Rêvebira Giştî ya Rêxistina Jinên Ereb Fadiya Kîwan rewşa jinan li welatên şer dinirxîne (2)

Rêxistina Jinên Ereb gelek lêkolînên herêmî ji bo şopandina rastiya jinan li welatên navborî û bandora wan li ser bûyerên giştî kir. Rêvebera Giştî ya Rêxistina Jinên Ereb Fadîa Kiwan diyar kir ku kota negihîştiye encamên ku tê xwestin.

ASMA FATHÎ

Qahîre - Jin li welatên Ereb ji aliyekî ve rastî cudakariya ji ber zayenda xwe tên û ji aliyê din ve jî krîza mezin a ku li cîhanê rû dide, zirarê dide wan lê belê kêmasiyek mezin di lêkolîna statîsîkan li ser wan encaman de heye ku ev yek pêdivî bi xebatê çêdike.

Rêxistina Jinên Ereb ji bo ku valahiya lêkolînê dagire, agahdariya kontrolkirî ji hikûmetên dilxwaz re peyda bike û daxwaza pêşxistina plan û siyasetên ji bo çareserkirina pirsgirêkên hundir û yên derve ku bertekên cihêreng ên dikevin ser milên jinan ronî bike û performansa giştî binirxîne lêkolînek berfireh kir.

Ji bo agahdarî bêtir li ser sedemên peydakirina çarçoveyek berfireh ji bo xwendin û lêkolînan di nav Rêxistina Jinên Ereb çêbibe ajansa me bi Rêvebera Giştî ya Rêxistina Jinên Ereb bijîjk Fediya Kiwan re hevpeyvîn kir.

We herî dawî di çarçoveya qonaxa duyemîn a projeyê de ji bo nirxandina sîstema kotayê û beşdariya siyasî ya jinan lêkolîn kir. Hûn dikarin ji me re behsa vê projeya lêkolînê û rewşa jinan a di wê projeyê de bikin?

Ji ber ku em rêxistineke li ser pirsgirêkên jinan dixebitin divê li rastiya xwe binêrin em kêmasiyan dişopînin û pêşî li destwerdanê digrin. Zêdetirî salek me hewl da em nirxandinek giştî li ser siyaseta kotayê ya ku di Konferansa Pekînê de di sala 1995’an de hat pejirandin bikin. Di wê demê de, Neteweyên Yekbûyî di nava plana çalakiya navneteweyî de cih girtibû ku hikûmetê ji bo mijara zêdekirinê gav bi gav kotayê ji bo bidestxistina armanca wekheviya zayendî bernameyek destnîşan kir.

Ji wê demê ve, welatên Ereb dest bi pejirandina kotayê kirine û berê tayînkirina jinan hebû lê bi awayekî sîstematîk kota nedihat pejirandin û ev yek wek siyaseteke hikûmetê piştî peymana CEDAW’ê hat. Bi taybetî, ji Plana Çalakiyê ya Pekînê û di heyama 1995’an heya 2020’an, pirsek li ser wê yekê hebû. Pirs jî ev bû: Kotayê di 25 salên borî de çi bi dest xistiye, li ku derê rawestiyaye û çi astengî li pêşiya xebata bi wê re hene. Ev nirxandin ji ber ku em bi armanca zêdetir beşdariya siyasî ya jinan armanc dikin çêbû.

Di qonaxa duyemîn a projeya lêkolînê de rastiya Misirê hat pêşkêşkirin û tê de pirsgirêkên jinan hatin destnîşankirin. Vê yekê di rewşa Misrê de pêşketinek mezin çêkir. Tevî ku ew hê negihîştiye wê rêjeyê ku bi tevahî jinên Misrî rehet dike jî bêguman pêşketin û kombûnek heye ku ji aramiya îradeya siyasî ya piştgir pêk tê.

Hûn dixwazin li ser hûrgiliyên lêkolîna bi nave "Bandora qeyranên mezin ên cîhanî li ser jin û keçên ciwan li welatên Ereb" çi bibêjin?

Ev lêkolîn di qonaxeke pir hesas û dijwar de di dema belavbûna vîrusa koronayê de hatiye amadekirin, bi riya peyamên bi lêkolîner û berpirsyarên amadekirina wê bi riya sepana Zoomê û her wiha atolyeyên herêmî hatiye amadekirin.

Me hewl da bi riya vê lêkolînê, em li ser bandora jinan a li ser qeyranên mezin bisekinin û di heman demê de peyamek me ya girîng hebû, me dixwest bi riya vê lêkolîna kolektîf ronî bibe. Ev jî ew bû ku civaka navneteweyî, herêmî agahdar bikin ku jin di kêşeyên xwendinê de û dîtina çareserî û dermankirina wan de zehmetiyan dikşînin. Pispor û lêkolînerên ku li ser amadekirina vê lêkolînê dixebitin, xwedî asta bilind de hebûna zanistî ne.

Ev lêkolîn, bi taybetî, mînakek e ku hebûna girîng a jinan di naverokê de di warên mezin ên pisporiyê de di astên cihê de diyar dike. Ji ber vê yekê ez serbilind bûm bi koma pisporên ku tê de xebitîn. Ji ber ku min dixwest ez mafê axaftinê bidim jinên pispor. Armanca projeyê ev bû ku jin di platforma zanistî ya navneteweyî de rabin û li ser pirsgirêk û qeyranên ku dijîn biaxivin.

Em vê lêkolînê dikin ji ber ku lêkolîna rastiyê hewce ye û tu kes tune ye ku vê yekê bike da ku em rastiyê bibînin. Heke em dixwazin di warên ku jinan eleqedar dikin de sûdê bidin welatên endam û ne endam divê em li ser bingeha lêkolîn û bingehên realîst pêşniyaran bidin. Ew dikarin dema ku siyaset û qanûnên xwe ava dikin xwe bispêrin wê û li vir pêdiviya me bi pêbaweriya zanistî heye.

Jin û keçên ciwan heta çi radeyê ji krîzên ku di lêkolînê de hatine destnîşankirin bi bandor dibin?

Krîzên navneteweyî yên ku derketin pêşiya me çar in. Em bi ya herî berbelav dest pê dikin ku ji hêla krîza aborî ya astên cihêreng ve tê temsîlkirin. Di nav de ya herêmî û cîhanî heye û me hewl da bi riya lêkolîna ku hat pêşkêşkirin, em pêwendiya diyalektîkî di navbera qeyranên cîhanî û herêmî de nîşan bidin û riyên derbasbûna di navbera krîzan de û dermankirina wan li ser asta herêmî û sivikkirina encamên wan nîşan bidin.

Paşê me behsa krîza darayî kir û hewl da wê ji krîza aborî veqetînin wek mînak; îro li çend welatên Ereb û yên Ewropayê guhestinên diravî hene. Her wiha rewşek enflasyonê heye ku rasterast hêza kirînê ya welatiyan têk dibe û piştre jî hêza kirînê ya diravê neteweyî bi bandor dibe û tirsa têkçûna darayî ya cîhanî heye.

Dûre, di lêkolînê de, me bal kişand ser krîza karesatên xwezayî û belavbûna koronayê. Me bi yekê destnîşan kir ku nexweşî di nava karesatên xwezayî de ne, li gorî konsepta Neteweyên Yekbûyî, felaketên xwezayî cihêreng in, wek mînak erdhej û şewat jî tê de hene û guherîna avhewayê di heyama pêş de dê bibe sedema bertekên cidî.

Karesata çaremîn şer û pevçûnên çekdarî ne ku yek ji belayên herî mezin e, welatên feqîr diêşîne tê hesibandin. Biştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn êdî rûbirûbûna rasterast di navbera welatên mezin de çênebû. Pirsgirêkên etnîkî, eşîrî, mezhebî û hwd. û hin welatên cîran li ser sînoran nakok in. Ji ber vê yekê pereyê xezîneya dewletê ji bo amadekirina şer diçe û em neçar in wê lêçûnê ber bi pêşketina navxweyî ve veguherînin.

Rewşa jinan li welatên Ereb diguhere. Gelo em dikarin fermanek bidin welatan û jib o çareserkirina pirsgirêkên wan plansaziyan çêbikin?

Rewşa hemû welatên Ereb nabe wekî hev e, ji ber ku hinek ji wan mezin û biçûk in û hinek xwediyên samanên xwezayî yên mezin in û yên din jî tune ne. Mînak wek Îmarata Ereb, ji bilî  mezinahî û nifûsa wê, ew xwediyê potansiyelek mezin e û rolek wê heye ku pêşketina wê di vê pêlê de li ser ên din zêdetir e. Ji ber vê yekê ne mumkun e ku mirov muqayese bike ji ber ku dibe ev neheqî be.

Lê çendîn welat hene ku di rola jinan û îradeya siyasî ya wan de pêşketinên zelal bi dest xistine, ji hêla Mîrektiyên Ereb ên Yekbûyî ve pêşketinek bi kalîte heye. Wan çend sal berê biryar da ku ji sedî 50 jinên Encumena Neteweyî ya Federal hebin. Dewleta Tûnisê jî heye ku beşdariya jinan di jiyana siyasî de bi pêş xistiye û di hilbijartinan de ji kotayê ber bi wekheviyê ve çûye, gavên wêrek qanûnî di pêşketinan de hene.

Dewleta Mexribê ji destpêka salên du hezarî û sala 2004’an vir ve dema ku qanûna malbatê hat guherandin û di sala 2011 û 2014’an de guhertinên makezagonê çêbûn, hemû gavên girîng ji bo pirsgirêkên jinan avêtin lewma ceribandineke serkeftî ye.

Her wiha tecrubeya Misirê jî ji sala 2000’î ve roleke wî welatî di damezrandina Rêxistina Jinên Ereb de hebû ku hewldana dîtina welatên Ereb û amadebûna di pirsgirêkên wan de hebû. Di warê qanûnî de, bi taybetî jî di mijara sinetkirin û zewaca biçûkan de, Misir xwedî roleke serkeftî û zelal e. Dema ku sîstema siyasî guherî, hewl hat dayîn ku van destkeftiyan ji holê rakin lê belê, îradeya gel li dijî vê yekê li ber xwe da. Di qonaxa dawî de, bi şopandina siyaseteke ku destekê dide bihêzkirina jinan di her warî de û çareserkirina pirsgirêkên wan ên hestiyar, di serî de têkoşîna li dijî xizaniyê, çêbû.

Ne mimkun e ku mirov li ser Misirê bêyî behsa encamên komxebata neteweyî ya ku di nûavakirina zagona rewşa kesane de hatiye temsîlkirin bike, biaxive. Hêviyek min a mezin jê re heye.