Komiteya Aboriya Jinê ji bo pêşdebirina aboriyê li gundên Til Temir digere

Endama Rêveberiya Komîteya Aboriya Jinê ya Kongreya Star a navçeya Til Temirê Zehra Mihemed der barê projeyên wan yên aboriyê yên sala 2022'an de serdana gundan dikin ji bo ku jinan di warê aboriya xweser de pêşbixin û got: "Derdê me ew e jin nas bike ku ew situna bingehîn a jiyanê ye û ya herî girîng jî aboriyeke xweser bi wê ava dibe. Ji ber wê jî hewceye di warê aborî de xwe bibîne û projeyan birêve bibe her wiha têbighêje ku projeyên aborî tenê ne girêdayî mêran e."

SORGUL ŞÊXO
Hesekê- Di nava şoreşa Rojava û giştî Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, Komîteyên Aboriya Jinê roleke pir girîng di warê pêşdebirina jinê û naskirina wê ji aboriyê û hûrguleyên wê de lîstiye. Her wiha di rêya vekirina bi dehan projeyên çandiniyê, çêkirina tenûran, malên pilastîk, mobîliya, xwedîkirina pez û mirîşkan jî dikarîbûn bi sedan jinên ku di malên xwe de dixebitin derînin û di nava van projeyan de çalak bikin û bi xwe rêveberiya van projeyan bikin. Proje li gorî taybetmandiyên axê û herêmê têne pêşxistin û jin ji karê ku fêm dike jî wan projeyan pêşkêşî Aboriya Jinê dike û li ser wî bingehî piştî lêkolîn û xwendina projeyê li gorî girîngiya wê tê ava kirin. Li navçeya Til Temirê li kêleka projeyên çandiniyê û tenûrê, Komîteya Aboriya Jinê ya girêdayî Kongreya Star hewl dide ku projeyên xwedîkirina mirîşkan û gelek xebatên dinê veke, li ser vê yekê jî dest bi serdana gundan kirine. Têkildarî vê mijarê jî Endama Rêveberiya Komîteya Aboriya Jinê Zehra Mihemed axivî. 
Zehra got ku di destpêka sala 2022'an de wan dest bi hemleya rêzecivînan kirine û wiha dom kir: "Bi armanca ku em projeyên jinan yên xweser pêşbixin, me dest bi rêzecivînên li gundan yên taybet bi jinan kiriye. Em di civînan de gelek projeyên aborî yên taybet bi jinan nîqaş dikin û li gorî wê nerînên jinan çêdibin. Di vê salê de em ê projeya tenûrê ji bo hevjîn û dayikên şehîdan çêbikin û di demeke nêz de jî ev tenûr wê bikeve meriyetê. Em ê arvan û mazotê ji wan re peyda bikin û ew jî nan lêxin û bifroşin û hejmara jinên ku di projeyê de cih bigrin çar in."
“Li kêleka pêşinyarên projeyê astengî hene”
Zehra bal kişand ser projeyên ku pêşkêş dikin û astengiyan kir û wiha pêl da gotina xwe: "Li gelek gundan me hevdîtin bi jinan re çêkir û gelek proje pêşinyar kirin. Lê ji ber ku piraniya xelkên ku li gundên li ser Hesekê dijîn koçberê Serêkaniyê ne, ew derfetên wan tune ye ku projeyên bi vî rengî li gundan were vekirin. Jinan projeyên derûtinê, xwedîkirina mirîşkan û cihê çêkirina bûkan pêşinyar kirin lê ji ber hinek astengiyên heyî, bû sedem ku em van projeyan li wan gundan çênekin. Lê di demê pêş li gorî rewşê û guhertinan, em ê hewl bidin ku bi rêya projeyên din re, destê alîkariyê bighînin wan."
“Em hewl didin jinan di projeyan de çalak bikin”
Zehra da zanîn ku divê û tiştekî sereke ye ku aboriyeke xweser ya jinê hebe û wiha pêde çû: "Dema ku aboriyeke taybet bi jinan hebe, helbet wê girîngiya wê jî li pêş be çi di hundirê mal ango di nava civakê de be. Di vî şerê ku rûda ye de civakê gelek zirar dîtiye û di aliyê aborî de jî zirareke mezin li wan bûye. Em jî hewl didin ku bi van projeyan ne tenê jin malbatê bi giştî re bibin alîkar. Şerê ku bi ser herêmê de hat û tê jî bandoreke neyînê li jinan kiriye, di encama vî şerî, hişmendiya DAIŞ û ya baviksalarî de gelek jin hatine berdan ango bi temenkî biçûk hatine zewicandin û paşê ew berdan e. Em jî dixwazin ku projeyên taybet ji bo van jinan çêbibin û aboriyeke wan çêbibe. Taybet di vê pêvajoyê de, çimkî jin êdî ber bi cihên din ve diçin ji ber wê ye ku îro em projeyan ava bikin wê jin bêtir xwe nas bike û hîn bêtir nêzî xwe bibe. Heman wextê jî pereyên ku ji projeyê werin wê bighêje destên wê, da ku xwe nespêre tu karên cûda."
Zehra bi vê gotinê dawî li axaftina xwe anî: "Projeyên me rastî qebûlkirin û neqebûlirinê jî tê, ji ber hîn ew hişmendiya baviksalarî serwer e û civak di warê azadiya jinê de di hemû waran de kûr nebûye. Ji berê baştire, ji ber niha qebûlkirin û têghiştinek jî ji karê Aboriya jinê û projeyên wê re jî çêbûye. Em hewl didin ku hemû civakê û taybet malbatê jî têbighêjin wê rastiyê ku ne şaş e aboriyeke jinê a xweser hebe, ji xwe dema ku em û malbat bi hev re bi jinê re bibin alîkar wê rêjeya serkeftina wê projeyê mezin be."