Nesrîn Nas: Krîz li gorî dilê Erdogan in

Siyasetmedar Nesrîn Nas, guhertinên bihayê perêyê biyanî yê dawî û ragihandina bernameya nû ya Erdogan nirxand û diyar kir ku Erdogan temaşeyê derketina dolar a asta 18,50 TL kir û hişyarî da ku ev stratejiyeke hilbijartinê ya Erdogan e û got: “Erdogan ji her krîzê hewl dide pêşengiya xwe ji civakê re teyît bike û derdibeve. Krîz ji bo Erdogan derfet in.”

ELÎF AKGUL
Stenbol- Piştî ku dolar di 20’ê Kanûnê de bû 20 TL, Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bernameya  “mewduata TL ya demkî ya pereyê parastî" ragihand û di nav hefteyekê de TL li hemberî dolar hat asta 10 TL’yî. Me ji siyasetmedar û parlamentera berê Nesrîn Nas ev rewşa ku wekî çoyekî sêrbaz guherî, sedema hilweşîna aborî û armanca bernameya ku hatiye ragihandin pirs kir.
Nesrîn Nas diyar kir ku ev bernameya nû hatiye ragihandin dibe ku pêvajoyê hedî bike û wiha got: “Li gorî hin gotegotan sedema girtina biryareke wiha ji nişka ve êrîşek li hemberî sîstema bankayan e. Roja în, şemî û duşemê ji hesabên pereyên biyanî vekişanek cidî çebûye. Bêguman wan berê nîqaşa vê modela ku hatiye kirin, kirine.”
“Perçeyek stratejiya qezenckirina hilbijartinan a Erdogan e”
Nesrîn Nas der barê pêngava aborî de dibêje; "Perçeyek stratejiya qezenckirina hilbijartinan a Erdogan e” û wiha didomîıne:
“Ez bawer nakim ku Erdogan zêde girîngî dide pirsgirêkên aborî, xizanî, xirabûna dabeşkirina dahatê, windahî û destkeftiyan. Ew hewl dide pêngavek bike ku ji nû ve were hilbijartin û hêza serokatiya xwe xurt bike. Li vir jî wisa kir. Destûr da ku nirxê pereyê biyanî derkeve 18.40’an. Bi axaftinên xwe yên wekî "Faîz sedema enflasyonê ye" teşwîq kir û li bilindbûna nirxê pereyê biyanî heta 18.40’an temaşe kir. Dema ku gel bi tirsa dovîzên wan ên di bankayê de dest daynin, bi lez û bez pereyên xwe yên danehev ji hesabên xwe derdixin û xistin bin balîfê, şîrketên ku deyndar bûn jî dest bi qîrîna xwe ya ‘Em ê ji ber bilindbûna dovîzan îflas bikin’ kirin. Her kesê berê xwe daye ser pirsa "Kî wê me ji vir rizgar bike?" Dema ku muxalefetê daxwaza xwe ya hilbijartinên pêşwext anî ziman, Erdogan vê demê ev model derbasî jiyanê kir” 
Ji aborî zêdetir biryarek siyasî ye 
Nesrîn Nas bal kişand ku têgihîştinek siyasî tê avakirin û wiha axivî: “Bi vê daxuyaniyê re, Bankaya Navendî di nav du rojan de 7 milyar dolar bi riya bankayên kamûyê dayîna bazara yê, karî ji aliyê derûnî ve nirxê diravê paşve bikşîne. Ji aliyê siyasî ve jî ev têgihîştin hat avakirin: “Çi dibe bila bibe, Erdogan vî karî dizane. Ger krîzê çareser bike dê çareser bike'. Yanî ev pêngav ji biryareke aborî zêdetir biryareke siyasî bû.”
Nesrîn Nas bi bîr xist ku hin malzemeyên kampanyayê û vîdeoyên ji bo medyaya civakî ji berê ve hatibûn amadekirin û "Yên ku ji ber dovîz kêm bûye govend digrin, ji berê ve hatibûn amadekirin" û wiha got: "Ji bo her tiştî di heman demê de dest pê kirin.”
"Hemû krîzên ku ji sala 2017’an vir ve derdikevin bi dest hatine çêkirin”
Nesrîn Nas bi dubareyî got: "Nirxa bilindbûna dovîzê hat temaşekirin" û destnîşan kir ku bi hezaran kes dolar bi buhayên giran kirî ne û wiha domand; “Hemû krîzên ku ji sala 2017’an vir ve derdikevin bi dest hatine çêkirin. Erdogan ev krîz bi destên xwe afirandiye. Beşek girîng a krîzê ji ber girîngîdayîna faîzê derketiye holê." 
Nesrîn Nas di berdewamiya nirxandinên xwe de got: “Modela danehev a ku hat hilbijartîn, bi giranî beralîkirina çavkaniyan înşeatê û ji bo beralîkirina mutehîdên kamûyê, temînatên xezîneyê yên ku ji wan re hatine dayîn, projeyên hevkariya taybet ên kamûyê, temînatên veguheztin û xezîneyê ye. Krîzên deynkirina xezîneyê ya dolar û ewro ji welatiyên xwe krîzên navxweyî ne. Çavkaniyek nebawer ket destên wan. Lê ev hemû bi giranî ji bo pîşesaziya înşeatê, rê, pir û balafirgehên ku balafir lê danakevîn hatin xerckirin. Her kar 5-10-15 qat bihatir dihat kirin, ji ber ku hemû îhale îhaleyên bê çavdêrî bûn ku li derveyî Qanûna Îhaleyê hatibûn kirin. Heman awayî, lêçûnên kamûyê jî wiha ne. Ev çavkanî bi dawî bûn. Ji bo çareseriya pirsgirêka pêkhateya aboriya Tirkiyeyê veberhênanek nehat kirin. Li Tirkiyeyê veberhênana bi teknolojiyê herî dawî fabrîqeya Fordê ye. Ew jî di sala 2001’ê de hat çêkirin. Piştî vê yekê tu veberhênanek tune ye. Hemû veberhênanên kamûyê hatin firotin û arizîkirin. Gelek veberhênanên ku hatine arizîkirin karker ji kar derxistin, fabrîqe hatin girtin û li ser axan navendên danûstendinê yan jî xanî hatin çêkirin. Modela danehev a hatiye hilbijartin me anî vê derê.” 
“Gel hat deyndarkirin”  
Nesrîn Nas diyar kir ku hikûmeta AKP'ê dema ji derve çavkanî nayên dikeve riya ku daxwaza navxweyî zêde bike û gel bi krediyan deyndar bike û wiha got: "Dema di pandemiyê de hemû welat yekser piştgiriya dahatê dikirin ji welatiyên xwe re, me dîsa kredî da welatiyên xwe. Me krediya tûrîzmê da, krediya xaniyan da. Dema ku hûn girseyek deyndar diafirînin, hûn vê girseya deyndar ji guhertina desthilatdariyê re heses dikin.”
Nesrîn Nas wiha domand: “Bi vî awayî, hûn têgihîştina ku ger polîtîka biguherin, mirov nikaribin deynên xwe bidin ava dikin. Ev jî ji Erdogan re hilbijartinê da qezenckirin. Erdogan serokekî ku 24 saetan hilbijartinê difikire ye. Di vê qonaxê de hizra qezenckirina hilbijêrên nû nake lê ger beşa bi navê 'bêbiryar' bi dest bixe, temînata wê heye ku muxalefet bi ser nekeve." 
“Krîz bi kêrî Erdogan tê” 
Nesrîn Nas destnîşan kir ku muxalefet tifaqên xwe li ser rêgezan nade rûniştandin û bi civakê re têkiliya bi bawerî nikare ava bike, hişyarî da ku ev rewş destên Erdogan xurt dike. Erdogan berê cudakariyê li ser nasnameyan dikir, îro li ser aboriyê dike. Erdogan ji her krîzê pêşengiya xwe ji civakê re teyît dike û derdikeve. Krîz ji bo Erdogan derfet in.”