‘Pêdiviya jinên Îskenderiyeyê bi ewlekariyê heye’

Damezrînera Însiyatîfa Ber Aman Mayar Mahmoud der barê maf û tundiya li ser jinên parêzgeha Îskenderiyê de nirxandin kir û got: “Tunebûna ewlekariyê parçeyek bingehîn a krîzên jinan e lewre jinek bi ewle bi ser dikeve û afrîner e.”

ASMAA FATHI

Qahîre - Damezrînera Însiyatîfa Ber Aman Mayar Mahmoud a li ser rewşa jinên Misirê axivî bal kişand ser xebatên ku ew li dijî tundiya li ser jinan dimeşînin. Mayar Mahmoud anî ziman ku tunebûna ewlekariya jinan pirsgirêka sereke ye.

Ber Aman yek ji însiyatîfên cuda ye heta asteke bilind girêdayî piştgiriya derûnî ye, karê we çi ye û xizmetên ku însiyatîfa we ji jinên Îskenderiyê re pêşkêş dike çi ne?

Armanc avakirina rûbereke bi ewle ya ji bo jinên nikarin xwe û êşên xwe bê tirs û dudilî derbirînin, piştre piştgiriya wan a derûnî bi riya pisporan dibe. Ev kar di encama pêdiviyek mezin de hat ku bi asta tê xwestin di nava Îskenderiyê de nebû. Her wiha em piştgiriya dîrekt ji bo jinên rastî tundiyê tên dikin çi malbatî dibe, yan destdirêjiya malbatê de yan ji derve, bi hewldana ku em bibin bera ewlekariyê ji bo wan. Her wiha piştgiriya zagonî jî weke şêwirmendiyan pêşkêş dikin, koman û rûniştinan li dar dixin. Der barê jenderî, cihêkarî, cureyên tundiyê û pirsgirêkên li ser milên jinan diaxivin ji ber ku em dibînin hişyarî dergeha yekem a rizgarbûna ji binpêkirinan e.

Rewşa jinên li Îskenderiyeyê hûn çawa dinirxînin û rastî binpêkirinên çawa tên?

Jinên hemû parêzgehan ji ber çanda mêrsalarî ya serwer êşan dikişînin ew xwedî çandeke wisa ne ku jinan mulkê mêran dibînin. Bêyî ku mafên wê di hilbijartina çaranûs û mafan de li ber çavan bigrin, ew maf ji ber malbata desthilatdar tên binpêkirin.

Rewşa jinan li parêzgehê gelekî xirab e, kolan ne bi ewle ne her roj jin tê de rastî metirsiyên zêde tên. Tundiya malbatî di malan de jî gelekî belav bûye, zagonek nîn e ku jinan biparêze. Piştgiriya ji parêzgehê re têrê nake ji ber navendîbûna kar di dosyaya zagonî de giştî û mijarên jinan bi taybetî, me biryar da ji bo vê çareyan bibînin û piştgiriya wan bi qasî me dikare bikin bi jinan re kar bikin giliyên wan pêşwazî bikin. Bi nêrîna gelekan ku Îskenderiye bajarekî beravê ye û jin tê de rizgar in lê ev ne rast e, ew weke Sayîde di nakokiyan û pirsgirêkan de ji ber ku malbat jinan kontrol dikin û weke parçeyek ji şerefa malbatî dibînin li gel tundiya hevjîn, heta  niha jinan bi zorê dizewicînin.

Astengiyên li pêş jinên Îskenderiyeyê çi ne?

Pirsgirêkên jinan di kar de hene ku piraniya şîrketan bê girêbesteke fermî kar dikin û wisa hemû mafên jinan li cihên kar tên binpêkirin. Ji ber rewşa aborî xirab û pêdiviyên jinan bi dahatê bê zagon û ewlekarî jî kar dikin. Gelek jin dema ducanî bin û zarokê xwe tîne wê ji kar derdixin, ji bilî destdirêjiya li cihên kar cuda rast tên ji ber tunebûna zagonên kar ên taybet jinan biparêze û sînorekî ji danûstandinê bi jinan re daynin.

Çareseriyên ku jinan ji vê rewşê derxin çi ne?

Hişyarî di asta yekem de ye ji ber ku dema jin rastiya pirsgirêkên xwe û sedeman nas bikin dikarin mafên xwe daxwaz bikin û bigrin. Ji bo guhertina rewşa heyî divê komên dengên jinan digihîjînin aliyên pêwendîdar ava bibin. Li Îskenderiyeyê cihên paşguhxistî gelekî hene ku pê re krîzên giran rûdidin lewre xurtkirina jinan di warê aborî de dikare azadiya wan di biryardayînê de û redkirinê de çêbike. Bi riya înternetê em binpêkirinên ku tên kirin belge dikin, em baş dizanin tunebûna ewlekariyê parçeyek bingehîn ji krîzên jinan e lewre dema ewlekarî hebe alîkariya jinan bibe, bi ser dikevin û afrîner dibin.

Gelek sazî hene li ser mijarên jinan kar dikin. Hûn çawa bandora wê di asta hukmî yan zagonî de dibînin?

Mixabin sedema bingehîn a hebûna komên ciwan di karên navxweyî de ku çalakî gelekî kêm tên parêzgehê, rast e gelek sazî hene lê asta karê pêşkêş dikin têra pêdiviya heyî nake. Weke însiyatîfeke ciwan me biryar da ji bo piştgirî û alîkariya pêwîst ji wan re pêşkêş bikin em navxweyî kar bikin jinan pêşwazî bikin û guhdarî wan bikin. Ji bo saziyên hikumetê jî yek ji însiyatîfan dema dawî li jinên şahid guhdarî dikirin der barê lêgerîna jinan de piştgiriyê û dengê wan bigihîjînin aliyên pêwendîdar.

Mixabin karmendên hin saziyên hikumetê li Îskenderiyeyê xwedî hişmendî û çanda mêrsalarî ne ku binpêkirinên jinan nabînin maf didin mêran, bav û bira tundiyê li jinan bikin, hinek ji wan jî lome li jinan dikin ji ber şeklê wan ê derve, danûstandina jinan bi derdoran re yan rêbaza axaftina wan jî ev hemû mijar divê bên guhertin. Eger em bixwazin encamên cidî bigrin divê mafên xwe biparêzin û vê rewşa heyî biguherînin.