Strana xwendekarên Îranî ji bo serhildanê: Rabe!

Di payîza 2022'an de Îranê ne tenê şahidiya xwepêşandanan dikir, bi qîrîn û zindîkirina dengekî ku her dem dihat tepisandin, dijiya. Sehildana ku bi "Jin Jiyan Azadî" dest pê kir, veguherî qîrîna jinan û li cîhanê deng veda.

Navenda Nûçeyan – Strana şoreşgerî "Rabe" ji nava êşê, ji qîrîna xwendevanên jin ên li zanîngehên Îran û Rojhilatê Kuridstanê, ji hêstirên dayîkên di zindanan de û ji jinên ku biryar dane rabin ser piyan, derket. Ev stran ne tenê ji bo protestokirinê, ji bo ji nûve pênasekirina wateya jiyan, azadî û rûmetê, çêbû.

Di serhiladana jinan a li Îranê de zanîngeh ne tenê saziyên perwerdehiyê, weke platformên serhildanê bûn. Xwendekarên jin bêyî ku ji gefan bitirsin, derketin kolanan, sloganên azadiyê avêtin, hîcaba bi darê zorê rakirin û navê jinên tekoşer bilind kirin.

Li zanîngehên Kerec, Tehran û El-Zehrayê jin hebûn ku rûpelên nû yên dîrokê dinivîsandin. Cihên waneyan veguherîn xalên nîqaşên şoreşgerî û meydan jî veguherîn hêrsa kolektîf.

Zanîngeh bûn qada hêrsê û neynika rûmeta ku demek dirêj hatibûn bêdengkirin0. Li wir di wan kêliyan de sirûdeke şoreşgerî bi melodiya "El Pueblo Unido" re tevlihev bû, dîwarên Koleja Muzîkê ya li Karajê di 29'ê Cotmeha 2022'an de bi wê re lerizîn. Lêdana stranên Farsî, rîtma wê jin in û dengvedana wê gerdûnî ye.

‘Ez’ û ‘tu’ dibin ‘em’

Ew sirûdek e ku ji têlên berxwedanê hatiye çêkirin, bi xwîna paqij a Lîlyeyan hatiye xemilandin û li her qada zanîngehê ku veguheriye platformek ji bo redkirinê û her hucreya zindanê ku veguheriye malzaroka ji bo jidayikbûnê, hatiye gotin.

Di vê stranê de qamçî vediguherin teweran, êş vediguherin sozê û "ez" û "tu" dibin "em." Ev belgefîlmekr dengî ye di demekr ku jinan biryar da bibin deng, dengvedan û al. "Rabe!" ne tenê sloganek e, sondek e ku bi navê jinan, jiyanê û bi navê welatekî ku ji bêdengiyê ji nû ve tê afirandin.

Gotinên stranê wiha ne:

Rabe!

Ji bo Jin Jiyan Azadî

Rabe!

Ji bo Jin Jiyan Azadî

Rabe!

Ji bo Jin Jiyan Azadî

Bi navê jinan, bi navê jiyanê

Werin em ji zincîrên koletiyê rizgar bibin

Bila sibeha me piştî şeva me ya tarî hilê

Bila hemû qamçî bibin kêran

Ji bo ku em gul bibin deng

Tu, ez û yên din, bila em dîsa bibin "em"

Ez sond dixwim bi xwîna paqij a Lîlyanan

Bi şoreşa hêsir û maçan

Ji bo derbaskirina vê êşa bêdawî

Ji laş, ji giyan, gazî min bike, ey ​​welat

bi dengê gurrîn ê navê te yê sor

Cîhan dê li ber bilindbûna te bilerize

Bi navê jinê, bi navê jiyanê

Cilê koletiyê dibe ku were çirandin

Û sibeha me dibe ku piştî şeva me ya reş hilê

Û hemû qamçî dikarin bibin kêran

Da ku em gul bibin deng

Tu, ez û yên din, bila em dîsa bibin "em"