Deq: Nirxandinek çanda nasnameya jinan
Deq, hewldana fêmkirina dîrok û çanda gelekî, bi taybetî bîranîna ku ji hêla jinan ve ji nifşekî bo nifşekî din tê hilgirtin û veguhestin, sûd dide ku em di navbera rabirdû û niha de girêdanên xurttir ava bikin.
Navenda Nûçeyan – Di lîsteya rojê de, em rêwîtiyek kurt ber bi çanda deq (tattoo), ku di tevahiya dîrokê de di jiyan û nasnameyên jinan de cihekî girîng girtiye dikin. Deq navekî herêmî ye ku ji bo tatoyên kevneşopî yên di nav civakên Kurd, Êzîdî û yên din ên li Mezopotamyayê dijîn de tê bikaranîn e. Ev kevneşopiya ku tê de motîfên taybet li ser beden têne nexşandin, ne tenê pêkanek estetîkî ye. Ew, di heman demê de rîtuelek çandî ye ku di aliyê bawerî, parastin, berhemdarî, nasname û bîra civakî de wate qezenc kiriye. Her çend koka dîrokî ya Deq rasterast di çavkaniyên nivîskî yên kevnar de hatine belgekirin jî, ji hêla antropolojîk ve tê pejirandin ku pratîkên tatoyan bi hezaran salan di dîroka mirovahiyê de hebûne. Şopên Deq di vedîtinên arkeolojîk de hatine dîtin, ev yek nîşan dide ku ev çand yek ji mînakên herî kevin ên civakîbûnê ye.
Çanda Deq li herêma Mezopotamyayê, bi giranî li erdnîgariya Kurdistanê derketiye holê. Çandeke Deqê li vê herêmê heta roja îro maye heye. Ew wek rîtueleke çandî ya girîng bi taybet li Mêrdîn, Riha, Amed, li seranserê Rojava û di nav civaka Êzidî de tê hesibandin. Gelên din ên li herêmê dijîn bi demê re ev çand pejirandine. Deq bûye beşek yekgirtî ya nasnameya çandî ya gelê Kurd.

Deq li gorî herêm û civakê wateyên cûda hildigrin
Her sembola ku di kevneşopiya Deq de tê bikaranîn, li gorî herêm û civakê wateyên cûda hilgire. Ev motîf hebûna jinan bi rêya sembolên taybet ên wan sembolîze dikin û mijarên wek bereket, ewlehî, evîn, yekîtî, girêdana bi xwezayê re, parastin û jiyan bi rêya rêûresmên li ser beden têne îfade kirin. Hebûn, afirînerî û berhemdariya jinan di wateya gelek ji van motîfan de jî girîngiyek girîng digrin. Mînak, motîfa sêgoşeyê rasterast parastin, xûliqkariya jinê, afirînerî û hebûna wê temsîl dike.
Hema hema her motîfa koka Deq, xwedî şiklekî dişibe sêgoşeyekê ye. Ev carna bi xalan, carna bi xêzan têne çêkirin û şiklên sêgoşeyî diafirînin. Wekî din, bi şiklên bazneyî û xetên xemilandî yên derdorê rojê sembolîze dikin. Wekî ku tê zanîn, baweriya bi rojê di kokên Kurdan de pir xurt e. Îro, ev bawerî bi saya Êzîdiyan maye. Ji ber vê yekê, motîfa rojê ne tenê wek awayek ê xemilandinê ye, di heman demê de wek yek ji sembolên bîra kolektîf a Mezopotamyayê ku heta roja îro hatiye, dikare bê xwendin.
Di pirtûka ‘Bingeha dîrokî û pêşeroja şoreşa jinan’ de, derbarê deqan de ev pênase heye; Tatoyên li ser bedenê jinên Kurd, Ereb û Mîthrîdat şopên çanda xwedawendan hildigrin. Sembolên ku ew li ser rû û bedenên xwe dinvîsin - roj, heyv, xezal, dara jiyanê, şeh, xaç, mar û Şahmeran - heman sembolên ku em li ser dîwarên şikeftan, di wêne û peykerên kevnar, goristanan, keviran, xemlên malan, karên hesinî, tevn û nexşan de dibînin e. Jin û zarokên keç enî, sing, dest, mil, ling û piyên xwe bi sembolên çanda xwedawendan xemilandine. Rengên tatoyan bi tenê ji agir û şîrê dayîkên ku zarokên keç anîne dinyayê hatine wergirtin.
Sira Deqan a dayîk dibêjin
Dayîkên Kurd sira deqê bi baweriyên ku ji nifşekî bo nifşekî din têne veguhestin rave dikin. Yek ji van vegotinan wiha ye: “Deq bi şîrê dayîkek ku kurek tîne dinyayê nayê çêkirin, ji ber reng nagire. Tenê şîrê dayîkên ku keçên wan hene digire.” Wateyên ku ji motîfên deqê re têne dayîn, dighîjin gelek hest û ezmûnên jiyanê. Dayîk dibêjin ku deq êş, tirs, hêvî, xwestek, evîn û bedewiya jiyanê temsîl dike. Her wiha tê bawerkirin ku deq li dijî çavê xerab, bêbextî, nexweşî û xetereyên cûrbecûr diparêze. Baweriya ku deq bext û bextewariyê tîne, evîn û kêfxweşiyê hildigre, bereketê dide jiyanê û risqê malê zêde dike jî beşek girîng a vê kevneşopiyê pêk tîne. Di vî warî de, gengaz e ku çanda deqê wek yek ji kevneşopiyên çandî yên kevnar bê hesibandin ku li Mezopotamyayê pêşketiye û bi taybet di beden, bîranîn û veguhestina nifşan a jinan de dewam dike.
Di bedenê de hebûna zimanê sembolîk
Di roja me de li gelek deverên cîhanê, tato bûne awayek berbelav ê îfadekirinê. Mirov helwestên xwe yên îdeolojîk, dilsozî, xewn, bîranîn û çîrokên xwe yên kesane bi rêya sembolên ku li ser bedenê wan hatine neqişandin, îfade dikin.
Lê belê, berovajî têgihîştina nûjen a tatoyan, deq ne tenê tercîhek kesî an meylek estetîkî ye. Deq vegotinek çandî ya kevnar e ku baweriyên erdnîgariya xwe, ezmûnên jiyana jinan, bîra civakî, tirs, hêvî û xeyalên ji bo jiyana li ser beden hildigre. Îro careke din li deq nihêrîn tenê nayê wateya ku bîranîna kevneşopiyek tatoyan a berê ye. Di heman demê de tê wateya ji nû ve xwendina bîra çandî ya Mezopotamyayê, zanîna ku jinan ji nifşan ve ji nifşan veguheztine û zimanê sembolîk ê ku bi riya beden hatiye avakirin e.