Rêxistina Sara şopdarê dozê ye: Nûra nemir, hat qetilkirin

Yek ji rêveberên Rêxistina Sara Reşa Derwîş, da zanîn ku bi lêkolînên pêkanîne re eşkere kirine ku Nûra Silêman Îbrahîm ne hatine kuştin, bi awayekî plankirî hatiye qetilkrin û ji bo ku kiryar cezayê herî giran bigre dê şopdarê dozê bin.

SORGUL ŞÊXO

Qamişlo – Tevgerên jinan, têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan li hemû cîhanê bi awayekî piralî dimeşînin, lê dîsa jî pirsgirêka jinê weke pirsgirêka herî kûr û aloz a serdema me li pêşberî me disekne. Jin ji kîjan konên etnîkî, erdnîgarî, bawerî û çîna xwe bin bila bibin, li her derê bi şêwazên cuda bin jî rastî tundiya mêran tên. Jin bawer dikin ku têkoşîna jinê li ser pergal û îdeolojiyê ne, bi torên têkoşinê yên hevpar e, li dijî zihniyeta serdest a mêr a ku bitundiyê re xwedî dibe têkoşîna hevpar a dimeşîne û tundiya heyî nîşan dide. Jinan berî û piştî pêvajoya ku di 19'ê Tîrmeha 2012'an de li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk hat û li hemû cîhanê bi navê 'Şoreşa Jinê' tê binavkirin, bi rêxistinên xwe yên xweser di nava şoreşê de şoreş çêkirin û çêdikin jî.

Jin dema ku bi saziyên wekî Kongra Star, Civaka Jinan a Zennûbiya, Mala Jin, Rêxistina Sara ya Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinê re xwe birêxistin dikin, dîsa komunên li cihî tên avakirin cih digirin û ji pirsgirêkan re çareseriyan pêş dixin.

Ji jiyana civakî, leşkerî bigire heta jiyana siyasî û aborî di her qadê de tevlîbûna aktîf a jinan di civakê de hişmendiyek girîng afirand, dîsa bi perwerdeyên ku jina li dora felsefeya "Jin jiyan azadî" rêxistin dibe û pêşdikeve ji civakê re dide jî, guhertina ferasete pêkanî. Jinan di her firsendê de diyar dikin ku perçekirina feraseta serdest a mêr ne hêsan e û diyar dikin ku tundiya li ser jinê li Rojava gelekî kêm bûye, lê heta bi temamî bi dawî bibe dê têkoşîna xwe mezin bikin.

Herî dawî di 24’ê Nîsanê de li navçeya Til Hemîs a Kantona Qamişlo ya Herêma Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê jina bi navê Nûra Silêman Îbrahîm ji aliyê Wedah Ehmed Îbrahîm ku pê re zewicî bû, hat qetilkirin. Jinên ku bertek nîşanî qetliamê didin, li gelek bajaran daketin qadan û banga cezakirina mêrê kujer kirin.

Yek ji rêveberên Rêxistina Sara ya Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinê Reşa ​​Derwîş ku bertek nîşanî qetilkirina Nûra Silêman Îbrahîm da, diyar kir ku dê sûcdar bêceza nemînin û behsa tundiya li ser jinê û rêbazên têkoşînê kir.

Di nava 5 mehan de 44 serlêdan ji Rêxistina Sara hatin kirin

Ji rêxistina Sara ya ji bo têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê hatiye avakirin re, di dîroka navbera 1'ê Çile û 1'ê Gulana 2023'an de 44 serlêdan kirin. Belavbûna van serlêdanan wiha ye; 5 pirsgirêka nava malbatê, 7 pir zewacî, 3 daxwazê hevberdanê, 4 kuştin, 4 tacîza zayendî, 3 hewldana xwekuştinê, 14 derp û tundî û 4 jî mirinên bi guman.

'Eşkere bû ku Nûra nemiriye, hatiye qetilkirin'

Reşa Derwîş a ku bişandina jin “Jin” jiyan "Jiyan" dest bi axaftina xwe kir, diyar kir ku wan weke Rêxistina Sara der barê mirina Nûra Silêman Îbrahîm de lêpirsîn dane destpêkirin û bi xebata pêkanîne re eşkere kir ku Nûra hatiye qetilkirin. Reşa Derwîş, anî ziman ku li herêmên Ereban ên ku pergala eşîrî lê serdest e li gorî herêmên din tundiya li ser jinan zêdetir e û agahiyên ku di encama lêpirsîna Nûra de bi dest xistine wiha anî li ser ziman:

“Ev ne sûcê ewil ê vî mêre ye. Di 8 saliya xwe de tecawiz li Nûra kir ev sûcê yekem e, di 14 saliya xwe de bi wê re zewicî ​​zarok û zewac, ev sûcê duyemîn e, Nûra hevjina wî ya duyemîn e yanî pir zewacî jî heye ev ya sêyemîn e û ya dawî jî wê qetilkir. Nûra piştî nîvro saet di 14.00’an de hatiye qetilkirin. Heta saet 19.00’an veşartî hatiye girtin. Pismam û xizmên mêrê ku pê re zewicî alîkariya wî kirine. Cenazeyê Nûra şuştine û kefen kirine. Piştre telefonî malbata wê kirine û gotine “Keça we krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da. Malbata Nûra jî xwest serê vê bûyerê veşêre. Bêdeng man. Birayê Nûra xwe radestî hêzên Ewlekariya Hundirîn dike û dibêje min ji bo ‘namûsê’ xwişka xwe kuşt.”

'Em ê heta dawî mafê Nûra bigerin'

Reşa Derwîş diyar kir ku wan bi dosyaya ku di encama lêkolînê de amade kirine serî li Dîvana Edaletê ya Til Hemîsê dane û da zanîn ew ê heta dawiyê li mafên Nûra bigerin. Reşa Derwîş wiha got: “Di qanûnên Rêveberiya Xweser de cezayê darvekirine tune ye, lê em ê hewil bidin ku cezayê herî giran bistîne. Daxwaza me ev e. Ji bo ku kiryar nereve derveyî welat me bi awayekî lez tevger kir.”

Di qetilkirina Nûra de her du malbat jî rol lêyistin

Reşa Derwîş dest nîşan kir derketiye holê ku qetilkirina Nûra bi awayekî plankirî ji aliyê her du malbatan ve hatiye pekanîn û wiha got:

“Malbata Nûra heqê xwe negeriya. Dız nevekir. Vê yekê wek mirinek asayî dîtin. Emê heta kujer cezayê xwe bigre şopdarê vê dozê bin. Divê kiryarên bûyerên bi vî awayî tu car neyên efûkirin. Divê eşîrên Ereb di vî warî de roleke erênî bilîzin. Her wiha divê em rêxistinên jinan zêdetir di nava gel de bin û hîn zêdetir perwerdeyê bidin. Divê em pêşî li bûyerên tundî û kuştinê bigrin.”