‘Tecawiz bi têgehên teng tê binavkirin û jin nagihin edaletê’

Rapora bi sernavê “Lêgerîna Edaletê: Li welatên Ereb zagonên tecawizê” zagonên di meriyetê de û yên hatine guherandin bi kitekit lêkolîn kiriye û li ser mijarê sekiniye. Di raporê de ji bo mexdûran û yên sax mane şîretên ji bo pêkanîna edaletê hene.

SÛZAN EBÛ SEÎD

Beyrûd Şîdeta zayendî bi taybetî jî tecawiz, li welatên Ereb, nayê eşkerekirin û yek ji awayên şîdeta ku herî zêde belav dibe ye. Gelek aliyên neteweyî û zagonî, di warê pênasekirina tecawizê, cezakirina kiryaran û têkoşîna bi wê yekê re bi sînor dimînin.

Rapora “Lêgerîna edaletê: Li welatên Ereb zagonên tecawizê” li ser zagonên têkildarî tecawiz û êrîşên zayendî yên li 22 welatên endamên Yekîtiya Ereb, disekine. Van welatan Cezayîr, Bahreyn, Giravên Komor, Cibutî, Misir, Iraq, Urdun, Kuweyt, Lubnan, Lîbya, Morîtanya, Mexrib, Umman, Filistîn, Qetar, Erebistana Siûdî, Somalî, Sûdan, Sûriye, Tûnis, Mîrektiyên Ereb û Yemen e.

Armanca bingehûn a raporê, ew e ku diyar bike ka van pergalên hiqûqa neteweyî, bi standardên mafên mirovan ên navneteweyî re çiqas li hev dikin. Bi taybetî jî pênaseya tecawizê ji derveyî zorê, weke têkiliya zayendî ya bê daxwaz pênase dike. Rapor nîşan dide ku aliyên neteweyî pênaseyên teng ên ku tecawizê tenê dema di navbera mêr û jinek de çêdibe sûc dibîne eşkere dike. Bûyerên tecawiza mêr a li hemberî mêr, ên li dijî zarok, kesên astengdar û komên kêmderfet nagire nava xwe.

Her wiha tecawiza di nava zewacê de jî weke tecawiz pênase nake. Rapor nêrîneke giştî li ser çawaniya pêkanîna van zagonan pêşkêş dike ku gelek caran ev pêkanîn, dijberî kesên sax mane ne. Zagon li ser maxdûran îsbatê ferz dikin; dixwazin demildest gilî bikin an jî weke pêdiviyeke zagonî delîlên der barê birîndariya fizîkî de pêşkêş bikin.

Rapor, bi van pêşniyaran bi dawî dibe: Divê ku reforma pênaseyan, bi awayê ku tecawiza di nava zewacê de jî bigre nava xwe, astengiyên zagonî rake, pêdiviyên îsbatkirinê ku li ser mexdûran barekî giran û neheq çêdike, ji zagon û pratîkê were derxistin. Her wiha divê pêkanînên cudakar ên weke; testa bekârete an jî behskirina jiyana mexdûr a zayendî ya berê li dadgehan, werin qedexekirin. Wekî din jî divê mexdûr bikaribin xwe bigihîjînin edaletû destekê, alîkariya hiqûqî, xizmetên tendirustiyê, stargeh, desteka psîkososyal, avakirina mekanîzmayên giliyên veşartî, bicihanîna pêdiviyên zarokan, parastina kesên bê parastin û astengdar û temînata hesabdayîn û kontrolê çêbibe.

Valahiyên zagonî û usûlî

Bi weşandina rapora rêxistina “Equality Now” (A niha wekhevî) re hemdem, nûnera rêxistinê yê Rojhilata Navîn û Herêma Afîrakya Bakûr Dr. Dîma Dabbous, li ser raporê û pêşketinên di zagonên de ên têkildarî vê mijara girîng û hesas ji ajansa me re axivî.

Dîma Dabbous, bal kişand ser valahiyên sagonî û usûlê yên li welatên Ereb di dozên tecawizê de û got ku pênaseya tecawizê div an zagonan de bi sînor e û hemû awayên êrîşên zayendî yên ku warê navneteweyî de hatine pênasekirin nas nakin. Mînak tecawiza mêr a li dijî mêr, tecawiza li dijî zarokan û li cihê lebata zayendî bikaranîna amûran. Van valahiyên di pênaseyên zagonî de, li pêşiya parastina mexdûran û cezakirina kiryaran li gorî standardên navneteweyî asteng dike û pirsgirêka herî mezin e.

Dîma Dabbous wiha got: “Valahiya duyemîn jî ew e ku beriya proseduran, zagon tecawiza di zewacê de nas nakin. Ev pirsgirêkek pir mezin e lewre gelek jin di nava malê, di nava malbatê de, rastî şîdeta zayendî tên. Jin ne mafê xwe digre ne jî edalet bi cih tê. Ji vê rewşê rizgar nabe, gelek pirsgirêk dibin sedem ku jin di nava wê rewşa xwe de girtî bimîne û nikare bigihîje edaletê.”

Dîma Dabbous her wiha li ser pirsgirêkên mexdûrên ku gilî dikin jî sekini û da zanîn ku ger di nava du, yan jî sê rojan de gilî neke, ji bo polîs delîl derbasdar nîn in. Bi vê nêzîkahiyê rewşa psikolojik a mexdûr li ber çavan nayê girtin û wiha domand: “Mexdûrên tecawizê çi dikin? Xwe bi tenê dihêlin, dikevin şoke. Hûn çawa dikarin ji van mexdûran bixwazin bi wê şokê hema biçin seri li polîs bidin? Her wiha civak dema ku zarokek keç an jî jineke ciwan derdikeve dibêje ‘ez rastî tecawizê hatim’ ji gotinên wê bawer nakin, li cil û gotinên wê dinêrin û mexdûr sûcdar dikin, ji kiryar hesab napirsin.”

‘Di dema aştî û pevçûnan de ji bo mexdûrên şîdeta zayendî divê daraz adil be’

Dîma Dabbous, bal kişand ser girîngiya kursên ji bo polîs û dadgeran û peşkêşkirina encamên lêkolînê ji bo wan. Her wiha balê dikşîne ku bi taybetî di civakên muhafezekar de ji bo vê meseleyê bi hêsanî were axaftin, li qereqolên polîsan divê psîkologek jin hebe. Dîma Dabbous tunebûna desteka psikolojik di dema kontrolên tiba edlî de jî rexne kir û diyar kir ku gelek caran kontrol ji aliyê meran ve, bêyî desteka psikolojik tê kirin.

Dîma Dobbous diyar kir ku tevî hemû zoriyan jî saziyên civakî ji bo guhertina zagonan zextê dikin û wiha domand: “Yek ji destkeftiyên zagonî li herêmê rakirina bendên zagonê yên ku dema tecawizkar bi mexdûr re bizewice bê ceza dimîne bû. Ev yek ji aliyê etîk û mirovî ve nayê pejirandin, li ser mexdûr zora zewaca bi tecawizkar re tê wateya ku di tevahiya jiyana xwe de her dem rastî êrîşê were. Li Lubnan, Urdun, Filistîn, Tûnis, Mexirb, Bahreyn û herî dawî jî Kuweytê vê bendê rakir, ev yek jî nîşan dide ku di warê bêmafiya li ser maxdûran de hayjêbûn zêde bûye.”

‘Di rewşên şer û pevçûnan de şîdeta zayendî li ser jin û zarokan zêde dibe’

Rapor, her çendî balê bikşîne ser zoriyên jinan en di dema aştiyê de jî Dîma Dabbous, balê dikşîne ku divê li ser şîdeta zayendî ya di dema pevçûnên çekdarî de çêbûye jî were sekinandin lewre yên di wan demê de dibin hedef jin û zarok in. Dîma Dabbous wiha domand: “Di van mercan de hema bibêje gihîştina edaletê ne “pêkan” e lewre saziyên darazê ji holê radibin, derfet namîne delîlan kom bikin an jî gilî bikin. Jin bi temamî ji edaletê mehrûm dimînin. Ji ber vê divê ku li ser hikumetan û Neteweyên Yekbûyî zext çêbibe, piştî bidawîbûna pevçûnan mekanîzmayên ku mafên jinan dixwazin û wan digihîjînin edaletê her wiha saziyên ku piştgiriyê bidin werin avakirin.”

‘Divê êdî bêdengiya li dijî şîdeta zayendî ya di dema şer û pevçûnan de were şikandin’

Dîma Dabbous gotinên xwe wiha domand: “Armanca me ew e ku em sûcên piştî pevçûnên ku du sal domiyan, em sûcên ku li ser jiyana jinan bandorên mezin çêkirin, bûn sedema pirsgirêkên derûnî, riya xebatê li wan girtin û nehiştin careke din rabin ser piyan eşkere bikin. Ev pirsgirêkek pir mezin e divê em li ser biaxivin lewre li ser vê mijarê qet nayê axaftin. Ji bo başbûna civakê divê li ser vê pirsgirêkê were axaftin lewre em civakeke bi tendirust û zana dixwazin. Di dema şerê navxweyê li Lubnanê de li Xezayê, li Iraqê li dijî jinên Êzidî, li Bosnayê tecawiza sistematik hebû. Li Suweydayê êrîşên zayendî çêbûn. Heta îro jinan di dema şerên çekdarî û pevçûnan de der barê tiştên jiyane de edaleta ku heq nekirine nedîtine. Ji ber wê têkildarî demên şerên çekdarî gelek pirsgirêk hene û êdî reva ji wan nabe. Divê hevrûbûn çêbibe. Ez hêvîdar im bi vê raporê em ê bikaribin dest bi nîqaşkirina vê yekê bikin, civakên xwe derman bikin û edaleta heyî kêm bikin.”