hiqûq

  • Dengdêrên Iraqê meylek nû û hişyariyek li hemberî guhestina benda 57’an nîşan didin 

    Jinên Iraqê hişyarî li ser guherandina benda 57’an a zagona rewşa kesane ya welat der barê danîngeha zarokan de dan, di demeke ku parêzvanên mafên mirovan piştrast kirin rêjeya rewşên hevberdanê di astek bilind a bi xeter de ye.

  • Li Mêrdînê rûniştina doza 5 rojnamegeran hat dîtin 

    Li Mêrdînê rûniştina doza 5 jê rojnamevan 8 kesên jê dihatin darizandin ji bo mutalaya dozger hat taloqkirin.

  • "Li Rihayê ewlehiya canê girtiyan tune ye, em ê serlêdana sûc bikin" 

    Hevseroka Şaxa OHD’ê ya Rihayê parêzer Ayşe Şehrîban Demîrel a ku rojên derbasbûyî bal kişand ser îşkence û binpêkirina mafên girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Jimare 2 a Rihayê û diyar kir ku ew ê li dijî kesên îşkence kirine serlêdana sûc bikin û bang li saziyên neteweyî û navneteweyî kir ku "bikevin tevgerê”.

  • Evîn Cuma: Divê dewleta tirk ji ber karanîna çekên kîmyewî bê cezakirin 

    Rêveberiya Komeleya Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê Evîn Cuma şixulandina çekên kîmyewî ji aliyê dewleta tirk ve şermezar kir û bang li Rêxistinên Mafê Mirovan kir ku dewleta tirk ji ber şixulandina çekên kîmyewî bê cezakirin.

  • Di derbarê rojnameger Roza Metîna de biriyara beraetê 

    Rojnameger û nivîskar Roza Metîna a di çarçoveya doza KCD’ê de tê darezandin beraet bû.

  • "Her kesê ku jinan neparêze û tedbîran negre kiryarê kuştinê ye" 

    Parêzer Fazilet Taştan Arserîm bal kişand ku li Rihayê bûyerên kuştina jinan û mirina bi guman zêde bûne û wiha got: “Qetilkirina jinan û bûyerên şîdetê ne bûyerên ferdî ne. Ew bûyer bi nêrîna civak û mêran a li hemberî jinan pêk tên. Ji ber vê yekê kuştina jinan polîtîk e. Her kesê ku jinan neparêze, tedbîran negire û êrîşî mafên wan ê jiyanê bike kiryarê kuştina jinan e.

  • “Rejîma Îranê heta niha bi hezaran kes darvekirine û di gorên komî de veşartine” 

    Li Îranê ji sala 1980’an ve zagona darvekirinê xistine meriyetê. Di nava 40 salan de bi hezaran kes darvekirine û di nava gorên komî de veşartine. Heta niha jî darvekirin berdewam dike, bi salane gelek kes ji ber sedemên siyasî û ayînî tên darve kirin.

  • Bi rêziknameyê re, girtî bêyî ku bên dadgehkirin cezayê wan tê zêdekirin 

    Bi guherîna qanûna înfazê re, bi sedan girtî bi hinceta ku “rewşa wan nebaş e” nayên berdan. Sekretera Giştî ya Komeleya Hiqûqnasên Azad (OHD) Parêzer Renkîn Ergul diyar dike ku girtiyên tehliyeya wan ji ber sedemên cuda taloqî şeş mehan hatiye kirin, bêyî ku dadgeh bibin dîsa ceza li wan tê birîn û dibêje ku pîvanên di rêziknameyê de ne objektîf in.

  • Gurbet Fîda ya hatî qetilkirin bi rojan hatiye desteserkirin û îşkence ditiye! 

    Di rapora otopsiya pêşî ya Gurbet Fîda ya ku li Licê ji aliyê Alî Fîda ve hat qetilkirin de, hat tespîtkirin ku li cihên cuda yên laşê wê şop û birîn hene. Parêzerên ku dosya lêkolîn kirin, bal kişandin ser Gurbet Fîda ya beriya ku bê qetilkirin bi rojan hatiye desteserkirin û îşkencekirin û diyar kirin ku ji bilî kiryar, divê kesên ku tevlî sûc bûne bên tespîtkirin û dosya bi berfirehtir were lêkolin kirin.

  • Li herêmên di bin kontrola Hûsiyan de azadiya jinan tune ye 

    Parêzvanên mafên mirovan ên Yemenê belgeyek fermî ya ku zilm û zora tiliyên hejmarek olperestên zilm tê de hebû û zordarî li jinan dikin parve kirin. Belgaya ku hat parvekirin îsbat dike ku milîsên Hûsî ceza li malbatên Yemenê yên ku li dijî qanûnên nû derdikevin ferz dike.

  • Dadgehkirina modelîsta Yemenî, Întisar Al-Hammadi berdewam dike 

    Di rûniştina doza modelîsta Yemenê Întisar El-Hammadî de parêzerên parastinê, daxwaz kirin ku tawanên exlaqî û xirab ên ku ne li ser delîlan in werin rakirin ku yek ji wan îdiaya dozgeriyê ya ku hatibû gotin Întisar Al-Hammadi keçên nenas teşwîqê fuhûşê û kiryarên bêedeb kiriye.

  • Keda karkerên jin ên di kargehan de di xebitin nayê ditin û rastî bêmafiyan tên 

    Jinên Tûnisê yên ku di kargehên cuda de dixebitin ji aliyê xwediyên kar ve rastî gelek neheqî û bêmafiyan tên. Di gelek fabrîqeyan de cudahiya zayendî heye û her tim jin hîn zêdetir kar dikin karker hem diwestin û li hemberî vê westanê jî hem rastî neheqiyê tên hem jî heqdestek kêm digrin.

  • Diyardeya parsekiyê di nava zarokên Idlibê de zêdetir dibe 

    Şer û pevçûnên ku çêdibin, zêdetir jiyana zarokan vediguherînin dojehê. Zarokên ku pêdiviya wan bi xwedîkirina baş a madî û manewî heye; ji ber şerên ku mezin derdixin, xwe di nava jiyana zor û zehmet de dibînin ku ev yek ne li gorî tu awayê zarokatiyê ye. Idlib yek ji wan deran e, zarok ji beden û temenê xwe girantir di bin barê jiyanê de ne. Ev zarok hem dixebitin hem jî ji birçîna parsekiyê dikin.

  • “Divê Aysel Tugluk demildest bê berdan” 

    Parêzer Reyhan Yalçindag Baydemîr, bal kişand ser pirsgirêkên tenduristiyê yên giran ku siyasetmedara Kurd Aysel Tugluk ev salek e pê re rû bi rû ye û xwest ku e demildest bê berdan û bal kişand ku Serokatiya ATK’ê ya Stenbolê ku rapora "Ew dikare di girtîgehê de bimîne" amade kiriye, di rewşek neyînî de, dê berpirsiyar be. Reyhan Yalçindag Baydemîr diyar kir ku wan li hemberî vê mijarê îtîraz kirine û da zanîn ku dê pêvajoyên zagonî bên destpêkirin.

  • Danişîna doza Figen Ekti taloqî 8’ê kanûnê kirin 

    Şandeya dadgehê ji bo amadekirina mutalayê rûniştin doza aktîvîsta TJA yê Figen Ekti taloqî 8'ê Kanûnê kir.

  • Ji rojnameger Nurcan Yalçin re 20 salan cezayê girtîgehê hat xwestin 

    Der barê rojnameger Nurcan Yalçin de bi îdiaya sûcê "endamtiya rêxistina terorê" û "kirina propagandayê" 20 sal cezayê girtîgehê hat xwestin. Danişîna din di 22’ê Mijdarê de were dîtin.

  • Li herêmên dagirkirî bi perwerdeyê nifşek tê bişaftin 

    Li kantona Girê Spî, beriya dagirkirinê, hejmara dibistanan gihîştibû 426 û niha tenê 100 dibistan li gundewarên rojavayê Girê Spî di bin parastina Hêzên Sûriyeya Demokratîk û navçeya Eyn Îsa de ne. Her çendî di xizmetê de bin jî carna ji ber bombebarana bêserûber a deverê tên girtin.

  • Yek ji pirsgirêkên civakî yên sereke: Kurtaj 

    Li gelek welatên cîhanê hîna jin têkoşîna mafê kurtajê dimeşînin û gelek caran ev hewldanên wan rastî nêrînên dijber tên. Jin bi kevneşopiyên adet û texalîtan tên gunehbarkirin û sezadan.

  • Doza parlementer Feleknas Uca hat taloqkirin 

    Runiştina doza parlamentera HDP'ê ya Êlihê Feleknas Uca ya ji ber daxuyaniyên dayî tê darezandin hat dîtin û doz taloqî 11’ê Çileya 2022’an hat kirin.

  • "Ger sax bûya wê niha 24 salî bûya" 

    Di nav 12 salan de, der barê Ceylan Onkol a 12 salî ya ku dema pezê xwe diçêrand bi guleya hawanê ya qereqola leşkerên tirk jiyana xwe dest da, kesek bi tenê jî nehat cezakirin. Parêzer Derya Yildirim bal kişand ku dozger di dema lêpirsînê de sûcdaran diparêze û diyar kir ku tevî hemû rastiyan jî doz bi biryara neşopandinê bi encam bûye û destnîşan kir ku bêcezatî binpêkirinên nû bi xwe re tîne.