“Li ser jinên Lîbyayê zilma zagon û civakê heye”

Parêzer û çalakvana Mafên Mirovan Rawya El-Cezwî diyar kir ku jinên bi kesên xerîbre zewacê kirine ji aliyê zagon û ferasetên civakê ve rastî çewistandinê tên û got: “Jinên ku bi kesên biyanî re zewicîne û zarokên wan hene ji hemû mafên xwe bêpar dimînin.

HINDIYA AL-ASHEPY

Lîbya – Li Lîbyayê ji aliyê dewlet û civakê ve ji ber sedemên çandî û civakî, di warê qebûlkirin û redkirina zewaca jinan bi biyaniyan re yek ji mijarên herî hestiyar û tevlîhev e. Mafê jinê hîn jî tê astengkirin di hilbijartina wê yên herî hesan de. Tevî ku danayên fermî ji bo hêjmara jinên Lîbyayê yên bi biyaniyan re zewicîne tune ye, lê gelek rêxistinên mafên mirovan bi berdewamî bang li rayedarên zagonî dikin ku ji ber jin û zarok ji bavek biyanî ne ji zagonê werin bêpar kirin. Zagona Lîbyayê di derbarê dayîna hemwelatîbûnê de ji bo zarokên xwe cudahî dixe di navbera her du zayendan de ku mêrê Lîbyayê ku dema bi jinek biyanî re bizewice mafê wî tê dayîn ku him dikare bibe hemwelatî û him jî di aliyê perwerde û tenduristiyê de sûd werdigire. Têkildarî mijarê Parêzer û Çalakvana Mafên Mirovan Rawya El-Cezwî nêrîna xwe parve kir.

“Li Lîbyayê wekheviya di navbera her du zayendan de ne guncaw e”

Rawya El-Cezwî da zanîn ku wekheviya di navbera her du zayendan de heta niha li Lîbyayê pêk nehatiye û got: “Zagona ku di sala 1984’an de hatiye girtin û di sala 2015’an de hatiye guhertin cudabûna zayendî di mijara zewaca bi biyaniyan re zêde dike. Tevî ku guhertin û veguhertin divê zagonê de pêk hatiye, lê heta niha ew doz bi dawî nebûye. Piraniya zagonên Lîbyayê hîn jî bi peymanên navneteweyî yên ku ji aliyê Lîbyayê ve hatine erêkirin, ango ew aliyek ku wekheviya mafan di navbera her du zayendan de erê dike, ne guncaw e. Divê mafê jineke ji Lîbyayê bi biyaniyekê re zewicî, di çarçoveya xalên destûra nû ya Lîbyayê de were rêxistinkirin. Dema ku peymana zewacê di Daireya Rewşa Sivîl de pêk tê, Jina Lîbyayê bi biyaniyekê re zewiciye, ji pergala hemwelatiyan derbasî pergala biyaniyan dibe. Her wiha Mafên Sivîl ên malbatên Lîbyayê ya alîkariya darayî, perwerdehî û dermankirinê bin pê dikin û erkên xwe bi cih naynin.”

“Zarok ji ber ku biyanî ne nikarin pişeyê xwe bikin”

Rawya El-Cezwî diyar kir ku ew ji bo mijara zewaca bi biyaniyan re çend rûniştin û konferans organîze kirine û wiha dirêjî da gotina xwe: “Di demên dawî de ji bo pirskirêka zewaca bi biyaniyan re çend rûniştin û konferans hatine organîze kirin ku em zagona heyî sereras bikin. Piştî şoreşa 2011’an zewaca bi biyaniyan re zêde bûye. Her wiha zehmetiyên mîna penaberî û proseyên koçberiyê jî zêde bûye. Jinên ku bi kesên biyanî re zewicîne û zarokên wan hene ji hemû mafên xwe bêpar dimînin. Divê dewlet bi dayîna hemwelatiya Lîbyayê ji van zarokên sûd werbigire. Zarokên jinên Lîbyayê yên ji bavekî biyanî li Lîbyayê dixwînin, fêr dibin û dijîn xwedî li jiyanê derdikevin. Beşek ji zarokên jinên Lîbyayê ji bavekî biyanî ne di hundirê Bîngaziya bijîşkî û endezyarî de, lê ji ber ku biyanî ne tevî jehatiya xwe nikarin pişeya xwe bikin. Pirskirêka zewaca bi biyaniyan re civakî û çandiye. Mirov dikare bêje ku yasayî û siyasî nayê bi dest girtin, ji ber li Lîbyayê eşirî heye. Her wiha eşîr nahêle ku keçê wê bi eşîrek cuda re jî bizewice.” 

Yek ji wan jinên ku bi mêrêkî Misrî re zewiciye wiha rewşa ku dijî dinirxîne: “Ez bi xwe jî yekê biyanî re zewicî me. Piştî serkeftina kurê min di refa amadehiyê de bi rêjeyek bilind bi armanca tevlîbûna li zanîngehên bijîjkî girt. Lê li Lîbyayê rastî zagonê hat ku ji ber biyanî ye, nikare kolejên bijîjkî bixwîne.”