Têkoşîna 34 salan a Evîn Goyî ronahiyê dide jinan

Evîn Goyî ango bi nasnav Emîne Kara ku yek ji pêşengên tevgera jinên Kurd bû di tevahiya jiyana xwe de bi ked û têkoşîna ku di nava civakê de meşandî, bû mînak û nîşaneya berxwedanê.

BERJÎN KARA

Mexmûr - Beriya 10 salan di 9’ê Çileya 2013’an de li paytexta Fransa Parîsê li beramberî sê jinên têkoşer Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez êrişek hat pêkanîn û di encamê de jiyana xwe ji dest dan. Piştî 10 salan di 23’ê Kanûna 2022’an de li heman cihî li paytexta Fransa Parîsê li ser Navenda Çandê ya Kurdan a Ahmet Kaya êrişek çekdarî pêk hat û di encamê de pêşenga Tevgera Jinên Kurd Emîne Kara (Evîn Goyî), Hunermend Mîr Perwer û welatparêzê Kurd Abdullah Kizil jiyana xwe ji dest dan. Salek li ser komkujiyê re derbaz dibe lê heya niha jî ji bo pêkanîna edaletê û darizandina kiryarên herdu buyeran hikûmeta Fransa hewldan nekiriye. Herdu komkujiyên ku li beramberî welatparêzên Kurd pêkhatine ku navenda herdu komkujiyan jî Parîse, di serê gelê Kurd de gumanan ava dike.

Di têkoşîna azadiya Kurdistanê de hertim pêşengên şoreşê hatine hedef girtin, bi taybet jî pêşengên jin. Ji ber ku Tevgera Azadiyê li ser esasê azadiya jinê hatiye avakirin û ev yek jî dibe tirs ji dewletên dagirker re. Evîn Goyî ango bi nasnav Emîne Kara jî yek ji wan pêşengên di hedefa dagirkeran de bû. Evîn Goyî heya roja dawî ji bo azadiyê têkoşiya û liberxweda. Di her bosta axa Kurdistanê de şopa têkoşîna wê heye û li her cihê ku çûyê bi keda xwe bala herkesê kişaye.

Biraziya Evîn Goyî, Hêlîn Kara li ser jiyan, têkoşîn û berxwedana wê ji ajansa me re axivî.

‘Taybetmendiyên heval Evîn diyar dikir ku ne kesek ji rêzê ye’

Hêlîn Kara di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku taybetmendiyên Evîn Goyî li ser herkesê bandorek erênî çêdikir û got: “Dema di malê de qala wê dikirin, taybet têkiliya wê li gel dibistan, mamosta, civak û hevalên wê balkişandinek çêdibû. Civaka wê demê, di wê pêvajoyê de wek jinek ciwan bi taybet jî di wê temenê de helwesta wê li beramberî jiyana heyî û nepejirandina wê jiyanê, ketina nava hewldan û lêgerînek ya jiyanek cudatir lêpirsîn kirin dema dihat kirin, taybet cesareta wê, di aliyê cewher de hêza derxistî holê ev hertim di mirov de mereqê çêdikir. Di wê temenê de van tiştan fikirîn û lêpirsîn kirin diyar dikir ku ne keseke ji rêzêye. Ev taybetmendiyên wê bala mirov dikişand ku mirov bixwaze nasbike, gel baxive û bibîne. Di heman demê de heskirin û girêdanbûn bi mirov re çêdibû.”

‘Hêza jinê ji bo dewleta Tirk û hevkarên wî buye cihê tirsê’

Hêlîn Kara destnîşan kir ku xeta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo jinan avakirî çavkaniya hêza têkoşînê ye û wiha got: “Xeta ku Rêber APO destnîşankirî ji bo azadiya civak û jinê, bi xwe re gelek jinên pêşeng û bi hêz da avakirin. Ev hêz jî bi demê re bandorî hem li ser şêweyê jiyana civakê hem jî ya giştî cîhanê kir. Ev jî bu sedem ku bibin hedefa dijmin. Ji ber ku ev hêz ger pêşî lê neyê girtin dikare civakek azad bixwere bîne û dijmin jî vê li hemberî xwe wek hêzek xeter dît û hemu komkujiyên xwe li gor wê pêkanî. Gelek jinên pêşeng di encama komkujiyan de çûne şehadetê. Dijmin jî vê wek peyamek diyar kir ku li beramberî xeta ger jinek azad bibe wê çiqas bibe xwedî hêz û hêza çareseriya hemu pirsgirêkên civakê. Şehadeta heval Evîn jî mirov dikare divê çarçovê de binirxîne. Ji ber ku pêşiya wê li heman cihî, bi heman şêweyî komkujiyek çêbû. Komkujiya ku bi şehadeta heval Sara û hevalên wê destpêkir, piştî 10 salan heman cih ev komkujî pêkhat. Ev ne tesadûfî yan jî qeder bû. Bi plan hatibû çêkirin û dijmin bi zanabûn pêşxist.”

‘Di her parçeyek ya axa Kurdistanê de şop û keda wê tê dîtin’

Hêlîn Kara li ser kesayeta cangorî Evîn Goyî ku wek her jinekê daxwaza azadiyê dikir û li gor wê têkoşîn dimeşand wiha axivî û got: “34 sal jiyana xwe û temenê xwe da vê têkoşînê. Li her parçeyên Kurdistanê têkoşîn û xebat kir. Mirov dikare şopa wê ya ked û berxwedanê li hemu parçeyan bibîne. Taybet têkoşîna ku li hember DAIŞ’ê meşandî û di şerê ku li hemberî DAIŞ’ê hatî kirin de rola ku lîstî û berpirsyartiya ku hilgirtî de mirov dikare ked û xebata wê ya ku li hemberî civakê dayî meşandin bibîne. Kedekî pir mezin da. Karî heskirina herkesê li gel xwe kom bike, herkesê ku naskirî, li gel xebat û kar kirî heskirina wê li gel xwe çêkir. Ev taybetmendî jî di herkesê de nayê dîtin, taybet heskirina herkesê qezençkirin taybetmendiyek girînge.”

‘Kes nikare pêşî li têkoşîna azadiyê bigre’

Kara, di berdewamiya axaftina xwe de qala komkujiya Parîs ya 9’ê Çileya 2013’an de li beramberî hersê pêşengên jin ên Kurd hatî pêkanîn kir û got: “Ev qetlîama ku wek qetlîama Parîs a duwemîn ku em binav dikin, ji şehadeta heval Sara û hevalên wê ku dikeve sala xwe ya 11’emîn di derbarê pêkanîna edaletê de yan jî dewlet wê rexneyê bide çênebûye. Ev jî ji wê ne dur e. Heman şêwe, li heman cihî komkujî pêkanîn peyamek dijmin bû li beramberî gelê Kurd, jina Kurd got ku hun kudera cîhanê bin bila bibin, ger hun kar û xebat bikin, ji bo jiyanek rast hun kedê bidin em dikarin we tunebikin û komkujiyan pêkbînin. Lê li beramberî wê jî helwesta ku çêbûyî peyamek baş bû ji bo dijmin. Li kuderê dibe bila bibe, ji bo jiyanek rast çi bê xwestin û ji bo gel çi pêwîst be wê bê kirin û kes nikare pêşî li vê têkoşînê bigire.”

‘Bi pêkanîna edaletek rast wê têkoşîna gelê Kurd teqez bigihe serkeftinê’

Hêlîn Kara di dawiya axaftina xwe de biyardariya gelê Kurd ya pêkanîna edalet û serkeftinê wiha anî ser ziman: “Bê guman ev şehadet em nikarin wek qeder binav bikin û ne tesadûfî bû. Hemu ji aliyê dewletê ve hatibû plankirin û bivî şêweyî encam da. Hemu destên ku di vê komkujiyê de heyî, hemu hêzên ku di vê komkujiyê de rol lîstine rûyê wan yê reş cardin derket holê. Bê guman ev salek derbaz bû derbarê vê komkujiyê de hîn edaletek pêknehatiye. Hemu hewldan û têkoşîna me ya ji niha û pêde heyî wê ji bo pêkanîna edaletek rast ya vê be. Hêzên ku komkujî pêktînin û hêzên komploger tu caran serkeftinê bidest nagirin. Wê têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd serbikeve û ev jî bi pêkanîna edaletek rast wê teqez bigihe serkeftinê.”