Xedîce Tekroîn: Divê zagonên cudakar bên guhertin

Jinên Mexribê ji bo destkeftiyên ku jiyana wan ber bi pêş ve dibin û diguherînin, biparêzin, bi hewldan û xebatên xwe her dem di nava xebatê de ne û ked didin.

HANAN HARITE

Mexrib- Endama Federasyona Hevbendiya Mafên Jinan Xedîce Tekroîn teqez kir ku têkoşîna ji bo mafên jinan bi Roja Jinan a Cîhanî tenê ve ne girêdayî ye, bi têkoşîna tevgerên jinan li Mexribê ve girêdayî ye.

Endama federasyona hevbendiya mafên jinan Xedîce Tekroîn bersiva pirsên ajansa me da û diyar kir ku tevî hemû destkeftiyên jinên Mexribê û derketina zagonên şoreşgerî di warê parastina mafên wan de, hin zagon hene pêwîstiya wan bi guhertinê heye ku li gorî peymanên navneteweyî bin ên ku Mexribê jî îmze kirine.

Bi nêzîkbûna Roja Jinên Cîhanê gelo rojek ji salê têr dike ku pirsgêrêkên jinan ên ji zordarî û cudakariyê xuya bikin?

Roja Jinan a Cîhanê xwedî wateyên girîng e di dîrokê de, ew yekemîn nerazîbûna jinan li bajarê New Yorkê sala 1856’an de bi bîr tine. Dema  komek jinên Emerîkayê yên karmend li dijî siyaseta zordariyê nerazîbûn nîşan dan, ev yek bû çirûska serhildana jinan. Cara yekem bû daxwazên wan hatin pejirandin ku piştre rêxistina Neteweyên Yekbûyî bi fermî sala 1977’an pejrand û ew bû rojek taybet ji bo têkoşînê û wekheviyê.

Em weke federasyona hevbendiya mafên jinan hemû binpêkirinan dişopînin ji bo zordariyê û cudakariyê li ser jinan rakin, ji ber ku mijar girêdayî sîstemekê ye guhertinên bingehîn çêbike bighêje mêjiyiyan weke di zagonan de. Em li benda vê dîrokê nasekinin ku li ser êşên jinan rawestin, têkoşîna me seranserî salê berdewam dike, lê ew roj ji bo nirxandinê ye û teqeziya destkeftiyên me ye, her wiha hemû pirsgirêk û zordariyên li pêş pêkanîna wekheviyê radiwestin dişopînin û hemû daxwazên jinan yên girêdayî zagonên ne dadwer bi bîr tînin.

Gelo nerazîbûn û xwepêşandanên ku tevger û komeleyên jinan ji bo bûyerên ku mafên jinan binpê dikin li dar dixin, têr dikin rewşa jinan baştir bikin?

Nerazîbûn û xwepêşandan yek ji mekanîzmayên zextê ye ji bo zagon bên guhertin lê ev têrê nakin, komele li ser hemû binpêkirinên bi mafên jinan di mijarên tundûtujî destdirêjî, zarokxistinê û mijarên malbatî yên din kar dikin bi riya nerazîbûnan û xwepêşandanên şermezarkirinê ji bo hemû kiryaran xuya bikin û zextê bikin da ku zagon bên guhertin, ev ne riya tekane ye ji bo têkoşînê, hişiyariya bi dozên jinan jî heye ji ber ku ew xwe dispêre nêzîkatiyek giştî.

Mijarên pêwîst li ser xebata tevgerên jinan li Mexribê îro çi ne?

8’ê Adara vê salê di çarçoveyek nîqaşek civakî der barê guhertina zagona malbatî de tê, piştî 18 salan ji pêkanîna wê zagonê, komek şaşîtî û valahiyên zagonî tê de derdikevin, weke mijara di temenê biçûk de zewcandina keçên weke îstîsna bû rêgez, ev jî binpêkirinek diyar e ji Peymana Cîhanî ya mafên zarokan re û hemû peymanên navdewletî ku Mexribê di vî warî de îmze kirine.

Lewma em dixwazin beşa 20’an ji zagona malbatê bê rakirin ku tê de dadger dikare biryara zewicandina di temenê biçûk de ji kur û keçan bide her wiha hemû metnên zagonî ku digihîjin zewicandina keçên di temenê biçûk û diyarkirina temenê zewacê di 18 saliyê de bê rakirin.

Her wiha di mijara nesebê zarokan de ku divê cudakarî nekeve jî di zagona malbatî de jin di rutbeya duyem de ne. Ev jî ne şertê wekheviyê ye, ev ji tiştên sereke ne ku divê di zagona malbatî de bên guhertin.

Zagona Mexribê hembêzkirina zarokan dide dayikê lê wîlayeta wê şerî li ser zarokan nîn e, li vir zordariyek mezin û dijwar li ser jinan tê kirin ku zagona malbatî de cudakarî li ser bingeha rêgezî bi hêza zagonê dimîne. Dayika zarokan nikare tişekî îdarî ji zarokên xwe re bike ger bav ne amade be, çiqas cihê wê dayikê yê çandî, zanistî û kar hebe jî nikare tiştekî bike. Di sîstema mîratê de ku pêdivî bi guhertinê heye jî zordarî li ser mafên jinan tê kirin. Em weke komeleyên mafnasî daxwaz dikin nîqaş der barê mijarê de bê kirin ji ber ku niha gelek malbat hene jin wan xwedî dikin, mesref li ser mêran tenê namîne, pêdiviya civakî û aborî, têkoşînê pêwîst dike ji bo wekheviya mîratê.

Zagona têkoşîna li dijî tundûtujiya li ser jinan 13-103, piştî 4 salan ji biryarê tê de gelek şaşîtî derketin lewma em ji tevgerên jinan dixwazin bê guhertin bi awayekî parastina jinan misoger bike.

Divê guhertinek giştî û kûr di zagonên cudakariyê de hebe, ji bo planeke kar hevbeş bê dayîn û nexşerê ji bo dadgehê û pêşkêşkirina pêşniyarên der barê zagona malbatê de hebin. Li gorî rasteqîniya rojane ya jinan be û li gorî pêşketinên li Mexribê di warê zagonî, aborî, civakî û guhertinên civakî de naskirî be.

Gelo jinên Mexribî dikarin xwe bigihîjînin guhertinên di warê aborî, mafnasî û civakî de çêbûne?

Li ser asta Mexribê, parastina zagonî de gelek pisgirêk hene, ev jî bandorên neyînî li ser rewşa jinan a aborî û civakî dike. Dîmenê giştî li Mexribê jin tevli hemû beşên jiyanê bûne lê gelek astengî li pêş wan hene ger bi guhertina wan re zagonên em weke tevgerên jinan dixwazin bên guhertin bi rastî bên guhertin, bandora xwe dê li ser rewşa jinan di hemû astan de bike. Bo mînak, di asta aborî de, em dibînin ku jin dikevin navendên biryardayînê di beşên giştî û taybet de jî her wiha astengî hene li pêş berhemdayîna wan. Gelek erk û berpirsyariyên malê li ser milên jinan tenê ne, ew jî berhemdariya wê kêm dikin. Her tundiya li dijî jinan bihayê xwe yê aborî heye bandorê li ser rewşa jinan û pêşveçûna wan dike.

Peyama te ji bo jinên li Bakûrê Afrîqa û Rojhilata Navîn di nava zehmetiyan de dijîn çi ye?

Civakên Bakûrê Afrîqayê û Rojhilata Navîn hê jî di bin zordariya qeydan û kevneşopiyên berê de dijîn. Her wiha desthilatdariya baviksalarî jî bi awayekî mezin serwer e, ev jî bandorê li ser rewşa jinan dike. Divê em bi hev re kar bikin ji bo guhertina fikrên paşverû da ku jin bikaribin rewşa xwe biguherînin bi nêzîkatiyek giştî parastina xwe bikin. Weke tevgerên jinan têkoşîna me ji bo pêkanîna mafên mirovî bi giştî bê kêmasî berdewam dike.