Ji Weqfa Jinê projeyên pêşxistin û hişyariyê
Rêvebera Weqfa Jina Azad a Kobanê Şêrîn Mihemed got ku “Weqf bê navber derfetan ji bo jinan pêşkêş dike” û eşkere kir ku di 4 mehên dawî de 134 jinan ji projeyên wan sûd girtine.
NÛRŞAN EBDÎ
Kobanê – Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku warê şoreşa jinan e, bi dehan saziyên pêşxistin û perwedekirina jinan hene. Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê jî yek ji van saziyên herî bi bandor e ku di vî warî de jinan ji aliyê pîşeyî de amede û perwerde dike.
Weqfa Jina Azad ku cara pêşî di sala 2014’an de li kantona Cizîrê vebû, piştre berbelavî tevahî kantonên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû. Weqf li bajarê Kobanê yê kantona Firatê di sala 2018’an de hat avakirin. Şêrîn Mihemed ku rêvebera Weqfa Jinê ya Kobanê ye, derbarê saziya xwe, proje û pêşketinên ku dijîn de, ji ajansa me re axivî.
Di her warî de ji bo jinan derfetan peyda dikin
Şêrîn Mihemed destnîşan kir ku “Weqfa Jinê pêşxistina jinan a di warê fikrî û pîşeyî de ye”, wiha behsa xebatên xwe kir: “Piştî ku rewşa jinan û pêwîstiyên wan hatin lêkolînkirin, me dît ku divê em ji bo jinan cihekî weke Weqfa Jinê avabikin. Ji bo vê jî bi armanca perwerdekirin û pêşxistina jinan a di warê fikrî û pîşeyî de em dixebitin. Lewra jî perwerdeyên hizirî, dirûtin, karê destan, koafêr, kompûter û tenduristî li gel me hene.”
Şêrîn Mihemed diyar kir ku jin ji 18 salî heta 55 salî berê xwe didin Weqfê û wiha dewam kir: “Weqfa Jinê derfetan ji bo hemû jinên civakê pêşkêş dike û li gor pêwîstiyan tevdigere. Ji bo jinek were gel me û sûd bigre, em xwendin û nivîsanandinê bingeh nagirin. Ji ber vê yekê jî ji 18 salî heta 55 salî, jin berê xwe didin me. Rojane bi dehan jin bi xwestek û hezkirin tên û navên xwe di beşên heyî de tomar dikin.”
‘Bi sedan jin dibin xwedî projeyên aborî yên serbixwe’
Şêrîn diyar kir ku perwerdeyên pîşeyî, projeyeke serxwebûna jinan a di warê aborî de ye. Li ser vê yekê ev nirxandin kir: “Beşa fêrkirina dirûtinê perwerdeya wê, 3 mehan dewam dike. Piştî ku jin di ezmûnê de biser dikevin em bawernameya derçûnê didin wan û ew jin êdî dikarin serbixwe cihekî vekin. Ev jin bi riya vê bawernameyê projeyan ji bo xwe vedikin û dikarin bibin xwedî aboriyeke serbixwe. Di heman demê de beşên din jî di heman çarçoveyê de ne. Piştî ku jin perwerdeya xwe temam dikin êdî dikarin bêyî ku pala xwe bidin kesî, li ser piyan bisekinin û bendewariyên xwe pêk bînin.”
Perwerdekirin û hişyarkirin beşeke sereke ye
Şêrîn Mihemed bilêv kir ku komîteya perwerdeyê jî ji hişyarî û pêşxistina jinan berpirsyar e û wiha axivî: “Di Weqfê bi xwe de navenda me ya tenduristiyê jî heye. Li vir 3 rojan bijîşkek zarokan û 3 roj jî yên jinan hene. Ji bo kontrolê em pereyekî kêm digrin û dermanan jî bê pere didin zarok û jinan. Li aliyekî din komîteya me a perwerdeyê jî heye. Ji xwe me diyar kir ku karê me ne tenê peydakirina derfetên kar a ji bo jinan e, her wiha em di avakirin, perwerdekirin û pêşxistina jinan de jî xwedî proje ne. Li gor vê komîteya me ya perwerdeyê li hev dicive û li gor pêwîstiya demê û pêvajoyê mijarên xwe hildibjêrin û di malan, taxan, gundan, komînan û hwd de, jinan bi riya semîneran perwerde û hişyar dikin.”
Jin ji bo perwerdeyan dikevin dorê
Şêrîn ragihand ku jin bê navber berê xwe didin Weqfê û wiha pê de çû: “Weqfa Jinê bûye cihekî bi sûd ji bo jinan ku jin bê navber berê xwe didinê. Em dibînin ku hê dewre bidawî nebûne, hejmareke mezin kom bûye û li benda navên xwe ne. Ji bo vê jî serdan ji bo hemû beşan pir zêde ye û zêdetir jin daxwazên xwe di beşa dirûtinê de berz dikin.”
‘Bila jin biryar bigrin em amade ne’
Şêrîn Mihemed axaftina xwe bi diyarkirina hejmara derçûna jinan a di 4 mehên borî de, bi dawî kir. Şêrîn Mihemed ev agahî dan: “Di van çar mehên dawî de gelek jin derçûn. 134 jin ji beşên dirûtin, tenduristî û koafêriyê der çûn. Jixwe hîn dewre jî berdewam dikin. Di nav wan de jî beşdarbûneke mezin a jinan heye. Ji bo vê jî em ji bo hemû jinan dibêjin ku xwe di mal de kilît nekin û li benda derfetan nemînin. Deriyê Weqfa Jin a Azad ji bo hemû jinan vekirî ye. Bila jin tenê biryar bigrin û yê mayî jî li ser me ye.”