Li warê berxwedanê şoreş pêl bi pêl mezin dibe

Şoreşa 19’ê Tîrmehê li Rojava ku di bin êrişên hêzên hegemon û dewleta Tirk de ye, ji bo hemû gelan bû hêvî. Şoreşê nîşan da ku çawa utopyayek ne tenê ji bo Kurdan, ji bo her kesê bû rastiyek.

SARYA DENÎZ

Navenda Nûçeyan - Rojava… Erdnîgariyeke ku bi salan di bin dagirkerî û êrişan de ye. Şaxa dara piçûk a ku di 19’ê Tîrmeha 2012’an de şîn bû, di nava van salên dawî de tevî hemû êrişan jî di nava axa xwe de koka xwe berda kûrahiyê. Welatekî ku xwestin îradeya mirovî bi dîwarên çêkirî bê şikandin lê mirovên ku çarenûsa xwe ji bo azadiyê bi kar tînin, tevî her tiştî û her kesî riya xwe bi xwe xêz dikin. Îro 12’emîn salvegera Şoreşa Rojava ye, warê her kesê ku bi hovîtiya DAIŞ'ê re rû bi rû ma, bi tena serê xwe li dijî barbariyê şer kir û bi berxwedana xwe nûnertiya hemû mirovahiyê kir.

Îro li Rojava ya ku bi gotina ‘Kobanê ha ket ha dê bikeve’ di qirkirinê re hat derbaskirin, salvegera şoreşê tê pîrozkirin. Ji 7 salî heta 70 salî hemû jin bi tilîliyan beziyan çeperan, ji malên xwe yên ku heta niha lingê xwe neavêtibûn derketin û xwarin ji şervanan re birin û bi çekan li eniyên pêş ên şer cih girtin. Ji wan rojan û vir ve ye ku hemû cîhan şahidiya wê dike, jiyan dîsa bi destên jinan tê avakirin. Jinên ku li dijî dorpêça dijmin rawestiyan, ronahiya azadiyê nîşanî hemû jinên cîhanê dan. Jinên ku çarşefên xwe yên reş bi yekcarî ji xwe kirin û bi rengên xwe yên herî xweşik berê xwe dan jiyanê, diyar kirin ku azadî û jiyana wekhev ji bo wan û helbet ji bo gelan çiqas pêwîst û rastîn e. Tiştên ku li Rojava qewimîn ne tiştên ku ji fîlmek dihat dîtin bû. Rojava weke zarokeke nû welidî tazî, rast û nû bû. Serkeftina Rojava dihat wateya serkeftina hemû cîhanê û hemû kesên azadî û wekheviyê dixwazin. Wisa jî bû; Rojava bû welatê her kesê. Rojava bû mala kesên azadîxwaz.

Bihara Ereban

Serhildanên gel ên bi navê “Bihara Ereban” ku di dawiya sala 2010’an de li Tûnisê dest pê kir û li tevahiya Rojhilata Navîn belav bû, di 15’ê Adara 2011’an de li Sûriyeyê belav bû. Destkeftiya herî girîng a şerê navxweyî yê ku di Nîsana 2011’an de li tevahiya Sûriyeyê belav bû, îro jî didome, Şoreşa Rojava ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû. Şoreşa ku bi navê ‘Şoreşa Jinê’ tê pênasekirin di sala xwe ya 12’emîn de ye û bi jiyana nû ya avabûyî re ji bo gelan bû hêvî. Dema ku Kurdan li herêmê pêşengiya “Bihara Gelan” kirin, avakirina Modernîteya Demokratîk pêk anîn.

Destpêkê TEV-DEM hat avakirin

Di rojên destpêkê yên şerê navxweyî de, ji aliyekî ve hikûmeta Şamê û ji aliyê din ve jî muxalefetê hewl dida Kurdan bikşîne aliyê xwe lê her du aliyan jî daxwazên Kurdan ên ji bo maf û azadiyê bi gotina “piştî çareseriyê” red kirin. Gelê Kurd ku biryardariya xwe ya di şoreşê de nîşan da, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û Meclisa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK) ava kirin û li dijî nêzîkatiyên hikûmeta Şamê û hêzên muxalîf yekitiya xwe ya siyasî ava kirin.

Piştî avakirina TEV-DEM’ê, cara yekem li ser navê Kurdên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li seranserê Sûriyeyê meşên Înê hatin destpêkirin. Li Efrînê destpêkê kursên zimanê Kurdî hatin vekirin. Li bajaran meclisên gel hatin avakirin. Heta vê demê xizmet ji aliyê rêveberiyên girêdayî rejîmê ve dihatin kirin lê piştre gel dest bi rêveberiya xwe kir. Cara ewil zarokên Kurd, li dibistanên di asta amadekariyê de hatin qeydkirin û dest bi perwerdeya bi Kurdî kirin. Di vê serdemê de Saziya Zimanê Kurdî (SZK) jî hat avakirin.

Gel dest danî ser rêveberiyan

Di 18’ê Tîrmeha 2012’an de li paytexta Sûriyeyê Şamê bi beşdariya serokên hemû saziyên bi bandor ên rejîmê civînek hat lidarxistin. Di vê civînê de teqîneke mezin rû da. Piraniya rayedarên payebilind ên rejîmê mirin. Di êvara heman rojê de Artêşa Azad a Sûriyeyê (OSO) herêmên derdora Minbic, Cerablus, Kobanê û Helebê bi dest xistibûn.

Di 19’ê Tîrmehê de bi tevlibûna gelê Kobanê, hêzên rejîmê ji bajar hatin derxistin. Piştî Kobanê gel dest danî ser rêveberiyên Efrîn, Serêkaniyê, Dirbêsiyê, Amûdê, Dêrik, Girkêlegê, Tirbêspiyê û Tiltemîrê. Di heman rojê de Kurdan bi dirûşma “Sûriyeya Demokratîk, Rojavaya Xweser” li Kobanê kanton îlan kirin û weke roja destpêka Şoreşa 19’ê Tîrmehê hat qebûlkirin. Piştre li Efrîn û Qamişlo kantonên nû hatin îlan kirin. Bi zêdebûna pevçûnan re gel yekîneyên parastina herêmî ava kirin û li kolanan parastina xwe ya cewherî kirin. Bi vê xweparastinê re Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) hatin avakirin.

Avakirinê dest pê kir QSD hat avakirin

Li bajarên ku Kurdan îlan kir ku xwe bi rêve dibin, ji siyasetê heta parastinê, ji edaletê heta çandê, ji qada civakî heta aborî û heta rêxistinbûna ciwan û jinan di gelek qadan de sazîbûn pêk hat. Bi sazîbûnê re avakirina sîstema bi navê “Xweseriya Demokratîk” dest pê kir. Li herêmê bi pêkhateyên etnîkî û di heman demê de bi hinek pêkhateyên olî re têkoşîneke hevpar hate meşandin. Bi piştgiriya hêzên kûreyî, li Serêkaniyê provokasyonên El Qaîdeyê ya Nûsrayê û êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser Kobanê, hemû gel, bawerî û cudahiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn anîn cem hev. Gelên ku bi rêveberiyên hevpar ava kirin re hewl dan jiyan azad û wekhev ava bikin, di bin banê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de hêza xwe ya leşkerî zêdetir berfireh kirin.

Yekîtiya Gelê Kurd

Bi QSD’ê re lêgerîna Kurdan a yekitiyê hîn xurttir bû. Meclisa Gel a Rojavayê Kurdistanê ku ji PYD’ê mezintirîn hêza siyasî ya Kurd li herêmê, Eniya Niştimanî ya Kurdên Sûriyeyê (ENKS) û 16 partiyên siyasî pêk tê, di 26’ê Cotmeha 2011’an de li bajarê Hewlêrê ya Herêma Federal a Kurdistanê civînek li dar xist. Di civînê de herdu meclisan biryar dan bi hev re tevbigerin û di 25’ê Tîrmeha 2012’an de di  mijara îlankirina Konseya Bilind a Kurd bê ragihandin de biryar girtin. Ev gav ji bo yekitiya Kurdan weke gaveke girîng hat dîtin. Piştî ku di 29’ê Tîrmeha 2012’an de li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi sed hezaran kes daketin qadan, piştî meşê Konseya Bilind a Kurd weke îradeya hevpar a gelê Kurd hat qebûlkirin. Tevî ku ENKS bi demê re ji berjewendiyên Kurdan dûr ket û bi hêzên navneteweyî yên li herêmê û Tirkiyeyê re tevgeriya jî di vê demê de Konseya Bilind sê komîteyên bi navê “Dîplomasî”, “Xizmeta Civakî” û “Parastin” ava kir.

Girîngî ji perwerdeyê re hat dayîn

Bi şoreşê re mijara ku herî zêde girîngî hat dayîn, perwerde bû. Bi “Saziya Şopandinê ya Nûrî Dêrsimî” li gelek bajaran xebatên perwerdeyê hatin lidarxistin. Xebatên perwerdeya bi zimanê zikmakî hatin kirin. Li herêmê nêzî 100 dibistan hatin vekirin û nêzî hezar mamoste hatin perwerdekirin. Li Qamişlo, Dêrik, Amûdê, Efrîn, Kobanê û gelek bajarên din navendên çand û hunerê ji gel re hatin vekirin, di pêvajoya li pêş de zanîngeh hatin vekirin.

Sîstema edaletê

Girîng bû ku pêwîstiyên gel ji destê pêşî ve bên diyarkirin. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên gel ên civakî, edlî û aborî komîteyek hat avakirin. Ji dervey Komîteya Xizmeta Civakî ya girêdayî Konseya Bilind, li her meclîsê “Komîteyên Xizmet û Aştiyê” hatin avakirin. “Komîteya Edaletê” li dijî pergala hiqûqî ya dewletê dest bi erka xwe kir. Gel bi serlêdana wan komîteyan ji pirsgirêkên xwe re çareserî peyda dikin. Herwiha girêdayî Konseya Bilind a Kurd, Komîteya Aştî û Edaletê hat avakirin. Ji bo rûnişkandina sîstema hiqûqê, di bin navê Akademiya Zanistên Civakî ya Mezopotamyayê de di 4’ê Nîsana 2013’an de “Şaxa Edaleta Civakî” hat avakirin.

Jinan jiyana xwe ava kirin

Jin û ciwanan di îlankirina şoreşê û piştre pêkanîna wê de bi saziyên xwe re roleke mezin lîstin. Li ser beşên jin û ciwanan jî gelek xebat hatin kirin. Jinên ku bi navê Yekitiya Star” hatin birêxistinkirin, piştî şoreşê bi navê “Kongra Star” û li herêmên ku gelê Ereb lê dijîn bi navê “Kombûna Jinan a Zenûbya” meclisên jinan û malên jinan ava kirin. Di meclisên gel de pêşengî ji nûnertiya jinan re hat dayîn û li gelek bajaran navendên zanist-perwerde ya jinan û akademiyên jinan hatin avakirin. Bi pergala hevserokatiyê di hemû rêveberiyan de jinan cihê xwe di mekanîzmayên biryargirtinê yên di asta rêveberiyê de girt. Saziyên jinan di perwerde, malbat, siyaset, aborî û nîzama giştî de roleke aktîf lîstin.

Gel saziyên xwe yên tenduristî û aborî ava kirin

Beriya şoreşê û piştî şoreşê qada tenduristiyê weke yek ji qadên herî girîng hat dîtin. Di bin banê Konseya Bilind a Kurd de, di warê tenduristiyê de jî komîte ji ber ambargoyên li ser herêmê tên danîn, hatin avakirin. Heyva Sor a Kurd hat avakirin. Saziya Pêşketina Aborî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di sala 2013’an de ji bo şikandina ambargoyê, avakirina sîstemê û çareserkirina pirsgirêkan hat avakirin. Ev saziya ku aboriya xwe li ser bingeha gel bi pêş dixe, ji Kobanê û Dêrikê dest pê kir giranî da xebatên avakirina kooperatîfan.

Şoreş bi hemû rastiya xwe tê jiyîn

Şoreş bi demê re bi tevlibûna hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê veguherî statuya Xweseriya Demokratîk, pêkhateyên wan ên leşkerî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û meclisên rêveberiyê ku hemû pêkhate, bawerî û cudahiyan di nava xwe de dihewîne. Îro jî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybetî di bin êrişên dewleta Tirk de ye. Tevî van êrişan jî gelên ku bi gelek nasname û baweriyên cuda jiyana xwe didomînin, li ber xwe didin. Gelên bi kombûna xwe ya têkoşînê di her qadê de sazîbûna şoreşê mîsoger kirin, bi vê hişmendiyê xwe bi rê ve dibin û çareseriya pirsgirêkên xwe dibînin. Gelên ku bi Peymana Civakî jiyana xwe mîsoger kirine, îro di nava rastiya rêveberiyeke ku weke ‘utopya’ tê dîtin de dijîn. Şoreşa ku di sala xwe ya 12’emîn de li van xakan koka xwe belav dike, gelê Kurd bi hemû beşên xwe bersiva pirsa “Çawa bi azadî û wekhevî bijî” dide.