku nîşan dide jin dikarin jiyaneke azad û serkeftî ava bikin û Jinwar jî mînak e.”

'Yekîtiyek di navbera jinên li vir û yên li deverên din de dikare bê avakirin'

Belkîza Beştaş Epozdemîr destnîşan kir ku pêwîst e jin li gundê Jinwar projeyên xwe zêdetir bipêş bixin û berfireh bikin û wiha pê de çû: “Bi ked û hêza jinan, dikare yekîtiyek di navbera jinên li Jinwarê û jinên li deverên din ên cîhanê de bê avakirin. Li gor nêrîna min, pêwîst e jin di warê çandiniyê û hemû projeyên ku li Jinwarê pêk tînin de xwe hê zêdetir xurt bikin. Ev yek dê bandora Jinwarê, li ser jinên cîhanê zêdetir bike û bibe sedem ku jin di her welatekî de karibin gundekî wek Jinwarê ava bikin.”

'Em ê hewl bidin Jinwrekê li bakurê Kurdistanê jî ava bikin'

Belkîza Beştaş Epozdemîr da zanîn ku tiştê bala wê kişand li Jinwarê jiyana li gorî xwezaya jinê bû û wiha berdewam kir: “Tiştê herî balkêş li Jinwarê ji bo min, jiyana li gorî xwezaya jinê ye. Ji avakirina malan heta hemû aliyên jiyana li vî gundî, her tişt bi dest û keda jinan hatiye afirandin. Ev yek bîranînên zaroktiya min anîn bîra min. Em ê hewl bidin ku li Bakurê Kurdistanê jî gundekî wek Jinwar ava bikin.”

'Jinwar li seranserê cîhanê bûye mînakek girîng'

Belkîza Beştaş Epozdemîr da zanîn ku gundê Jinwar bi projeya xwe ya taybet bala gelek jinan li seranserê cîhanê kişandiye û wiha bilêv kir: “Gundê Jinwar li seranserê cîhanê bûye mînakek girîng. Me her dem meraq dikir ku rojekê em jî werin vî gundî û ji nêz ve bibînin ka jin çawa bi dest û keda xwe jiyaneke azad ava dikin.”

'Hêza me bi yekîtiya me ye'

Belkîza Beştaş Epozdemîr tekez kir ku yek ji têkoşînên herî mezin, têkoşîna jinên Kurd e û di dawiya axaftinên xwe de bang li jinan kir ku ji bo azadî û mafên xwe bi hev re têbikoşin û wiha got: “Pêwîst e em ji bo azadî û mafên jinan bi hev re têbikoşin. Tenê bi yekîtiya me wekî jin, dê hêza me xurt bibe. Eger em nebin yek û bi hev re tênekoşin, wê hişmendiya mêrperest me ji hev belav bike û hêza me lawaz bike.”