Li ser beravê derya debara jiyana xwe dike

Amanî Şais a ji Xezayê yek ji wan jinan e ruxmê zanîngehê bi dawî kiriye bêkar maye û ji bo debara malabata xwe bike firotina xwarinê li ber berava deryayê kar dike.

RAFIF ESSLEEM

Xeza – Rêjeya bêkariya derçûnên zanîngehan her ku diçe zêde zêde dibe. Li gor bîlançoya dawî ya Navenda bîlançoya Filistînî dema dawî de rêjeya bêkariyê nava derçûyên zanîngehan gihîştiye ji sedî 65’an.

Amanî Şais a ji Xezayê jî yek ji wan xwendekaran e ku beşa Jimaryariyê û Rêvebirina Karan zanîngehê de bi dawî kiriye, lê di rewşa heyî de bêkar maye. Amanî Şais a li dikanek biçûk a ber berava deryayê kar dike û debara xwe pê dike, wiha dibêje: “

 ‘Civak jina bi hin pêşeyan tenê sînordar dike’

Amanî Şais anî ziman ku ji bo ew bikaribe debara xwe û malbata xwe bike di gelek karan de cih girtiye û wiha got: “Min di pîşeyên cuda de kar kiriye weke garson li xwaringehekê karkirî, piştre li kargehek taybet bi çêkirina pêlav û çanteyan, li şirketan jimaryarî û rêveberin, di dawiyê de jî fêrî çêkirina burger bû û xwarin li ser erebeyê firot û biryar da vegerim Xeza û dest bi projeya xwe taybet bikim. Weke jinek ku li kolanan kar dike, hinek zehmetî derdixe peşiya min, civaka Xeza jinan bi hin pîşeyan tenê sînordar dike weke mamoste û bijîşk û ji derveyî van dernakeve. Lê min biryar da vî qalibî bişkînim û projeya xwe di mal de tenê neke weke piraniya keçan ku piştre bibin dikevin.”

‘Guh nadim şîroveyên neyînî’

Amanî Şais di berdevamiya axaftina xwe de qala pêvajoya kar û zehmetiyên ku derdikevin pêş kir û wiha gotinê xwe dimand: “Ez bi navê projeyê fikirîm ji bo ji aliyê hemûyan ve bê pejrandin li ser navê karekterekî kartonî yê herî bi nav û deng nava zarokan û nifişan bi navê Selta Burgir, bandor vî navê li ser projeyê erênî bû. Heta kesê naxwezê xwarinê bixwe tê ji bo cih û şêweyê erebê nas bike. Hemû pêvajoyên xwarin çêkirinê li pêş çavên zibonan tê çêkirin, hewil didim cih paqij be û guh nadim şîroveyên neyênî. Carnan xelk derbas dibin gotin davêjin, lê tenê bi ken bersiv didim ji ber ku ji bo pêdiviyên zarokên xwe peyda bikim ji bilî vî karî ti riyê dîtir li pêş min nema ye.”

‘Piştgiriyê didim hemu jinan’

Amanî Şais a dayîka sê zarokan e dibêje: “Jin dema niha de bi zêdebûna pêdiviyên jiyanî li gel karê hevjînê xwe divê karê wê taybet hebe, xem nake proje biçûk be jî ew tê de bi ser dikeve.”

Amanî Şais di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku piştgiriya hemû jin û keçan dike ku dest bi projeyên biçûk bike li benda wezîfeya ku nayê nemîne, tirsê ji hinavên xwe derîne û kar bike ji ber ku heta û wiha gotinê xwe bi dawî dike: “Jin li mal dimîne kes nayê pêdiviyên wê herî kêm jî peyda nake. Derfeta baş piştî çend hewildanan tê. Ger binbikevim jî weke dibêjin Şerefa hewildanê têra min dike.”