Suheyla Hesen Weysî Beg: Dem hatiye dîroka têkoşîna jinan bê nivîsandin
Pêşmerga kevin Suheyla Hesen Weysî Beg bi rêya wêneyan çîroka têkoşîna jinan ji bajêr heta çiyayan vedibêje û balê dikşîne ser girîngiya nivîsandina dîroka jinên berxwedêr.
HÊLÎN EHMED
Silêmanî – Hin wêne ne tenê bîranînên demboriyê ne, paceyên dîroka wan jinane ku di navbera têkoşîn û dayîktiyê de, tevî zehmetiyên jiyanê berdewam kirine. Pêşmerga kevin Suheyla Hesen Weysî Beg bi rêya wêne û bîranînan çîroka wan salan vedibêje. Ji rojên têkoşîna nepenî ya li bajêr bigire heta zehmetiyên jiyanê li çiyayan, dema ku berpirsiyariya têkoşînê hildigire ser xwe, lênêrîna zarokên xwe dike û bi dijwarîyên jiyanê re rûbirû dimîne, ew tekez dike ku niha dem hatiye dîroka têkoşîna jinan bê nivîsandin.
Dîroka jinên têkoşer ji bajar heta çiyayan
Pêşmergeya kevin Suheyla Hesen Weysî Beg ku di sala 1956’an de li Kifrî ji dayîk bûye, ji beşa hesabgiriyê li bajarê Silêmaniyê mezûn bûye. Di sala 1978’an de tevlî Komeleya Markslînî bûye û di sala 1980’an de beşdarî têkoşîna çiyayî ya li bajêr bûye. Paşê Rêxistina Şehîd Leyla Qasim hat avakirin û beşdarî wê rêxistinê bû. Ev rêxistin ji aliyê Wazîra Şêx Celal ve hate damezrandin ku xwişka şehîd Aram û Wasiya Banus e. Piştî eşkerebûna têkoşîna bajaran, di sala 1980’an de tevlî têkoşîna çiyê bû.
‘Ez bûm pêşmerge û min xebat ji bo xak û jinê kir’
Suheyla Hesen Weysî Beg da zanîn ku Pêşmergeya jin a yekem bala min û jinên din kişand, jinek ji bo mafê xwe li çiya xebat û têkoşînê dike cihê kêfxweşiyê bû û wiha got: “Dema ez zarok bûm, dayîka min û hevalên wê wêneyên George Margaret di bin cilên xwe de li kolana me vedişartin û çîrokên wê wekî jina yekem ku tevlî têkoşîna Pêşmerge bû digotin. Ji ber vê xeyala min bû ez jî xebat bikim. Piştre ez bûm pêşmerge û min ji bo xak û jinan xebat kir. Piştî Margaret, partiyên din ên siyasî jî şervanên Pêşmerge hebûn. Piştre jinan berê xwe dan têkoşîna çiyayan. Kevneşopiyên civaka me şervanên jin ên Pêşmerge qebûl nedikirin. Em bi gilî û tohmetên raya giştî re rûbirû man. Lê me jinan têkoşîna xwe dewam kir, lê ji bo parastin û rizgarbûna jinan ji serbilindî em çûn çiya. Piştî ku di têkoşîna bajar de hatin eşkerekirin, malbata min ez û xwişka min em şandin Şarbajêr. Dema ku em gihîştin sînorê Îranê, em li Nevzengê daketin. Piştre me serdana mala Ronak Şêx kir. Rewşa jinên pêşmerge gelek xirab bû. Em jin rastî gelek zehmetiyan hatin, tevî van zehmetiyan, zarokên me li çiyayan bi me re bûn. Di wêneyekî de, ducanîbûna min ya keça min diyar bû. Ji bo dayikeke ducanî xebat zehmet bû. Hevalên min ên Pêşmerge karê me hêsan kirin, lê derfetên me yên bijîşkî û tenduristiyê tune bûn an jî gelek kêm bûn.”
‘Zarokatiya me li çiyayan derbas bû’
Suheyla Hesen Weysî Beg wiha behsa têkoşîna jinên Pêşmerge yên ji salên 1970’an heta dawiya salên 1980’an kir û got: “Di wêneyên me yên pêşîn de, em çend jinin ku navê zarokên me Kurd’e ye. Ji bo ku em bigihijîn cihê xwe em bi komek pêşmergeyên mêr re rê ketin. Sar bû, me xwe pêça da ku em necemidin. Em ji bo Kurd pir bi fikar bûn, em gihan cihê diyar kirî. Niha zarokê min yê wê demê a bi navê Kurd mezin bûye û xwedî şîrketek navdar e. Wekî zarokekî, zarokatiya min li çiyayên Kurdistanê derbas bû.”
Têkoşîna li çiyayan û jiyana di baregehan de
Suheyla Hesen Weysî Beg behsa xebata xwe û xwişka xwe û wêneyê yekem ê xwe û xwişka kir û wiha got: “Min û xwişka xwe li vir dest bi têkoşîna xwe ya çiyayî ya yekem kir. Me herduyan jî li bajêr di Rêxistina Şehîd Leyla de têkoşîn kir. Lê em çûn çiyayan da ku bêhna xwe vedin û xwe ji Baasiyan biparêzin. Ez û xwişka xwe salekê li çiyayan em bi hev re man, paşê birayê me hat. Ew çû derveyî welat û min jî wekî rêberek têkoşîna xwe ya Pêşmergetiyê domand.”
‘Me gelek zehmetî jiyan kir’
Suheyla Hesen Weysî Beg wiha behsa wêneyek ê sala 1988’an de hatî kişandin kir û got: “Ez bi keça xwe ducanî bûm ku di meha Kanûnê de li vir ji dayîk bû, me gelek zehmetî kişand. Carnan gelek Pêşmerge serdana baregehan dikirin. Em neçar man ku gelek xwarin çêkin. Paşê, her tim li çiyayan di meşiya; ev yek ji bo tenduristiyê baş e, lê ez gelek di westiyam.”
Suheyla Hesen Weysî Beg di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Divê her dîroka jinan bê vegotin û ji nû ve bê nivîsandin. Divê jin têkoşîna xwe veneşêrin, divê ew bi rêya nîqaş û pêşangehan ji nifşê nû re bên vegotin.”