hiqûq
-
Doza rojnameger û nivîskar Roza Metîna taloqî 14’ê Îlonê kirin
Yekemîn Daneşîna Doza derbarê rojnameger û nivîskar Roza Metîna de hatibû vekirin taloqî 14'ê Îlonê hat kirin.
-
Salek û çar meh ceza dan Dayika Aştiyê Fatma Turan
Di daneşîna doza Dayika Aştiyê Fatma Turan hat dîtin salek û 4 meh cezayê girtîgehê li Fatmayê hat birîn.
-
Kampanye ya piştevaniya Întisar El Hammadi ya Yemenî
Rêxistin û ktivistên mafê mirovan ên Yemenê ji bo Întisar El Hammadi ya 94 rojin girtiye kampanye ya piştevaniyê dan despêkirin. Întisar El Hammadi di destê komên Husi yên li Yemenê de dimîne û heta niha li ser wê sucek jî nedîtine.
-
"Êrîşa li ser mamosteyên Edrarê ne ya yekem e"
Sekreterê Dewletê yê Jinên ku di Sendîkaya Cezayîrê de dixebitîn piştrast kir ku êrîşa li ser mamosteyên dibistana Burc Bacî Muxtar li wîlayeta Edrar a Cezayîrê, ne êrîşa yekem e, di berê jî êrîşan wisa li dijî dibistanê çêbûne.
-
Dadgehkirina rojnameger Kenza Xato taloqî 1'ê hezîranê bû
Li Dadgeha Seydî Mihemed a Cezayir ê doza rojnamevan Kenza Xato hat dîtin û doz taloqî 1’ê Hezîranê kirin.
-
Eren Keskîn: Polîtîkaya windakirinên di binçavan de ji 1915’an û vir ve berdewam dike
Tê diyarkirin ku ji sala 1980 û vir ve li Tirkiye û Kurdistanê 1,388 kes "bi zorê hatine windakirin." Gelek dosyayên windakirina bi zorê hene lê belê, ji ber ku der barê van dosyayan de tu delîl nehatine nirxandin, dosya bi salan di refan de girtî mane û di dawiyê de jî dibejîn "Demborî" û davêjin.
-
“Divê qanûnek yekgirtî ya zewaca di temenê biçûk de qedexe dike were derxistin”
Encûmena Şer’î ya Îslamê li Libnanê sererastkirina pergala qanûna malbatê, nemaze der barê zewaca piçûkan de pejirand. Bi vê yekê pêşî li zewaca di bin 18 salî de tê girtin lê ji ber ku îstîsna dimîne her çendî gaveke erênî be jî nebes dimîne.
-
Nahîd Taghavî 200 roj di hucreya yek kesî de hat hiştin!
Çalakvana siyasî û mîmara teqawid Nahîd Taghavî ji 16’ê Cotmeha sala 2020’an ve li Girtîgeha Evîn a Îranê girtî ye. Rûniştina doza Nahîd Taghavî ku hêj derneketiye pêş dadgehê dê di 25’ê Gulanê de dest pê bikira lê doz bêyî hincet were nîşandan hat taloqkirin.
-
Li Yemenê Rêxistina Komeleya Dayikên Girtiyan hatiye ava kirin
Komeleya Dayikên Girtiyan ji bo zanîna çarenûsa gelek mirovên ku bi zorê hatine revandin li gelek bajarên Yemenê piştgiriya manewî dan malbatên girtiyan û ji bo azadkirina girtiyan gelek çalakiyan li dardixin.
-
Martha Koome dê bibe yekem jina serdozgera Kenya yê
Dozgera Keniyayi ya bi nasnama xwe ya muxalîf tê nasîn Martha Koome dê bibe yekem jina serdozgera welatê xwe.
-
"Jin heta ku nebin xwedî vîna rastîn hêza wan nayê mîsogerkirin"
Her çendî nêzî sal û nîvek di ser derketina qanûna têkoşîna li dijî şîdeta li ser jinan li Mexribê derbas bûbe û digel hewldanên welat û saziyên civaka sivîl ji bo rakirina vê diyardeyê jî; ev diyarde her diçe zêde dibe. Ve yekê hişt ku gelek jinên Mexribê dest bi karên komeleyî bikin û piştgiriyê bidin jinên ku rastî şîdetê hatine.
-
Komeleya Rosa ji bo “Peyîmana Stenbolê” li Dadgeha Bilind doz vekir
Komeleya Jinan a Rosayê, ji bo ku fesihkirina Peymana Stenbolê bê îptalkirin li Dadgeha Bilind doz vekir.
-
Îqbal El Eslan: Dema ku em jinên koçber dihewînin gelek zehmetiyan dikşînin
Îqbal Eslan der barê rewşa zehmet ku pê re rûbirû dimînin de dibêje ku xetera herî mezin ew e ku pir jin ji ber zextên derûnî xwe dikujin, ji ber vê wan dest bi tedawiya psîkolojîk kiriye da ku zirara li ser jinan çêbûye bibînin û çareser bikin.
-
Zoya Rohana: Em dixwazin qanûna rewşa kesane derxin
Zoya Rohana dibêje ku di dema niha de ger bikaribin dixwazin, dewletek ava bikin ku ew dewletek sivîl be bikaribe pergala mezhebî ya ku zagonên rewşa kesane saz dike û mafên jinan binpê kiriye hilweşînin.
-
Li dijî şîdet û kuştinê komeleya jinên Tûnisê hemle da destpêkirin
Piştî ku li Tûnisê jina bi navê Rifqa EL-Şaranî ya 26 salî ku rastî şîdetê dihat, ji aliyê hevjînê xwe yê polîs ve hat kuştin berteka jinan zêde bû. Endama Komeleya Jinên Demokrat Racaa EL-Dihmenî kuştina Rifqa EL-Şaranî şermezar kir û got ku ji ber li deriyên têkildar daye hatiye kuştin.
-
Seher EL-Heşimî: Qanûna ceza ya Iraqê mafê jinan binpê dike
Seher EL-Haşimî diyar dike ku ji bo parastina mafên jin û zarokan qanûna li dijî tundiya malbatê riya tekane ye, gelek sedem hene ku pêkanîna vê qanûnê bi paş dixin, yek ji wan jî zîhniyeta desthilatdar a civaka Iraqê ye.
-
Ji bo şidetê parastina tê zanîn: Hişê wî ne temame
Li navçeya Şîşlîyê ya Stenbolê Mehmet Hanîfî Bozaslan ê ku tundî li jinekê kiribû û derbarê wî de biryara kontrola edlî ya hatibû dayin, hat rakirin.
-
Biryara mînak: Melek Îpek
Melek Îpek a ku hevjînê wê Remezan Îpek her dem şîdetê lê dikir neçar ma wî kuşt, çend roj berê hat tehiliyekirin. Parêzer Çîgdem Sevîmlî got ku ji ber têkoşîna jinan a di vê pêvajoyê de biryara tehliyeyê hatiye dayîn û bal kişand ku divê biryar ji bo dosyayên bi vî rengî bibe emsal.
-
Parêzerê jina ciwan İntîsar El-Hemadî hat tehdîd kirin
Parêzerê jina ciwan a Yemenî İntîsar El-Hemadî, Xalid El-Kemal ji ber ku parastina miwekîla xwe ya bê sedem dibin çavan de tê girtin dike hate tehdîd kirin. Her wiha Nivîsgeha Dozgeriya Sana yê, ku di bin kontrola koma Ensar Elah El-Husîyîn de ye, pêşniyara berdana jina ciwan İntîsar El-Hemadî red kir.
-
Danişîna Doza Kobanê hat dîtin
Danişîna Doza Hevserokên berê yên HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 28 girtî 108 kes jê tên darizandin bi protestoyan despêkir.