Çerxa bêwijdan a ku bi karkeriya demsalî digere
Di vê serdema ku bi kedxwarî û mêtinkariya li ser ax, xweza û mirov her diçe çerxa bêwijdan zêdetir digere de; jinên karkerên çandiniyê, bi keda destên xwe û xwêdana eniya xwe dibin mexdûr û beramberî keda xwe nagirin.

ESRA AZÎZÎ
Kamyaran – Li taxên kenar ên bajar û gundan, jinên ku barê malbatan girtine ser milên xwe dijîn. Her demsal dema ku dema berhemên çandiniyê tê, jin berê xwe didin zeviyên nok, kartol û firingiyan; bi heqdestê rojane hinek be jî hewl didin debara xwe bikin.
Van jinan bêyî sîgorta, ewlehiya kar û mehaneyeke daîmî di bin mercên giran de dixebitin. Ji ber kêmasiya cilên li gorî kar û ekipman, li ber tavê, din ava ax û giyayên bi strî de bi salan dixebitin û westandina bi salan xwe li ser beden û rûyê wan dide der.
Ji her temenî di nava çerxa jiyanê ya bêwijdan de dixebitin
Ji her tememî jin di nava zeviyan de dixebitin, jinên ciwan û extiyar mil bi mil, ji bo çerxa jiyanê bigere bi ked û xwêdan hewl didin.
Li gelek herêman, beriya demsala çandiniyê dest pê bike bi hev re li bendê dimînin, bi hêviya dîtin kar…
Di nava zeviya firingiyan de jinên ku gelek ji wan ji pêncî salî mezintir in hene. Lepik xistine destên xwe li pişta xwe keviyê girê dane. Tu kesê ji wan derfeta xwendin û hînbûna pîşeyek nedîtiye. Niha tenê bi hêza milên xwe û bi sebra ku ji axê hîn dibin jiyana xwe didomînin.
Heşt saet dixebitin 6 saet jî di rê de derbas dibe
Zehra Nasirî, yek ji wan jinan e wiha dibêje:
“Em rojane 600 hezar tumen digrin lê li gorî karê giran ê em dikin pir kêm e. Rojê milyonek jî bidin me kêm e lê weke din çare tune ye; kar tune ye, em neçar in ji bo debara jiyanê bixebitin. Hê di saetên sibehê de ji eniya me xwêdan tê. Germ be jî serma be jî ferq nake lewre mesrefên malê û deynê me hene. Em li ser hev deyn dikin û din ava axê de li ber tava tûj neçar dimînin bixebitin. Jinên temenê wan di navbera 60–70 salî de neçar nebin, karekî wiha dikin? Jin û mêr bi hev re heşt saet di nava zeviyan de dixebitin, şeş saet jî rêwîtî ye loma dema bêhnvedanê namîne.”
Heta ku hêza wan a fizîkî hebe neçarî xebatê ne
Jineke din a destên wê bi ax in wiha dibêje:
“Em her dem diçin nava zeviyan; ez dayîka min, heta zarokên min jî tên. Ne xwarinê didin, ne jî mesrefa riya me didin. Em xwarinê bi xwe re tînin, pereyê rê jî em didin. Hê ciwan im lê ferq nake; derde me yek e, heman neçarî, heman êş û heman çarenûs.”
Zêdetirî karkerên çandiniyê jin in; şansa wan ji bo karekî baştir tune ye, destekek ji bo guherandina jiyana wan tune ye. Van mirovan heta ku hêza wan a fizîkî hebe; weke hêza ji bo xebatê tên dîtin lê dema ku ew hêz diqede, tenê navê wan dimîne. Jinên bê sîgorta, yên mafê wan ê malnişîniyê tune ye, di nava xwelî û axê de bêxwedî…