Li Helebceyê jinan di Mihrîcana Biharê de rengê xwe nîşan dan

Li bajaroka Şarezûr a Helebceyê ji bo ku jin berhemên xwe yên karê dest û xwarinên Kurdewarî bidin nasîn, mihrîcana biharê hat lidarxistin û gelek kes bi berhemên xwe beşdarî vê mihrîcana rengîn bûn.

RÊJNE SELAM

Helebce- Di 22’ê Nîsanê de li parka giştî ya bajaroka Şaresûr a ser bi parêzgeha Helebceyê, ji bo ku jin berhemên xwe yên karê dest û xwarinên Kurdewarî bidin nasîn, 1’yemîn Mihrîcana Biharê ji aliyê Navenda Saziya Demokratîk ve hat lidarxistin. Di mihrîcanê de zêdeyî 40 jin bi berhemên xwe yên karê dest û xwarinên Kurdewarî cîh girtin.

Jina bi navê Rawêj Serdar bi karê dest ê nexşandina şûşeyan beşdarî Mihrîcanê bûye. Rawêj kêfxweşiya xwe ya ji ber beşdarbûna li mihrîcanê bi van gotinan anî ziman: “Ev du sal e ku ez vî karî dikim û bi riya înternetê fêr bûm. Nexşadina şûşeyan du rojên min digre û hêvîdar im ku herkes karê ku jê hez dike, pêk bîne.”

‘Bi mihrîcanan jin berhemên xwe pêşkêş dikin’

Berpirsyara Koma Jinên Şarezûr Kurdistan Cemal li ser girîngiya mihrîcanê rawestiya û wiha got: “Bi salan e bi hevkariya mekteba rêxistina demokratîk a beşa Şarezûr, me mihrîcanek yek rojî lidar xist. Di mihrîcanê de zêdetirî 40 jinên destrengîn, bi karên xwe cîh girtin. Armanca me ew e ku jinên ciwan kêrhatiyên xwe bidin nasîn. Ji ber li mal kar dikin û tu firoşgehek ku van berheman nîşan bidin nîne, bi van cûreyên mihrîcanan em hewl didin jin berhemên xwe bidin nasîn û bikaribin debara xwe bikin.”

‘Mihrîcan bi karê destê jinan dewlemend bû

Kurde Mihemed ku di mihrîcanê de bi boyaxê wêne li ser rûyê zarokan xêz dike jî xwendekar e lê dîsa jî beşdarî mihrîcanê dibe. Kurde sedema tevlîbûna xwe ya li mihrîcanê wiha vegot: “Her çiqas ez xwendekara beşa Biyolojî bim jî, beşdarî mihrîcanê bûm. Ev kar her ku ez bi xwe fêr bûme, gelek jê hez dikim. Ez xwendekar im, lê belê girîngî didim hunerê û beşdarî mihrîcanan dibim. Bi taybetî bi rengkirina rûyê zarokan, ez diwê hêviyê de me ku jin karê xwe bi xwe bikin, ji ber ku derfetên kar ji bo jinan kêm in.”