Qetilkirina jinan her ku diçe dibe metirsiyekê mezin û hovanetir

Di vê dema ku rewşa kuştina xwendekara bi navê Nîra Eşref û serjêkirina wê li ber çavên her kesê hê di rojevê de bû, cenazeê weşanger Şeyma Cemal hat dîtin ku ji aliyê mêrê dadwer ê ku pê re zewicî bû bi awayekê hovane hatiye qetilkirin.

ASMAA FATIHÎ

Qahîre – Ji bo rûbirûbûna pêla tundiyê ku vê dawiyê bilind bûye, pêwîstî bi hewldaneke hevbeş heye, çi ji dezgeh û saziyên fermî yên dewletê, çi ji xebatkarên civaka sivîl û çalakvanên dosyaya mafên mirovan. Her kesê ku bikaribe heta radeyekê hişyarî li derdora xwe bike da ku krîza ku bûye sedem gelek kes ewlehiya xwe ya kesane winda bikin, derbas bibe.

Li gorî îtîrafên destpêkê yên tawanbarê duyem ê ku beşdarî tawanê bûye û gotinên malbata Şeyma Cemal, dadwerê bi navê Eymen Hecac, ragihandibû ku hevjîna wê rojnameger Şeyma Cemal winda bûye.

Tawanbarê duyem sira windabûna Şeyma Cemal a ku du meh li pey hev matmayî hiştine, eşkere kir û got ku hevalê wî yê dadwer bi alîkariya wî hevjîna xwe Şeyma Cemal qetil kir.

Li gorî ku hat ragihandin, mêrê ku Şeyma Cemal pê re zewicîbû wê bi perçeyekî qumaş xeniqand û bi pişta demaçê sê caran lê xist heta ku ji ser hişê xwe çû, paşê ew li zeviyek li navenda Badraşîn, li başûrê Cîzayê, binax kir.

Di îtirafên bersûcê duyemîn de rênîşandana cihê definkirina cenaze hebû, ji bo otopsiya cenaze û lêkolîna şûnwaran Tiba Edlî erkdarkirin. Kujer Eymen Hecac li parêzgeha Sûweysê hat girtin.

"Rastiya ku kujer girêdayî meqama dadwerî ye biryara dozê bileztir dike"

Parêzera dozê û seroka Weqfa Parêzerên Jin ên Misrê ya ji bo Mafên Jinan, Hîba Adil, da zanîn ku dîtina cenazeyê Şeyma Cemal bi doza qetilkirina xwendekar Nîra Eşref re hevdem bû, wiha pê de çû: "Rastiya ku kujer girêdayî meqama dadwerî ye tedbîrek zêde ye ku biryara dozê bileztir dike, ji ber ku dirêjkirina wê dozê dibe ku bandorê li ser îtîbar û qîmetê desthilatdariya dadwerî bixwe bike."

"Di dîroka mirovahiyê de sûcên heyî yên herî tund in"

Hîba Adil diyar kir ku di dîroka mirovahiyê de sûcên heyî yên herî tund in û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Rewşa heyî hewce dike ku careke din li ser dozgerî û dadgehên pispor, Komîsyona Cudakariya li dijî jinan û heta qanûna yekgirtî ya rûbirûbûna tundiya li dijî jinan, were axaftin, da ku hewl bidin mekanîzmayên xurt ên pêşîlêgirtinê bi cih bînin ku bi riya wan ev sûc bên bidawîkirin."

"Divê civaka sivîl ji bo pêşxistina hişmendiya civakê bixebite"

Hîba Adil eşkere kir ku rola rayedarên lêkolînê yên fermî heye û wiha axivî: "Rewşa tawankaran ji her alî ve lêkolîneke bi xîret hewce dike û ji bo vê jî destûr hene, ji ber ku ew niha wek tiştek neqewimî tevdigerin ku ew tiştekî normal û asayî ye. Civaka sivîl divê ji bo pêşxistina hişmendiya civakê û ji bo vegerandina ruhê piştevaniya qurbaniyan dîsa bixebite. Rastiya bi êş a niha jî pêwîstî bi vegerandina karê xwecihiyan û danûstandina wan bi komên ku tên hedefgirtin re heye da ku rewşa hêrs û tundiyê ber bi riyên ji bilî jinan ve bibe."