Tîma lêpirsînê zexta ‘li xwe mikûr hatinê’ li Şerîfe Muhamedî dikin

Piştî destpêkirina piştvaniya kûrewî ji bo aktivîst Şerîfe Muhamedî ku cezayê darvekirinê lê hatî birin, tîmek ya lêpirsînê şandin girtîgehê û ji bo cezayê darvekirinê rewa bikin bi îşkenceyê zexta ‘li xwe mikûr hatinê’ li Şerîfe Muhamedî dikin.

Navenda Nûçeyan – Kampanyaya Parastinê ya li dijî cezayê darvekirinê yê ku li aktivîst Şerîfe Muhamedî ku li girtîgeha Lekan ya li bajarê Reşt ya Îranê tê girtin hatî birîn, li gor agahiyên ku ji hinek çavkaniyên jê bawer bi dest xistiye ragihand ku tîmek ya îşkence û lêpirsînê ji girtîgeha Reşt re hatiye şandin.

‘Jiyana Şerîfe Muhamedî di xeteriyê de ye’

Kampanyaya Parastinê tiştên hatî jiyîn bi van gotinan anîn ziman: “3 girtiyên siyasî ên ku li girtîgehê di encama hevdîtinên bi malbatên xwere, diyarkirin ku jiyana Şerîfe Muhamedî di xeteriyê de ye. Li gor agahiyê hatî dayîn, ji Wezareta Enformasyona Komara Îslamê di asta jor de 3 rayedar, saetên dirêj îşkence lu Şerîfe Muhamedî û lêpirsin kirin. Zora îtirafê li Şerîfe Muhamedî tê kirin û dema ku van îtirafan qebul neke ji aliyê tîma lêpirsînê ve dadgerê ku biryar dide, wezareta îstixbaratê û rayedarên hikumetê ve di infazkirina wê de israr dikin. Komara Îslama Îranê hewl dide bi îtirafa zorê, nîşanî hemû sazî û rêxistinên navnetewî ku pştevaniya Şerîfe Muhamedî dike bide ku cezayê darvekirinê yê hatiye dayîn edlaneye.”

‘Tîmek ya lêpirsînê şandine girtîgehê’

Kampanyaya Parastinê bal kişand ser piştevaniya kûreyî ya ji bo Şerîfe Muhamedî û wiha got: “Rayedarên Komara Îslama Îranê hewl dide bi sûcdariyên bê bingeh û derew biryara darvekirinê rewa bike. Şerîfe Muhamedî dibin îşkenceyê de zorî îtirafê lê tê kirin. Ji bo vê tîmek ya lêpirsînê şandin girtîgehê. Tevî îşkence û şertên zehmet Şerîfe Muhamedî têkoşîna xwe di domîne. Şerîfe Muhamedî di lêpirsînê de têkiliya xwe ya bi komên siyasî û bi çek re red kir û bal kişand ser destûra zagona xebatên sivîl û civakî. Parêzeran ji bo doza derbarê aktîvîst Şerîfe Muhamedî de hatî vekirin li Dadgeha Bilind ya Komara Îslamê cardin were lêkolînkirin serî li dadgeha temyizê dan. Lê belê ya tê dîtin, Komara Îslamê bi israr înfaza mehkuma siyasî dixwaze.”