Di nava şer de vegotina jiyanê: Ji dengê Rîm Banna Filistîn

Rîm Banna ya ku êş, bîr û hesreta azadiyê ya Filistînê di stranên xwe de hildigre, muzîka xwe veguherand dengekî ku li dijî şer û wêraniyê jiyanê diparêze. Stranên Rîm Banna, bi bîr dixe ku li Rojhilata Navîn aştî ancax tenê bi edalet û azadiyê pêkan e.

Navenda Nûçeyan – Zarokên ku li Rojhilata Navîn di bin siya şeran de mezin dibin, bîra mirovên ku ji cih û warên xwe dibin, bajarên wêrankirî û kesên mane ye… Bi nêzbûna 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê re dengê hunermenda Filistînî Rîm Banna careke din rûyê bêhejmar ê şer tîne bîra me. Di stranên wê de, Filistîn ne tenê erdnîgariyeke pevçûn tê jiyîn e, ciheke ku zarok lê mezin dibin, mirov hez dikin, hesret dikin û tevî hemû wêraniyê jî jiyana xwe didomînin e.

Rîm Banna ya di sala 1966’an de li Nasirayê ji dayîk bû, bû yek ji dengên jin ên muzîka Filistînî yên navneteweyî yên naskirî. Rîm Banna ya di temenekî biçûk de dest bi muzîkê kir, piştî ku li Moskowayê perwerdeya muzîkê wergirt, vegeriya welata xwe. Rîm Banna, beşekî girîng a jiyana xwe ya hunerî ji bo vejandina kevneşopiyên stranên zarokan ên Filistînî û çanda devkî ya windabûyî feda kir. Lê belê, muzîka wê bi demê re ji parastina bîra çandî derket. Windakirin, sirgûn, girtin, jiyana zarokan û hesreta azadiyê ya Filistîniyan, di stranên wê de bûn mijarên herî girîng.

Yek ji mînakên herî berbiçav ên helwesta Rîm Banna ya li dijî şer, ya di qada navneteweyî de, beşdarbûna li projeya “Lululabies from the Axis of Evil" ya di sala 2003’an de bû. Di projeya ku dema Şerê Iraqê hat amadekirin de, hunermendên jin ên ji Rojhilata Navîn, Kuba, Efganistan û deverên din ên cîhanê li hev civiyan. Li şûna zimanê şer, zimanê lorîkan hebû. Dengê jinan ji cîhanê re peyamek li dijî şer bû. Di vê projeyê de Rîm Banna dengê Filistînê bû.

Çîroka êşa Filistînê bi çîrokên zarokan vegot

Albûma Rîm Banna ya binavê “The Mirrors of My Soul” ya di sala 2005’an de hat weşandin,  wêraniya ku Filistînê bi çîrokên takekesî jiyaye vedibêje. Albûm çîrokên kesên ku hatine sirgûnkirin, yên ku ji malên xwe hatine derxistin, Filistîniyên di girtîgehan de û zarokên ku mirine, dihewîne. Yek ji beşên herî balkêş ên albûmê Sarah bû. Rîm Banna, di vê stranê de çîroka kuştina zarokekî Filistînî yê biçûk vedibêje, şer ji têgehên leşkerî û siyasî derxist û hilgirt jiyana nîvço ya zarokekî. Ji ber ku di muzîka Rîm Banna de şer tenê li qada şer dihat dijîn. Di windayiya dayîkekê de, di jiyana nîvco ya zarokekî de, di malekî ku neçar maye bê terikandin û di axên vala mayê de berderwam dikir. Lewma, di stranên wê de li kêleka êşê, israrek xurt a li ser jiyanê jî tê bihîstin.

Ji lorîkan heta stranên berxwedanê

Dibe ku aliyê herî bihêz ê muzîka Rîm Banna li vir derdikeve holê. Rêwîtiya wê ya bi tomarkirina lorîkên kevin ên Filistînî yên ku ji zarokan re dihatin gotin dest pê kir, bi demê re veguherî şahidiyek muzîkê ku bîra gelekî ji cîhanê re ragihand. Rîm Banna, nivîsên kevneşopî yên Filistînî bi muzîka hemdem re kir yek, helbestan çêkir û stranên zarokan ên ku terkî jibîrkirinê hatiye, ji nû ve vegot. Bi vî rengî, muzîk ji bo wê ne tenê huner, di heman demê de rêyek parastina bîrê jî bû.

Rîm Banna di erdnîgariyeke ku şer ne tenê mirovan ji xaka wan, ji ziman, stran û bîra wan jî qut dike de, ji bo ku ev neyên jibîrkirin dengê xwe hişt. Dema ku di sala 2018’an de mir, li pey xwe ne tenê albuman, dengê jineke xurt ku hevaltî ji dîroka nêz a Filîstînê re kir, hişt.

Îro dîsa dema ku Rojhilata Navîn ji şer, koçberiyên bi zorê û hilweşînê derbas dibe, stranên wê wateyê qezenc dike. Dema ku 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê nêz dibe, guhdarkirina Rim Banna ji ber vê yekê ne tenê guhdarkirina hunermendekî Filîstînî ye. Tê wateya guhdana dengê mirovên ku li pey vegotinên siyasî yên şer ên mezin mane.