Meşaleya bêdawî ya têkoşînê: Hevrîn Xelef
Dayîka Hevrîn Xelef Suad Mustafa, diyar kir ku qetilkirina keça wê dengê wê nebirandiye, bandora gotinên wê hê jî heye û da zanîn ku dê Hevrîn Xelef her dem sembola têkoşîna jinên azad a ji bo edalet û aştiyê be.

ESMA MUHEMED
Qamişlo – Hevrîn Xelef, bedela sekna xwe ya bi cesaret û bangên ji dil ên ji bo aştî û azadiyê, bi canê xwe da. Ew ne tenê siyasetmedarek bû; jineke di nava civakê de bû, bawer dikir ku tekane riya avakirina welatek azad, jiyana bi hev re ya gelan e. Ew ji aliyê çeteyên bi pere yên girêdayî Tirkiyeyê ve bi hovîtî hat kuştin, lê xwîna wê bû qîrînek li rûyê dagirkeriyê û peyameke bêdawî, lewre dengê rastiyê tu carî nayê birîn. 12’ê Cotmeha 2019’an di dema êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser Girê Spî û Serêkaniyê de, li ser riya Hesekê-Til Temirê Sekretera Giştî ya Partiya Pêşeroja Sûriyeyê Hevrîn Xelef ji aliyê milîsên bi pere yên dagirkeriyê ve bi hovîtî hat kuştin. Kujerên Hevrîn Xelef li cihê ceza bigrin, niha di rêveberiya demkî ya Sûriyeyê de rêveber in.
Xwestin dengê ku ji bo aştî, demokrasî û hemû gelan bilind dibû, bibirin. Qetilkirina wê ne tenê ji bo malbat û dostên wê, ji bo hemû kesên li welat felaket bû lewre Hevrîn projeyek ku aştiî, jiyana bi hev re û mafên jinan diparêze, girtibû ser milên xwe.
‘Nehişt ku mala wê ronî mala cîranên wê tarî be’
Dayîka Hevrîn Xelef Suad Mustafa, bi bîranîna hemû kesên di riya azadiyê de canê xwe feda kirine dest bi axaftina xwe kir û behsa jiyana Hevrîn Xelef a ji zarokatiya wê heta dawî kir. Suad Xelef bi gotinên; “Jiyana bi hezkirin, cesaret, bawerî û bi merdî dagirtî” keça xwe bi bîr anî. Ji gotinên dayîka wê portreya jineke sade lê xwedî sekneke bi hêz derdikeve hole. Hevrîn Xelef yek ji jinên destpêkê tevlî Şoreşa Rojava bûne, avakara meclîs û komunan e. Hîn bû, perwerdeyan da, riyên ku civakê bi hêz bikin ava kir.
Suad Mustafa li ser xebatên Hevrîn wiha got: “Bi salan bi hemû zimanan perwerde da. Bi Erebî, Suryanî, Asûrî û Kurdî. Hewl dida mirovan bipêş bixe. Hevrînê sal û nîv perwerde da lê tenê bi teoriyê nema; rasterast bi pratîkê, xizmetê ji gel re kir. Xwe ji her malê û her civakê berpirsyar dît. Dema ku bi pêkanînên zextkar jiyana mirovan zor û zehmet bû, cereyan û av hatin birîn, Hevrîn li bendê nema. Peywira wezareta ceyranê girt ser xwe. Di tarîtiyê de ronahî afirand. Nehişt li mala wê tenê ronî hebe û cîranên wê di tarîtiyê de bimînin.”
Dayîka wê dema ku carek xwest ji mala xwe re jeneratorê bikire Hevrînê got; “Dayê ger tu bidî cîranan jî bikire.” Lewre ji bo Hevrînê xizmeta ji mirovahiyê, ji rihetiya jiyana şexsî girîngtir bû.
Ji bo kêmkirina bandorên şewata zeviyan xebitî
Dayîka wê Sûad Mustafa destnîşan kir ku hezkirina Hevrînê ya ji bo mirovan ji zarokatiyê ve dest pê kiriye û ev mînak dan: “Di pola yekem a dibistana seretayî de mamosteyê wê gotibû qey xirîstiyan e ji ber ku bi wekhevî nêzî her kesê dibû, cudahî nedikir navbera mirovan. Heta dawiya temenê xwe jî wiha bû… Dema ku dagirkertiya Tirk agir bera zeviyan dida, mirov perîşan dibûn, Hevrînê di Wezareta Karên Aborî de dest bi xebatê kir. Ji bo ku alîkariya gel bike. Du salan li ser projeyên ku ji bo mirovan bûn hêvî xebitî.”
Ji aliyê îstîxbarata Tirk ve hat şopandin
Suad Xelef diyar kir ku xeyaleke Hevrîn Xelef hebûye, bi saya îsrar û hewldanên wê bûye rastî û ew hê jî dijî. Dayîka Suad da zanîn ku armanca Hêvrîn, avakirina jiyana bi pergala neteweya demokratîk a netew bi hev re bijîn bûye, ev yek pêk hatiye û wiha domand: “Xeyala wê ew bû, partiyeke ku Kurd û Ereban di bin heman banî de bîne ba hev ava bike. Bi wê re şehîd Saliha û yên din jî vê biryarê girtin. Ji Reqayê, heta Tebqa û Minbicê mal bi mal geriya, bi mirovan re rasterast têkilî danî. Bi wan xebatan Partiya Pêşeroja Sûriyeyê hat avakirin lê riya rastiyê zor bû, gef û xeter hebûn. Îstîxbarata Tirk wê dişopand. Ji aliyê milîsên bi pere ve gelek caran gef lê hatin xwarin. Carek gule bera tekelên wesayîda wê dan lê wê ji min re got ‘netirse dayê ez ji gefan natirsim.’ Gotinên wê ji guleyan, dengê wê ji kesên wê dişopandin bi hêztir bû.”
Suad Xelef anî ziman ku Hevrîn her şev lê digeriya pirsa wê dikir û wiha pê de çû: “Carek di civîneke ku bi sedan Ereb tê de bûn de bû, tenê jina Kurd di wê civînê de ew bû. Ji min re got ‘meraq neke dayê, her kes ji min hez dike, qîmet dide min.’ Ji baweriya xwe ya bi mirovan cesaret digirt.”
‘Tuyê ji televîzyonê li civîna min temaşe bikî’
Lê sibeha 11’ê Cotmeha 2019’an, îstîxbarata Tirk li ser riya Hesekê kemîn danî. Dayîka wê ji bo ku neçe, jê re lava kir le wê bi ken got; ‘Netirse dayê, sibehê zû li Hesekê civîna min heye.’ Ji bo ku dayîka wê neweste wê bi xwe re nebir. Suad Hesen dibêje ku Hevrîn gotiye “Ji televîzyonê tu yê li civîna min temaşe bikî.” Her wiha diyar dike ku dema xwestiye Quranê bi xwe re bibe gotiye; “Dayê Quran ji xwe bi min re ye.”
Dayîka wê xwest heta ber derî pê re biçe, dema ku dûr ket wisa lê nihêrî weke ku wê cara dawî bibîne...
Kemînek plankirî
Tiştên ku piştî wê qewimîn, wisa bi êş bûn ku bi tu gotinan nikare bê vegotin. Kemînek plankirî, kuştina bi awayê hovane… Hevrîn ji aliyê dijminên mirovahiyê ve bi hovîtî hat kuştin. Ne li bedena wê ne jî peyama wê merhemet nekirin, lê hewldanên ji bo bêdengkirina jinên azad vala derketin. Nefreta wan bi fikrên Hevrînê nikaribûn.
‘Hevrîn bû sembol’
Dayîka Hevrîn got ku “Bi kuştina keça min gotin qey dê îradeya jinan bişkînin lê piştî Hevrînê bi hezaran jin rabûn ser piyan û gotin; ‘em Hevrîn Xelef in, teslîm nabin.’ Dê meşa azadiyê di riya wê de bidome lewre peyama wê mezin bû; dirûşma Jin Jiyan Azadî di nava xwe de dihewand. Hevrîn ne tenê ji bo jinên Kurd ji bo hemû jinên azadîxwaz bû sembola berxwedanê.”
Suad Mustafa di salvegera şehadeta wê de bi gotinên şahidiya ku olan dide, wiha domand: “Dilê Hevrîn Xelef tije merhemet bû. Cudahî nedikir navbera mirovan ji bo wê gel esas bû, beriya xwe pêdiviyên gel difikirî. Dengê wê banga ji bo aştiyê bû. Dibe ku wê bi fizîkî kuştibin lê peyama wê hê jî heye. Hevrîn riya jin û mêrên ku ji edaletê bawer dikin ronî dike. Civakeke ku rêzê ji jinan re bigre, pêşeroja xwe mîsoger dike.”
Suad Mustafa dawiyê destnîşan kir ku jiyan peyama Hevrîn Xelef di bîra gelan de ewê mîna çirayeke ku diçirise bimîne, li hemberî zilm û dagirkeriyê dê bibe meşaleyeke bêdawî. Dayîka Hevrîn bi gotinên “Hevrîn Xelef sembola jinên azad e, îsbat kir ku dengê ji bo rastiyê ji guleyan bi hêztir derdikeve. Têkoşîna azadî û wekheviyê çiqas zoriyan bibîne jî dê heta dawiyê bidome. Jiyana wê; dê ji bo hemû kesên ku ji aştî, edalet û welatek li ser bingeha rastiyê ava bûyî, bibe çavkaniya îlhamê” baweriya xwe ya ji bo pêşerojê anî ziman.