Jinên karker ên li dijî kapîtalîzmê têdikoşin dê li qadan bêjin ‘Jin Jiyan Azadî’

Karkerên ku li dijî kapîtalîzmê têkoşînê didomînin, ji bo azadiya hemû cîhanê li qadan in. Di vê sala ku dirûşma “Jin jiyan azadî” li her derê bilind dibe de dê jin bi dengekî bilind daxwazên xwe bînin ziman.

SARYA DENÎZ

Navenda Nûçeyan- Mirov ji bo ku debara xwe bikin, bi sedan salan e di mercên xirab û zehmet de neçar mane bixebitin. Dema ku em ji serdema koletiyê ve heta îro dinêrin, dibînin ku mirovên di serdema nûjen de jî di mercên ‘koletiya nûjen’ tenê ji bo cihekî lê bijîn bibînin û zikê xwe têr bikin têdikoşin.

Daxwazên kesên ku di her warê jiyanê de hilberînê kirin, her dem ji nedîtî ve hat. Çîna karker û kedkarên ku di nava çerxên kapîtalîzmê de mehkûmê bindestiyê hatine kirin, bi têkoşîna ku didomînin dîroka xwe nivîsandin. Kedkarê ku li dijî ‘çarenûsa’ li ser wan hatiye verzkirin, sekinîn, bûn sembola berxwedanê, roja 1’ê Gulanê veguherandin roja serkeftinê û di heman demê de bû cejna ku tê de daxwazên xwe tînin ziman. Karker û kedkar li hemû cîhanê, di vê roja navneteweyî ya ku tê wateya yekitî piştgirî û têkoşînê de derdikevin kolanan û daxwazên xwe tînin ziman.

Karkerên ku xwe ji bandora kapîtalîzmê paqij dikin, bênavber têdikoşin, îro ji bo azadiya hemû cîhanê li qadan in. Kedkarên ku hay ji hêza xwe hebûn û li dijî mêtinkariya harbûyî sekinîn, li hemû derên cîhanê dengê xwe bilind kirin. Belê, li wan qadan çi qewimîn? Ber bi roja 1’ê Gulane ku ji bo saetên kêm ên kar çêbû ve, di 1’ê Gulana 1886’an de li Chicagoyê li Haymarketê bayê ku ji mitînga karkerek hat, cîhanê bi bandor kir, niha çi dibêje? Çalakiyên karkeran ku her roja diçe zêdetir dibin, ji bo 1’ê Gulanê çi peyamê didin me?

Ên ji xizaniyê reviyan

Li hinek welatên ku şer û pevçûn bênavber didomin, yek ji mijarên ku herî zêde balê kişand, derketina ji cih û war bû. Bi derketina ji cih û warê xwe re kesên ji şer û xizaniyê reviyan, zêdetir rastî zext û mêtinkariyê hatin û mirov ji mafên xwe bêpar man. Di salên dawî de meşa herî mezin a koçberan, li sînorê DYE’yê hat lidarxistin. Ji bajarê Meksîka, Chiapasê ber bi sînorê DYE’yê ve bi pankarta bi nivîsa “Reva ji xizaniyê” ji 24 welatan bi hezaran kes meşiyan. Ev meş di heman demê de weke “Koçberiya ji ber xizaniyê” hat binavkirin. Bi hezaran koçberên ku malbatên karkeran bûn bi dirûşma “Em sûcdar nîn in, karkerên navneteweyî ne!” meşiyan, bi hêviya “Reva ji xizaniyê” hewl didin jiyana xwe bidomînin.”

‘Karkerên xeyalet’

Bêguman vê çalakiya ku li Meksîkayê jî balê dikşîne, tenê pirsgirêka wê derê nebû. Yek ji welatên ku herî zêde koçber lê hene jî Tirkiye ye. Bi hezaran kesên ku xwe spartin Tirkiyeyê, bi nîv heqdestê hemwelatiyên Tirkiyeyê tên xebitandin. Va ‘karkerên xeyalet ên ku ji her mafî bêpar man, gelek caran terkî mirinê hatin kirin. Tenê li gorî nûçeyên hatin weşandin, di sala 2023’yan de 106 karkerên koçber di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan. Dewleta Tirk ku di bin navê ‘operasyon’ de êrişan didomîne, bi krîza ekolojîk re, erdnîgariyê veguherand dojehê û vê yekê bi xwe re xizaniyê anî. Bedela vê jî ji kedkaran digre.

 Li her derê cîhanê çalakî

Yek ji çalakiyên ku îsal balê dikşîne jî li Belçîkayê çêbû. Di meha dawiya 2023’yan de li Brukselê ji welatên cur be cur sendîka û karker, li pêşiya Qesra Edaletê ya Brukselê kom bûn. Di çalakiyê de li dijî polîtîkayên kêmkirina mesrefên giştî yên yên welatên endamên Yekitiya Ewropayê, çalakiya protestoyî hat lidarxistin. Di çalakiya ku ji gelek welatên Ewropayê bi hezaran kesên endamên sendîkayan beşdar bûbûn de polîtîkayên goya ji bo ‘teserufê’ yên hikumetan hatin şermezarkirin. Di çalakiya ku nêzî 15 hezar kes beşdar bûbûn de dirûşmên; “Ji çekan re heye ji me re tune ye”, “Em naxwazên qawîşa xwe bijdînin” “Em ê tu carî bedela vê yekê nedin”, “Em ê bi hev re qezenc bikin” hatin avêtin. Karkerên Arjantînû di 24’ê Çileyê de dest bi grevê kirin, li dijî hikumeta Mileî, polîtîkayên ‘teserufê’ û xespkirina mafan derketin. Li Fransayê ku yek ji navendên herî girîng ên çandiniyê ye; bi hezaran cotkaran ji bo daxwazên xwe rê girtin. Li Gallerê ku yek ji welatên girêdayî Kraliyeta Yekbûyî ye jî bijîjkên pratîsyen ên endamên sendîkaya BMA’yê, 72 saetan grev li dar xistin. Li Îrlandaya Bakur jî greva herî mezin a 50 salên dawî hat lidarxistin. Li Hindistanê karkeran piştî sala 2021’ê careke din bi traktorên xwe çalakî li dar xistin û jiyanê dan sekinandin.

Bi hezaran karkera bi ‘qezayên kar’ jiyana xwe ji dest dan

Li Tirkiyeyê çîna karker îsal 1’ê Gulanê di mercên ku xizanî zêdetir bûye, xebat zortir bûye, bêtemînatê kêm bûye, êrişên li ser maf û azadiya sendîkayan zêde bûne de pêşwazî dikin. Ne tenê mafên aborî, di heman demê de mafên mirovan û demokrasî jî di bin êrişan de ne. Bi taybetî ji ber îsrara di şer de operasyonên dersînor ên li Sûriye û Iraqê didomin, zêdetir kedkar zirarê dibîn. Ji ber vê yekê karker û kedkarên li Tirkiyeyê dixwazin daxwanên wan werin bicihanîn. Li welat tenê di sala 2023’yan de li gorî nûçeyên di çapemeniyê de hatine weşandin hezar û û 932 karkeran, bi cînayetên kar jiyana xwe ji dest dane. Ji wan karkeran 54 zarok, 147 jî jin bûn. 106 karker jî weke koçber hatine qeydkirin. Di 3 mehên destpêka sala 2024’an de jî 425 karkeran jiyan xwe ji dest dan. Ji van karkeran 13 jin, 16 zarok û 9 jî penaber bûn. 

 

Daxwazên kedkaran

Li Tirkiyeyê bi milyonan kedkarên ku hewl didin bi mûçeya asgerî jiyana xwe bidomînin, dixwazin mûçeyên wan ji sînorê xizaniyê derkeve astek bi awayekî mirovî bijîn û bigihîjin asteke baş. Kedkarên ku daxwaza vekişîna bihayê zêde yê madeyên mezaxtinê yên bingehîn, di bacê de misogerkirina edaletê, ji kar avêtinê, qedexekirina şewazên kar ên wek taşeron, bêewle û nerm, ji bo pêşîgirtina cînayetên kar girtina tedbîran, kontrolên tenduristiya kedkar û ewlehiya kar û azadiya rêxistinbûnê dikin, di heman demê de daxwaza çareseriya pirsgirêka Kurd û aştiyê dikin.

Îstîhdama jinan ji sedî 30 e

Jinên ku di hemû qadên jiyanê de rastî cudakariyê tên jî, li welat weke çîna jêr a koletiyê tên dîtin. Jin li qadên 1’ê Gulanê, li dijî hedefnîşandana ked, beden û nasnameya xwe, daxwaza wekhevî û aştiyê dikin. Li Tirkiyeyê li gorî daneyên Saziya Îstatîstîkê ya daneyên wî bi nîqaş e jî rêjeya îstîhdamê ya jinên ku nîvê nifûsê pêk tînin, ji nîvê mêran jî kêmtir e. Li gorî daneyan rêjeya îstîhdamê ji sedî 30 e.

Jinên xwedî zarok nikarin bixebitin

Dîsa li gorî daneyan rêjeya îstîhdamê ya jinên xwedî zarokên di bin temena 3 salî de ji sedî 28,0 û rêjeya îstîhdamê ya mêran jî ji sedî 90,5 e. Ev rewş nîşan dide ku jinên xwedî zarok ji ber nebûna lênêrîn û kreşan nikarin bixebitin. Jin hêj daxwaza ji karê wekhev re heqê wekhev dikin. Raporên hatine amede kirin eşkere dikin ku ev rewş roj bi roj bi awayekî hilweşanker didome.

Dema ku rêjeya beşdarbûna hêza kar li gorî asta perwerdeyê tê lêkolînkirin, tê dîtin ku her çiqas asta perwerdeya jinan zêde dibe, zêdetir beşdarî hêza kar dibin lê ji ber pergala perwerdeyê ya li Tirkiyeyê heta niha jî zarokên keç ji vê yekê bêpar dimînin. Di vê serdema ku perwerde di dîtin û jiyana kar de xwedî cihekî girîng e, zarokên keç di nava normên civakî de tên asêkirin û ji xwendina dibistana amadeyî jî tên dûrxistin.

Newekheviya herî kûr

Jinên ku neçar tên hiştin bi newekheviya herî kûr re têbikoşin, tevî ku neçar in jiyana xwe qezenc bikin jî mehkûmê birçîbûnê tên kirin. Jinên ku ji bo avakirina jiyana xwe şer dikin jî ji aliyê mêrên herî nêzî xwe ve tên qetilkirin. Dema bêkariya jinên ciwan du qatî daneyên dewletê ye, jiyana jinan bi karê lênêrînê ya bêmûçe re tê sînordarkirin. Ji her 10 jinên ku dixebitin an jî dikarin bixebitin 3'3 ne qeydkirî ne. Jinên ku nikarin karekî hemwext bibînin, bi piranî di karên nîvdem de ne qeydkirî tên kedxwarî kirin. Dema em temaşeyê pêla koçberiyê ya li welat dikin, yên ku bêqeyd dixebitin û di karên hîn zêdetir kêmtir û bêewle de dixebitin penaberên jin in.

Ji bo paradîgmaya azadîxwaz a jinan

Jinên ku diyar kirin sererastkirina di jiyana kar de tenê bi guhertina tevahiya civakê pêkan e, dan zanîn ku newekhevî, ji perwerdeyê dest pê dike bi hemû polîtîkayan ve girêdayî ye. Îsal jî dirûşma 'Jin jiyan azadî' hema bibejê li her qadê jiyanî bû. Jin wê her dem bi yek dengî daxwazên xwe biqîrin. Jinên ku bawer dikin di serî de pirsgirêka Kurd hemû pirsgirikên civakî bi paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaza jinan dê bê çareserkirin, diyar kirin ku pergala jiyana wan teng dike ji polîtîkaya tecrîdê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin ne cuda ye û ji bo têkoşîna azadiyê ya li dijî tecrîdê wê li qadên 1'ê Gulanê bin. Jinên ku li berxwe didin û hemû jinan vedixwînin berxwedanê, bi nasname û rengên xwe re li qadên bin û ji van axan ji bo jinên li welatên Îran, Iraq, DYE, Hindistan, Meksîka û gelek welatên din, wê bi gotinên "Bijî Gulan", "Bijî 1’ê Gulan", "Jin Jiyan Azadî" bang bikin.

Bingehên 1’ê Gulanê

Di 1’ê Gulana 1886’an de de li Haymarketa li Chicagoyê mîtînga karkeran hat lidarxistin. Yek ji sedemên lidarxistina mîtîngê jî serkeftina sendîkayê ya beriya sê hefteyan li Chicagoyê bû. Di fabîrqeyek ku amûrên çandiniyê çêdikir de, karkeran mercên xebatê şermezar kiribûn û diyar kiribûn ku dê dest bi grevê bikin. Ji ber wê yekê karker bi komî ji kar hatin avêtin. Li bendê bûn ku li cihê 800 û 1000 kesên ku vala bûye dê penaperên ku li ber fabrîqayê sekinîbûn serlêdan bikin lê di wê pêvajoyê de ji ber kampanyaya ku Rojnameya Karker dabû destpêkirin, tenê 300 karkeran serlîdan kirin. Ev yek serkeftinek bû. Dûre li Chîcagoyê çend roj dest bi grevek hat kirin.
Karker hatin qetilkirin

Roja 3’ê Gulanê, polîsan xwest karkerên di grevê de belav bikin û di encamê de 6 karker hatin qetilkirin, bi dehan jî birîndar bûn. Karkeran dest ji kolanan bernedan û ber bi Qada Haymarket ve dest bi meşê kirin. Roja 4’ê Gulanê bombe avêtin nava karkarên ku li Mayedana Haymarket kom bûbûn û di bûyerê de 12 kes mirin. Du polîs jî di heman bûyerê de mirin û li ser vê yekê polîs gule bera girseyê da, herî kêm çar kesên sivîl û 7 polîs hatin kuştin, 110 kesên sivîl û 60 polîs birîndar bûn. Di encamê de bi sedan pêşengên karkeran hatin girtin û 4 ji wan bi awayê bêhiqûq hatin darizandin û darvekirin. Di 5’ê Gulanê de careke din gule berdan ser girseyê û yek jê zarok 7 kes hatin qetilkirin. Ev yek ji bo tevgera karkeran a 1’ê Gulanê bû rojeke girîng.

Enternasyonala duyemîn û îlan

Enternasyonala duyemîn, bi pêşniyarpirsa nûnerê karkerên Firansiz; 1’ê Gulanê wekî roja yekitî, hevgirtin û têkoşîna çîna karker hat îlankirin. Di sala 1889’an de li Parîsê Enternasyonala Duyemîn kongreya xwe ya yekemîn li dar xist. Di 1’ê Gulana 1890'an de li gelek welatên DYA û Ewropayê, karkeran bersiv dan banga li wan hatibû kirin, li Şîlî û Peruyê xwepêşandan hatin lidarxistin. 1’ê Gulanê, di kongreya duyemîn a Enternasyonalê ya 1891'ê de wekî çalakiyeke salane ya bi fermî hat qebûlkirin.

Di dema Osmaniyan de li Tirkiyeyê 1’ê Gulanê

Di serdema dewleta Osmaniyan de 1’ê Gulane ji salên 1860'î û pê ve ji aliyê Ermeniyan ve hat pîrozkirin. Ji sala 1886'an pê ve bi girseyîtir bû. Li Butania, Kilîkia û Rojavayê Ermenistanê, li gelek gundên Ermeniyan bi beşdariya gelek kesan çalakî girseyîtir bûn. 1’ê Gulanê ji aliyê kedkaran ve hat pîrozkirin.

Di sala 1923’yan de, li Stenbolê karkerên tutunê, yên fabrîqayên lekşerî û riya tirênê, yên firinê, yên tramvaya Stenbolê, telefon, tunel û gazhaneyê roja 1’ê Gulanê li kolanan pîroz kirin. Karker bi pankarta ku "Bila dest daynin ser şirketên biyanî", "Ji bo xebatê 8 saet", "Betlaneya hefteyê", "Sendîkaya Serbest” û “Mafê grevê” nivîsandîbû meşiyan. Di sala 1976’an de tevgera karkeran a Tirkiyeyê û tevgera ciwanan bi hev re dest bi têkoşînê kirin. Di sala 1923’yan de, ango 50 sal paşê 1’ê Gulanê Cejna Karkeran, li Stenbolê Qada Taksîmê bi mîtîngek mezin hat pîrozkirin. Ev pîrozbahiya ku ji aliyê Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) ve di Gulana 1976’an de hatibû lidarxistin, ji bo pîrozbahiyên 1’ê Gulanê li Tirkiyeyê bû destpêkek.

Rojeke bi xwîn

Karker, kedkar, jin û ciwanan xwestin Îhtîşama pîrozbahiya sala 1976’an di 1977’an de jî bidomînin lê nebû. Mîtînka ku DÎSK’ê li Qada Taksîmê li dar xist 500 hezar karker beşdar bûn. Dema ku Serokê DÎSK’ê Kemal Turkler axaftina xwe bi dawî dikir, ji derdorê dengê çekan hat. Dema ku hê jî gelek kes bi qadê ve diçûn ji ser avahiya Îdareya Avê û Otêla Intercontinental ku niha navê wê (Otêla Marmara ye) bi ser girseyê de gule hatin berandin. Panzerên polîsan jî bi ser girseyî ve çûn. Ji bo ku girseya dixwest ji serberjora kazanciyê bireve, bitirsînin, careke din gule berdan. Mirov di bin panzeran de man, pê li hev kirin û reviyan. 28 kes bi pelixîn û fetisandinê mirin, 5 kes bi guleyan, kesek jî di bin panzerê de ma, nêzî 130 kes jî birîndar bûn. Di wê roja ku wekî "1’ê Gulana bi xwîn” ket dîrokê de li serberjora kazanciyê 9 jin hatin qetilkirin. Navê jinan wiha bûn: Dîran Nergis, Hacer Îpek Sarman, Hatîce Altun, Jale Yeşîlnîl, Kiymet Duman, Leyla Altiparmak, Meral Ozkol, Nazan Unaldi û Sîbel Açikalin.

Berpirsên komkujiya 1’ê Gulana 1977’an nehatin darizandin; hesab nedan. Piştî wê roja bi xwîn, pêşî kolan, dûre jî roja 1’ê Gulanê hat qedexekirin.

 1’ê Gulana qedexekirî

Di sala 1979'an de li Stenbolê pîrozbahiyên 1’ê Gulanê bi temamî hatin qedexekirin. Wê rojê derketina kolanan hat qedexekirin. Di 1’ê Gulanê de Seroka Giştî ya TÎP’ê li Stenbolê bi komek re derketin kolanan nêzî hezar kes hançavkirin. Behîce Boran û 330 endamên Partiya Karkerên Tirkiyeyê Türkiyeyê hatin girtin. Di sala 1980’yan de DÎSK’ê li Mersînê bi beşdariya 50 hezar kesan mîtîngelek li dar xist. Wekîlê Serokê Giştî yê DÎSK’ê Rıza Guven di mîtîngê de hat girtin. Bi derbeya 12’ê Îlonê re 1’ê Gulanê bi temamî hat qedexekirin.

Karkerên ku dest ji pîrozbahiyên 1’ê Gulanê bernedan, qedexeyan nepejirandin. Di sala 1989’an de piştî ku pîrozbahiya 1’ê Gulanê hat qedexekirin, gelek kesan xwestin biçin Qada Taksîmê lê rastî astengiya polîsan hatin. Di encama gulebarana polîsan de ciwanê bi navê Mehmet Akîf Dalci yê  17  salî jiyana xwe ji dest da.

Di sala 1990’an de di Lijneya Giştî ya Turk-Îş’ê de biryara pîrozkirina 1’ê Gulanê hat girtin. Hak-Îş’ê cara yekem 1’ê Gulanê pîroz kir. Polîs ji bo pêşî li pîrozbahiyê bigrin, li Stenbolê tedbîrên zêde girtin. Di navbera komên ku li taxan dixwestin xwepêşandan li dar bixin û polîsan de pevçûn derketin. Di bûyerên li Pangaltiyê de xwendekara zanîngehê Gulay Beceren ji aliyê polîsan ve rastî lêdanê hat û felc bû.

Piştî 30 salan careke din Taksîm

Heta salvegera 30’yemîn a 1’ê Gulana bi xwîn Qada Taksîmê ji bo karkeran hat qedexekirin. Di sala 2007’an de bi hezaran karker û kedkar ber bi Taksîmê ve meşiyan. Hemû derên Taksîmê hat dorpêçkirin, bi sedan kes rastî şîdeta polîsan hatin lê tevî her tiştî jî girseyê barîkatan derbas kir û bi sedan kes di 1’ê Gulana 2007’an de de, ji bo kesên ku 30 sal berê hatibûn qetilkirin bi bîr bînin gihîştin Qada Taksîmê. 1’ê Gulana 2008 û 2009’an jî rastî heman qedexe û tedbîrên polîsan hat lê tevî her tiştî karke ketin Qada Taksîmê.

Betlaneya fermî

Roja 22’yê Nîsana 2009’an di Lijneya Giştî ya TBMM’ê de roja yekê Gulanê bi navê "Roja ked û piştgiriyê” bi pêşnûmayek hat qebûlkirin û bû roja betlaneyê. Ji 5 hezarî zêdetir mirovan, li Qada Taksîmê roja 1’ê Gulanê pîroz kirin lê dîsa bi sedan kes hatin binçavkirin. Di sala 2010’an de ango 32 şûnde Qada Taksîmê ji bo ‘çalakiyê’ hat vekirin. Bi coş û heyecanek mezin bi beşdariya 200 hezar kesan pîrozbahiyek bi heybet hat lidarxistin.

Careke din Taksîm hat qedexekirin

Di sala 2013’an de dewletê şîdeta xwe zêde kir û tenê piştî 27 rojan ji ber berxwedana Geziyê xwest hesab ji Taksîmê bipirse. Hikumeta AKP’ê di 1’ê Gulana 2013’an de Qada Taksîmê bi hinceta “Projeya înşaeta peyarêkirina Taksîmê” careke din qadê girt. Karkerên ku hincetê ji nedîtî ve hatin, xwestin bikevin Qada Taksîmê. Li gelek deran di navbera polîs û xwepêşanderan de pevçûn derketin. Di sala 2014’an de piştî ku hikumetê da xuyakirin ku dê destûrê nede pîrozbahiyên 1’ê Gulanê, hemû riyên ku ber bi Qada Taksîmê ve diçûn hatin girtin. Li Stenbola ku 39 hezar polîs lê peywirdar in, OHAL hat îlankirin. Wê rojê nêzî 300 kes hatin binçavkirin.

Di sala 2015’an de, ji gelek aliyan ve di warê mafên demokratîk de bû mîlad. Qedexeyên fiîlî, bi hewldana derbeya 15’ê Temûzê bû “zagon.” Taksîm, ji bo karker, muxalif, Kurd, jin û ciwanan hat girtin. Tevî hemû biryarên qedexeyê, karker û kedkaran dest ji 1’ê Gulanê û Taksîmê bernedan û berxwedana xwe didomînin.