Meral Daniş Beştaş: Divê bê edaletî bê rakirin

Meral Daniş Beştaş a bal kişand ser zehmetiyên ku jin di jiyana kar de rû bi rû dimînin, xwest ji bo ev bêedaletiyên ku jin di jiyana kar de rû bi rû tên ji holê rabin, Lêkolîna Meclîsê bê vekirin.

Navenda Nûçeyan- Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Sêrtê û Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, derbarê gelek pirsgirêkên weke mobing, cudakarî û tacîz ên jinên kedkar ên di jiyana kar de tên jiyîn, pêşnûmeyek pêşkêşî Meclîsê kir û daxwaza Lêkolîna Meclîsê kir.

Newekheviya derfetan tê jiyîn

Di pêşnûmeya ku hat tomarkirin mafê xebatê yê ku bi Destûra Bingehîn hat bi ewlehî kirin bi qasî ji bo mêran ji bo jinan jî yek ji mafên bingehîn ên mirovî ye, wiha hat gotin: “Lê jin ji destpêka karkirinê ve li gorî mêran di dezavantajê de ne û di jiyana xwe ya xebatê de rastî gelek pirsgirêkên cuda tên. Jin neçar tên hiştin bi pirsgirêkên wekî newekheviya derfetan, cudakariya zayendî, mêtingeriya zayendperest û tacîza zayendî re têbikoşîn.”

Di berdewamiya pêşnûmeyê de ev tişt hatin diyarkirin:

“Ciwaziya zayendî ya li dijî jinan, di pêvajoya dest pê kirine girtina kar de; terfî, şêwazên xebatê, wezîfedarkirin, pozîsyonkirin û mijarên bi vî rengî berdewam dikin. Tevî qedexekirina cihêkariyê jî, gelek kardêr di girtina kar de pêşî li mêran digirin an jî tenê mêran tercîh dikin.

“Ji jiyan re mobing tê sepandin”

Pirsgirêka herî zêde ya jinên kedkar mobînga zayendperest e. Jin di jiyana kar de ji ber zayenda xwe ji mêran zêdetir bi pirsgirêka mobingê re rû bi rû dimînin. Di encama van hemûyan de jin bi tirsa bêkariyê di nava karekî ne aram û mafê wan ê xebata a bi rûmet tê pelçîqandin de dixebitin. Jinên ku di warê psîkolojîk de pir westiya ne jî dibe ku ji ber tevliheviya mobbing û bandorên din pirsgirêkên tenduristiyê bijîn; nikarin li hemberî zordestiyê bisekinin û dev ji karên xwe berdidin. Ev rewş derdixe holê ku mobbing pirsgirêkeke civakî ye ku jinan ji jiyana kar dûr dixe û bandoreke neyînî li ser jiyana kar ya jinan dike.

Karê nerm û ne ewle

Karkirina jinan di qadên xebatê yên nerm û ne ewle de pirsgirêkek pir gelemperî ye. Gelek jin bêyî ewlehiya civakî hebe, di karên nefermî de dixebitin. Jinên ku li malê dixebitin, beşeke girîng a hêza kar ya ne qeydkirî ne. Ev awayê xebata di nava malê de hem tevlîbûna jinan a di kar de sînordar dike, hem jî dibe sedema îstîsmarkirina keda wan e.

“Divê bêedaletî bê rakirin”

Pêwîst e ev bêedaletî ya ku jin di jiyana kar de rastî wan tên ji holê bên rakirin û faktorên ku jinan ji jiyana kar dûr dixin û îstihdamkirina wê kêm dikin bên rakirin. Ji bo vê jî ji bo jin di jiyana kar de lêkolîn û rêziknameyên xweser bên çêkirin û pêwîst e bi navê rêkûpêk kirine lêkolîna meclîsê bê vekirin.”