‘Her 4 xulekan carek jinek rastî teşhîsa penceşêra memikê tê’
NY bal dikşîne ser belavbûna penceşêra memikê ya li seranserê cîhanê û bang dike ku ji bo kêmkirina mirinan divê tedbîrên pêşîlêgirtinê werin xurtkirin û mafê gihîştina xizmetên tenduristiyê ji bo hemû jinan bê dabînkirin.
Navenda Nûçeyan – Neteweyên Yekbûyî (NY), di çarçoveya Meha Hişyariya li hember Penceşêra Memikê de, bal kişand ser belavbûna vê nexweşiyê li seranserê cîhanê û banga xurtkirina tedbîrên pêşîlêgirtinê kir. Li gorî daneyên ku NY parve kirine, her deqeyekê çar jin bi penceşêra memikê tên teşhîskirin û li seranserê cîhanê jinek ji ber vê nexweşiyê dimire.
NY tekez kir ku dûrketina ji berhemên titûnê, sînordarkirin an devjêberdana vexwarina alkolê, û beşdarbûna aktivîteyên bedenî ya birêkûpêk ji bo kêmkirina xetera pêşketina penceşêra memikê pêdivî ye. Her wiha destnîşan kir ku teşhîsa zû û gihîştina dermankirina guncaw roleke girîng di kêmkirina mirinên ji ber nexweşiyan de dilîzin.
Herî zêde jin bi penceşêra memikê dikevin
Li gorî texmînên herî dawî yên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO), di sala 2024’an de li seranserê cîhanê nêzîkî 2.4 milyon jin bi penceêra memikê ketine û nêzîkî 694 hezar jin ji ber vê nexweşiyê mirine. Di heman salê de, lêkolînên penceşêra memikê ji 186 welatan li 164’an hatî kirin, herî zêde di jinan de hate dîtin.
Newekheviyên di hişyarî, teşhîs û gihîştina dermankirinê de
Newekheviyên di hişyarî, teşhîs û gihîştina dermankirinê de bandorê li ser encamên penceşêra memikê li welatên cuda jî dikin. Li Efganistanê, sînordarkirinên li ser gihîştina jinan a lênêrîna tenduristiyê û nebûna agahdariyê li ser penceşêra memikê di nav faktorên ku teşhîs û destpêkirina dermankirinê di wextê xwe de dijwar dikin de cih digre.
Penceşêra memikê bi teşhîskirina zû û dermankirina guncaw dikare bê dermankirin. Ji ber vê, hişyarkirina raya giştî, misogerkirina gihîştina jinan ji bo muayeneyan û teşhîskirina zû û dabînkirina gihîştina wekhev ji xizmetên tenduristiyê re ji bo kêmkirina mirinên bi vê nexweşiyê ve girêdayî girîng in.