Rojnivîsa Carîna – Sêwas ‘93

Rojnivîsên Carîna Cuanna ya Hollandî ya 23 salî ku di Komkujiya Sêwasê ya 2’ê Tirmeha 1993’an de jiyana xwe ji dest da belgeyên şênber ê tiştên hat jiyankirin e. Rojnivîsên ku bûn belgefîlm ji bo tiştên hatin jiyankirin neyê jibîrkirin bîrekî ava dike.

Navenda Nûçeyan – Carîna Cuanna ya Hollandî li Zanîngeha Leîden Beşa Çandî ya Antropolojî dixwend. Meraqa wê ya li hemberî Tirkiyê di van salan de destpê kir.

Carina Cuanna, tevî hevala xwe ya dibistanê Maryze Schoneveld Van Der Linde di sala 1992’an derket tûra Tirkiyeyê. Paşê her du heval jî ji bo tezên xwe yê xilaskirinê xebatê li Tirkiyeyê hilbijartin. Tezê xilaskirinê ya Carîna Cuanna li ser ‘Rola jinên Tirk ên nav malbatê û têkiliyên wê yê bi hawirdorê re’ bû. Carîna Cuanna ji 22’yê Hezîrana 1993’an şûnve li Enqereyê jiyan kir. Dema li Enqerê bû du ciwanên Elewî yên bi navê Yasemîn û Asuman nas kir û bi bi wan re bû heval. Ev naskirin li ser eleqedarbûna çanda Elewî ya Carîna Cuanna bi bandor bû. Her du hevalên Carîna Cuanna jî li Komaleya Çandê ya Pîr Sultan Abdal mamosteyên semahê bûn.

Kêliyên êrişê li ser rojnivîsa xwe nivîsand

Carîna hîn bû ku Yasemîn û Asuman dê beşdarî mihrîcanên li Sêwasê bên lidarxistin bibin û bi vê awayê ew jî berê xwe da Sêwasê. Carîna Cuanna rojnivîsan dinivisand. 2’ê Tirmehê beriya kêliyên bi êş ên Sêwasê li ser rojnivîsa xwe wiha nivîsandibû “Niha bi awayekê ku ‘hatiye girtin’ em li otelê rûdinên, li derve Misilmanên olperest tevdigerin’. Paşê ku dem derbas bû wiha nivîsand:

“...Niha her tişt berevajî dibe. Demekî dirêj e em li otelê rûdinên. Li derve girseyekê mezin û olperest qîr dikin. Li vê avahiyê Azîz Nesîn ê nivîskar û çepkir hatiye veşartin. Ew di wê fikrê de bûye ku ‘Ayetên Şeytanê’ belav bike. Ev hemu tiştên nexweş in. Ez xwe di rewşekî zehmet û tengav de hîs dikim, nexwe gavek şûnde dê li vê derê çi biqewime nikarim pêş bibînim. Di dawiyê de min famkir ku ev bajarekê wiha ye ku komek olperestên Tirk lê hene. Gelek dirûşim dihatin avêtin û qîr dikirin. Bi vê re gelek polîs jî hebûn.”

Gotinên dawî yên Carîna

Gotinên dawî yên di rojnivîsa Carîna de ew bû: “Lê belê ez ji van çi fam dikim? ...Ji derve dengê qêrînên bilind tên lê ez fam nakim bê ka çi ne......” Piştî van hevokan Carîna li otela ku pêşandar şewitandin jiyana xwe jiyana xwe ji dest da. 

Di 21’emîn sala Komkujiya Sêwasê de tiştên hatin jiyankirin bi navê ‘Rojnivîsa Carîna – Sêwas ‘93’ bûn belgefîlm. Senasyonivîs û derhênêriyê belgefîlmê Ulaş Bahadir kir û di projeyê de Denîse Ankel, Fusun Demîrel, Riza Akin, Altan Erkeklî, Mustafa Alabora, Erdal Tosun jî cih girt. Ji bo neyê jibîr kirin em pêşniyar dikin ku temaşe bikin.