Armanc Muhemed: Aboriya jin, pîşeya jinan a xwezayî vegerand û derfetên kar ji wan re dabîn kir

Rêvebera Aboriya Jin a Kongreya Star Armanc Muhemed kar û xebatên saleke tijî ked û pêşketina jinan a di warê aborî de nirxand. Her wiha plansaziya 2022’an eşkere kir.

EBÎR MUHEMED
Qamişlo- şoreşa ku li Rojavayê Kurdistanê bi navê jinan deng veda, ne tenê şoreşeke leşkerî bû. Şoreşa Rojavayê Kurdistanê, şoreşa aboriya jin bû ku hebûna xwe li ser vê axê îsbat kir û aboriyeke xweser a ne dûr jiyana wê ya xwezayî bû bi dest xist. Bi sedan saziyên jinan hatin avakirin û bi taybetî di warê aborî de lingê xwe di vî warî de girt. Li ser vî sesasî jî Komîteya Aboriya Jin hat avakirin û bû xwedî ji jinên ku zehmetiyên aborî dikşînin. Bi hezaran jin ji hemû pêkhateyan tevlî projeyên Aboriya Jin bûn û aboriyeyke xwe ya serbixwe ava kirin da ku dest li ber tu kesê venekin û ew xwe bi xwe debara jiyana xwe bikin. Rêveberiya Aboriya Jin a Kongreya Star Armanc Muhemed der barê kar, proje, pêşketin û planên sala nû de ji ajansa me re axivî.
“Vegerandina pîşeya ku ji destên jinan hatibû derxistin”
Armanc got ku dabînkirina derfetên kar ji jinan re û vegerandina pîşeya ku ji destên wan hatibû derxistin, armanca wan a yekemîn e û wiha dest pê kir: “Komîteya Aboriya jin di sala 2015”an de bi rengekî fermî hat avakirin û sîstem jê re hat dayîn. Komîte di komîn û saziyan de hat birêxistinkirin. Armanca me ya yekemîn ji avakirina vê komîteyê, pêşxistina projeyan ji bo jinan û xurtkirina wan di warê aborî de ye. Di heman demê de, debînkirina derfetên kar ji jinên ku aboriya wan tune ye û bi zehmetî debara jiyana xwe dikin û ji bo ku destên xwe li ber tu kesê nevekin. Bi demê re proje hatin pêşxistin ku li ser çar beşan xwe bi rêxistin dike di milê çandinî, sewaldarî, pîşesazî û bazirganî de û li gorî vê yekê jî derfetên kar ji jinan re hatin vekirin. Her wiha koperatîf hatin vekirin. Aboriya Jin, ji çandiniyê dest pê kir ji ber ku çandinî ji destên jinan hatibû derxistin loma jî ji 2014’an heta 2015’an yekemîn cihê kar ku ji jinan re ku hat vekirin qada çandiniyê bû.”
“Em aboriyeke serbixwe ava dikin”
Armanc bal kişand ser şikandina jinan a sînorên civakê û daxwaza wan a avakirina aboriyeke serbixwe û wiha berdewam kir: “Jinan sînorê yekemîn ê ku zîhniyeta cihê jinan rûniştina li malê ye li pêş xwe şikandin û li gotinên neyînî guhdar nekirin. Karê aborî bi rengekî baş îsal hat meşandin û hejmareke baş jî ji jinan cihê xwe di projeyan de digrin ku ev hejmar gihîştiye 2000 jinên cihê xwe di projeyên Aboriya Jin de digrin. Armanca wan a yekemîn ew e ku aboriyeke serbixwe ava bikin ji bo ku bikaribin debara xwe û malbatên xwe bikin bêyî ku hewcedarê tu kesê bin. Dema me dest bi projeyan kir, pispor nebûn lê bi demê re êdî jin bi xwe bûn pispor di vî warî de û projeyên xwe bi pêş xistin. Di vê salê de jin di komînan de û hem jî di bajaran de hatin birêxistinkirin.”
Kar û xebatên salekê
Armanc projeyên vê salê wiha rêz kirin: “Projeyên tenûran di hundirê gundan de, sewaldarî di riya komînan de, projeyên çandiniyê 800 jin tê de kar dikin. Projeyên ku di sala 2021’an de bi pêş ketine:
- Projeya Xaniyên Plastîk li Tirbe Spîyê ye 71 xaniyên plastîk dihewîne û 100 jin zêdetir tê de kar dikin.
- Projeya Dmesal li Dêrik û Gir Kendal heye nêzî 70 jin cihê xwe tê de digrin ku werzên hemû demsalan tên çandin ji hêla hilanîna sarincokê ve tên parastin ji bo ku xirab nebin.
- Projeya Mobîlya hat vekirin ji bo çêkirina qultoxan û li pêşengehan tên firotin. Di heman demê de çar kargeh ji bo çêkirina cilan hatin vekirin û bi riya çar duikanên bi navê Lavîn tên firotin li Qamişlo, Hesekê, Dirbêsiyê û Girkê Legê. Projeya Lavîn kooparatîf e û para jinên tê de kar dikin heye. 
- Projeyek ji bo karên destan û çêkirina mûnet hat pêşxistin û dîsa jî jin tê de kar dikin. 
- Li Herêma Firatê jî projeyên ku bi pêş ketine yên nanê sêlê, sewaldarî, çandinî û kargeheke çêkirina cilan e li herêma Firatê hat vekirin ku 5 jin tê de kar dikin. 
- Vekirina firineke nan û aşek li Dêra Zorê nêzî 20 jin tê de kar dikin.”
Plansaziya salane ya Aboriya Jinê 
Armanc Plansaziya Aboriya Jin a 2022’an eşkere kir û wiha bi dawî kir:
- “Avakirina aboriyeke komînal
- Birêxistinkirina projeyên tenûrê û sewaldariyê bi riya komînan.
- Avakirina akademiyeke taybet bi aborî ji bo perwerdeyên fikrî û pratîkî ji bo sazkirina pisporan di warê aborî de.
- Pêşxistina aboriya jin.”