12'emîn Festîvala Helebceyê deriyên xwe ji mêvanan re vekir
Di Festîvala Helebceyê de zêdetirî 500 firoşgehan ji berhemên destçêkirî heta xwarinên herêmî gelek berhemên ku amade kirine pêşkêş kirin. Festîvalê hilberîna herêmî, çanda Kurdî û tamên kevneşopî yên Helebçeyê anîn cem hev.
MIHRÎBAN SELAM
Helebçe – 12’emîn Festîvala Helebçeyê ku li bajarê Helebçeyê yê Başûrê Kurdistanê tê lidarxistin, îro dest pê kir. Zêdetirî 500 stand li qada festîvalê hatine danîn û kelûpelên destçêkirî, berhemên herêmî û xwarinên kevneşopî yên Kurdî pêşkêşî mêvanan dikin.
Festîvala ku di bin çavdêriya Parêzgeha Helebçeyê de û bi hevkariya Rêveberiya Çandiniyê, Rêveberiya Geştiyariyê û toreke rêxistinên civaka sivîl tê lidarxistin, armanc dike ku ji bo cotkar û xwediyên baxçeyan li herêmê derfetên kar ên nû biafirîne û aboriya herêmî vejîne.
Tê gotin ku festîvala tê payîn tevkarî ji aboriya bajêr re çêbibe, ji bo hilberînerên herêmî derfetek girîng pêşkêş dike da ku berhemên xwe bidin nasîn.
Di festîvala ku dê çar rojan bidome de gelek çalakiyên çandî û civakî di nava xwe de bigre.