Aktîvîst Îman Ganmî: Bêyî nûnertiya wekhev edalet û demokrasî ne pêkan e
Aktîvîst Îman Ganmî, destnîşan kir ku qalîbên çandî û civakî xeyalên jinan dorpeç dikin, derfetên wan sînordar dikin û diyar kir ku ev mesele tenê bi metnên qanûnî nayên çareserkirin divê di nava civakê de nirxên wekhevî û temsîliyeta wekhev hebe.

RECAA XEYRET
Mexrib – Di ronahiya veguherînên siyasî û civakî yên li Mexribê tên jiyîn de, mijara wekheviya zayendî ya civakî û temsîliyeta wekhev, mîna yek ji pirsgirêkên herî girîng li pêşiya saziyên demokratîk û pêşketina domdar derdikeve pêş. Aktîvîst Îman Ganmî destnîşan kir ku wekhevî ne daxwaza komeke diyar e, ji bo bidestxistina edaleta civakî û misogerkirina beşdariya rastîn a jinan a di pêvajoyên biryargirtinê de, pêdiviyek neteweyî ye.
Ruxmê girîngiya destkeftiyên makezagonî û qanûnî, Mexribê hê jî astengiyên pergalî û qalîbên çandî yên beşdariya jinan di jiyana giştî de sînordar dikin, derbas nekiriye. Aktîvîst, siyasetmedar û parêzvanên mafên mirovan ên jin, ji bo temsîliyeta wekhev daxwaza pejirandina qanûnek çarçoveyî û ji bo têkoşîna li dijî cudakariyê jî daxwaza çalakkirina saziya makezagonî didin. Tê diyarkirin ku her du hêman, ji bo di pêşveçûnê de misogerkirina cihê jinan mîna hevkarên tam, mîna piştgiriyek bingehîn tên hesibandin.
‘Jin ji bo mafên sivîl û siyasî têkoşiyan’
Aktîvîsta mafên mirovan û seroka Komeleya Jinên Karker û Karsazên Mexribê Îman Ganmî, diyar kir ku rêwîtiya jinên Mexribê ya di têkoşîna ji bo azadî û bihêzbûnê de, nikare ji rêwîtiya tevahî neteweyek cuda were hesibandin. Îman Ganmî, destnîşan kir destkeftiyên jinên Mexribê bi dest xistine ji veguherînên siyasî û civakî yên ku welat ji serxwebûna xwe û vir ve dijî, ne cuda ne.
Îman Ganmî, diyar kir ku jinên Mexribê pêvajoyên bi veguherînên girîng derbas kirine û ev pêvajo piştî ku jinan dest bi pêşengiya têkoşîna serxwebûnê kirin, destpê kiriye, wiha axivî: “Piştre jin ji bo mafên sivîl û siyasî têkoşiyan. Piştî di sala 2004’an de bi pejirandina Qanûna Malbatê û di sala 2011’an de bi awayekî eşkere diyarkirina rêgezên wekheviya zayendî û temsîliyeta wekhev a Makezagonê, reformên girîng hatin kirin. Her wiha makezagon pêşbîniya avakirina saziyeke temsîliyeta wekhev û têkoşîna li dijî hemû cureyên cudakariyê, dikir.”
Di têkoşîna azadiyê de rêwîtiyeke dirêj
Îman Ganmî, behsa têkoşîna jinan a ji bo azadî û wekheviyê kir û diyar kir ev pêvajo bi pêşketinên di dîrokî de bi şêwe bûye û têkoşîna mafan a neteweyî û kûrewî dibe yek û axaftina xwe wiha domand: “Ev rê ne rast û ne jî hêsan e, rastî gelek zehmetî û berxwedanê tê lê belê îsrara jinên Mexribê yên afirandina guhertinê, her qonaxê di avakirina projeyek neteweyî ya demokratîk a berfirehtir û adilane de veguherand kevirê bingehîn. Jin di têkoşîna neteweyî ya li dijî desthilatdariya kedxwariyê de beşdarî berxwedana çekdarî û torên piştgiriya lojîstîkî bûn û ji bo piştgiriya berxwedana gel sefer bûn. Ev beşdarbûn ne sembolîk bû; jin ji rolên kevneşopî derbas bûn û bi awayekî çalak beşdarî têkoşîna azadî û rûmetê bûn û vê tecrubeyê di rolên jinan de hişmendiyek nû ava kir.”
‘Jinên pêşeng ji bo reformên girîng ên qanûnî têkoşiyan’
Îman Ganmî, di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku piştî serxwebûnê, ruxmê bendewariyan jî avahiya civakî û siyasî muhafezekar maye û jin di rolên duyemîn de hatine hiştin û got: “Jinên pêşeng ji bo reformên girîng ên qanûnî têkoşiyan. Ji bo reforma Qanûna Rewşa Kesane ya demek dirêj ji aliyê zihniyeta serdest a mêran ve hat birêvebirin, têkoşînek hat dayîn. Têkoşîna demdirêj a tevgera jinan di vî alî de, bû sedema guhertinên di sala 1993’an de û Qanûna Malbatê ya di sala 2004’an de ku di nava malbatê de wekheviya nisbî anî. Ev qanûn, temenê zewacê bilind kir, pirzewaziyê sînordar kir û mafên hevberdan û welayetê ji bo jinan berfirehtir kir. Ruxmê kêmasiyan jî ev qanûnê di pergala civakî de şoreşek bêdeng afirand û bingeha veguherîna ber bi civakek adilane avêt."
‘Pêşketina zagonî ne tesaduf e encama têkoşîna domdar a tevgerên jinan e’
Îman Ganmî, balkişand ser girîngiya Makezagona a sala 2011’an û diyar kir ev makezagon rêgeza wekheviya zayendî û temsîliyeta wekhev dihewîne, hemû cureyên cudakariyê qedexe dike û avakirina saziyeke derfetên wekhev pêşbînî dike. Îman Ganmî, diyar kir ku ev pêşveçûna makezagonî ne tesaduf e, encama têkoşîna demdirêj a tevgerên jinan, dînamîkên mafên mirovan ên cîhanî û veguherînên siyasî yên ku mexribê derbas kiriye ye û got: “Vê yekê rêya hebûna hîn zêdetir a jinan ya di saziyên hilbijartî, saziyên şêwirmendiyê û navendên biryargirtinê de vekir. Nûnertiya jinan di parlamento û hikûmetên herêmî de, bi saya mekanîzmayên wekheviya erênî zêde bû. Lê belê ev rewş qonaxek demkî ye û divê temsîliyeta rasteqîn a wekhev bê armanckirin.”
‘Ji bo temsîliyeta wekhev qanûneke çarçoveyî daxwazeke bingehîn e’
Îman Ganmî, da zanîn ku bihêzkirina jinên Mexribê û xurtkirina pozîsyona wan di hemû qadan de ne meseleyeke demkî ye, berhema vîzyonek e ku pirsgirêkên jinan veguherîne pêşîniyek neteweyî û axaftina xwe wiha domand: “Ev vîzyon bi reformên qanûnî, makezagonî û polîtîkayên giştî tê tacîdarkirin û mijara jinan, temsîliyeta wekhev û wekhevî veguherî stûnên bingehîn ên saziyên demokratîk û pêşketina domdar. Em mîna Komeleya Jinên Karker û Karsazên Mexribê, bawer dikin ku ev vîzyon divê êdî ji naveroka sembolîk wêdetir biçe û bi qanûnên bi bandor û mekanîzmayên pêkanîna zelal bi tevahî bê bicîhanîn.”
Îman Ganmî, wiha axivî: “Di nava daxwazên pêşîn ên di warê qanûndanînê de, ne tenê wekheviya li ber qanûnan, di heman demê de derxistina "qanûnek çarçoveyî ya temsîliyeta wekhev" ku ji temsîliyeta siyasî û îdarî bigre heta girtina karmendan û mûçeyan di hemû qadan de pêkanîna polîtîkayên temsîliyeta wekhev ên bazara giştî wekhev ferz dike. Divê ev qanûn perspektîfa zayendî ya civakî di budçeyên wezaret û hikûmeta herêmî de entegre bike û di nîşaneyên nirxandinê yên zelal de peyda bike, hevrêziya di navbera şaxên qanûndanîn û rêveberiyê de misoger bike. Her wiha divê saziya temsîliyeta wekhev û li dijî cudakariyê bê çalakirin, ev sazî xwediyê gilî, lêpirsîn û hêzên çavdêriyê yên serbixwe be û çavkaniyên mirovî û darayî yên têr mîsoger bike. Bi vî awayî hem giliyên takekesî û giştî qebûl bike hem jî raporên salane biweşîne.”
‘Bêyî wekheviya rast a di navbera jin û mêr de demokrasiya rastîn pêk nayê’
Aktîvîst Îman Ganmî, destnîşan kir ku ruxmê girîngî û nirxa sembolîk a destkeftiyên erênî yên ku ji aliyê tevgera jinan ve hatine bidestxistin, di mijara pêkanîna wekheviyê ya di jiyana rasteqîn a ji bo jinan de hê kêmasî hene û wiha got: “Lewma divê bi awayekî lezgîn qanûnek temsîliyeta wekhev were pejirandin û divê ev qanûn referansek girêdayî be ku hemû polîtîkayên qanûnî û giştî çarçove bike, pabendbûnên pîvandî bihewîne û mekanîzmayên pêkanîn û çavdêriyê mîsoger bike. Ev qanûna çarçove êdî ne tenê daxwaza beşekî ye yan jî dirûşmek mafên mirovan e, berevajî ji bo temamkirina avakirina dewleteke ku serwerê qanûn û saziyan e û ji bo beşdarbûna Mexribê ya di pêvajoya pêşketina domdar a piralî de, pêdiviyeke neteweyî û şert e. Bêyî wekheviya rasteqîn a di navbera jin û mêr de, ne pêşveçûn, ne edaleta civakî û ne jî demokrasiya rasteqîn pêk tê.”
‘Pêdivî bi saziyeke bihêz a ku polîtîkayên giştî ji perspektîfa zayendî ya civakî bişopîne heye’
Îman Ganmî, di berdewamiya axaftina xwe de got: “Di heman çarçoveyê de, saziya temsîliyeta wekhev û li dijî cudakariyê ku ji aliyê makezagonan vê hat pêşbînîkirin û plankirî ye di sala 2011’an de were damezrandin lê heta niha bi têra xwe nehatiye çalakirin divê bi awayekî lezgînî li ser were xebitandin. Her wiha divê erkên girîng ên vê saziya makezagonî yên mîna şopandina binpêkirinan, girtina gilînameyan, pêşkêşkirina şêwirmendiya qanûnî û amadekirina raporên ku lihevhatina teahudên makezagonî û navneteweyî yên welat dinirxînin, hebe. Nebûna serxwebûn, berhemdarî û çavkaniyên mirovî û darayî yên pêwist ên vê saziyê, metnên makezagonî bêwate dike û pêkanîna wê li ser kaxezê dimîne. Îro ji her demê bêhtir, pêdivî bi saziyeke bihêz ku polîtîkayên giştî ji perspektîfa zayendî ya civakî bişopîne û saziyên rêveber, qanûndanîn û dadwerî ji bo performansa xwe berpirsyar bigre, heye.”
‘Zehmetiyên siyasî hiqûqî û aborî yên li pêşiya jinan’
Îman Ganmî, bal kişand ser reforman û diyar kir ku Mexrib di çarçoveya sererastkirina Qanûna Malbatê de ketiye pêvajoyeke nû ya reformê û ev pêvajo ji bo welat ceribandinek dîrokî ye ku sozên xwe yên makezagonî û navneteweyî bi rêya qanûn û polîtîkayên şênber bi cih bîne. Îman Ganmî, destnîşan kir ku jinên Mexribê êdî ne cihekî sembolîk, dixwazin di hemû qadên mîna aborî, siyaset, karsazî, lêkolînên zanistî, rêveberiya giştî û afirîneriya çandî de cihê xwe bigrin. Îman Ganmî, destnîşan kir ku ruxmê destkeftiyên makezagonî û zagonî jî jinên Mexribê hê jî bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû dimînin û van zehmetiyan wiha rêz kir: “Di nava wan de yên sereke di navendên biryargirtinê yên siyasî, îdarî û aborî de temsîliyeta nebaş, cudakariya zayendî ya di mûçe û derfetên kar de hene. Her wiha rewşa lawaz a jinan, bi taybetî yên di bazara ne fermî de dixebitin, zehmetiyên ku jinên karsaz di gihîştina fînansê de rû bi rû dimînin û qalibên çandî û civakî yên ku xeyalên jinan dorpêç dikin.”
‘Wekheviya zayendî ne luksek e’
Îman Ganmî, diyar kir ku ev pirsgirêk tenê bi riya metnên zagonî nayên çareserkirin divê pêdivî bi îradeyeke siyasî ya bihêz, polîtîkayên giştî yên li ser bingeha mafên mirovan û veguherîneke çandî, perwerde û medyayê ku wê nirxên wekhevî û temsîliyeta wekhev di hişmendiya civakî de bi cih bike, heye. Îman Ganmî wiha got: “Mîna ku ezmûna neteweyî û mînakên navneteweyî nîşan didin, wekheviya zayendî ne luks e û ne jî daxwazek duyemîn e; berevajî vê ji bo bidestxistina pêşketina domdar û edaleta civakî şerteke bingehîn e. Di heman demê de, ev wekhevî veberhênana li ser sermayeya mirovan e ku dewlemendiya rastîn a welatekî ye.”
Îman Ganmî, da zanîn ku derxistina qanûna çarçoveya temsîliyeta wekhev û çalakkirina saziya wekheviyê ne tenê rojevek mafên mirovan ên jinan e, di heman demê de rojeveke neteweyî ye, li ser bingeha projeya civakî disekine û cihê Mexribê di pergala navneteweyî ya mafên mirovan û pêşveçûnê de diyar dike.
‘Jinên Mexribê di roja me ya îro de êdî li benda vekirina deriyekî namînin’
Aktîvîsta mafên mirovan Îman Ganmî, di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Divê serdema pêşiya me, bibe serdema biryargirtinê, çalakiya qanûnî û pêkanînê; serdemeke ku metnên makezagonî di jiyana jinên Mexribê de vediguherîne rastiyên berbiçav. Divê ev serdem wekhevî û temsîliyeta wekhev bike kevirê bingehîn ê polîtîkayên giştî. Divê mîsoger bike ku jin di navenda biryargirtinên aborî, siyasî û civakî de ne. Jinên Mexribê di roja me ya îro de êdî li benda vekirina deriyekî namînin; bi biryardarî, zanîn, afrînerî, karsazî û hêza welatîbûniyê xwedî maf in."