Jinên koçber bi çandiniyê debara zarokên xwe dikin

Jinên koçber ên di kampan de li Idlibê li derdora konên xwe sebzeyên demsalî diçînin da ku pê debara zarokên xwe bikin.

LÎNA EL-XETÎB

Idlib - Jinên koçber ên di kampan de li Idlibê li derdora konên xwe sebzeyên demsalî diçînin da ku pê debara zarokên xwe bikin.

Semîra El-Melhan a 29 salî diyar kir ku ew her sibeh diçe nava baxçeyê xwe yê biçûk ê ku tê de piraniya sebzeyên havînê yên pêwîstiya malbata xwe çandine û wiha pê de çû: “Ji destpêka havînê ve, min gelek cureyên sebzeyan çandine, di nav wan de bacan, îsot, xiyar, bexdenûs û her wekî din hene. Piştî koçberiyê, ev rêbaz bûye vebijarkek pêwîst ji bo teserufê ji ber buhayê zêde û xizaniyê. Gelek caran bi me re heqê xwarina me namîne, ji ber vê yekê me çandina sebzeyan weke çareseriyek dît. Bihayê her kîloya bacan 5 lîreyên Tirkiyeyê ye ku dibe 1250 lîreyên Sûriyeyê û bihayê kîloya xiyar jî 4 lîreyên Tirkiyeyê ye ku dibe 1000 lîreyên Sûriyeyê.”

“Tiştê ku min teşwîq kir sebzeyan biçînim dûrbûna bazaran ji kampê û bihayê zêde bû”

Ayîşa El-Onî ya 33 salî anî ziman ku buhayê zebzeyan bûye sedem ku ew çend cureyên sebzeyên havînê li nêzî konê xwe biçînin û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Min çend cure kulîlk jî çandine. Ez hewl didim karê xwe yê çandiniyê vegerînim a ku min beriya koçberiyê dixebitî. Beriya ku em koçber bibin erdek me hebû û min sebzeyên havîn û zivistanê diçandin da ku me hewcedariyên xwe peyda bikira û tiştên zêde jî bifirota. Tiştê ku min teşwîq kir sebzeyan biçînim, dûrbûna bazar û dikanan ji kampê û bihayên zêde, şert û mercên xirab ên aborî bûn. Di navbera jinên kampê de ruhê hevkariyê heye, ji ber ku ew zebzeyên zêde li kesên di çandiniya berhemên xwe de bi ser neketine, belav dikin.”

“Em di xwezayê de dermanê nexweşiyên derûnî yên ku em dikşînin dibînin”

Rîma El-Caferî ya 60 salî da zanîn ku tercîh nake sebzeyan ji bazaran bikire û wiha axivî: “Sebzeyên ku em bi xwe diçînin paqijtir û bi tamtir in ji ber ku bê madeyên kîmyewî ne. Di tevahiya jiyana xwe de min sebze diçandin. Rengê kesk giyan rehet dike û damaran bi aram dike, nemaze li van kampên ku her der hişk û bê reng e. Ez rojane li ber şitlên sebzeyan rûdinêm. Em di xwezayê de dermanê nexweşiyên derûnî yên ku em dikşînin, dibînin.”