Li Mexrîbê xebata seatên zêde bandorek çawa li jinan dike?
LI Mexrîbê di navbera daxwazên kar û berpirsyarên lênêrîna malbatê de seatên zêde, pirsgirêkên zêdekirina barên rojane yên li ser jinan pirtir dibin.
HENNAT HARET
Mexrîb – Mexrîb ji sala 2018’an û vir ve bi awayekî mayînde GMT+1 bikar tîne. Rayedar dibêjin ku ev gaveke ji bo xurtkirina hevgirtina demjimêran bi hevakrên xwe yên aborî re, bi taybetî jî li Ewropayê re ye. Berê, Mexrîb li ser sîstemek alternatîf a demjimêrên havîn û zivistanê dixebitî. Ev beriya ku biryar bê dayîn ku saeta zêde ji bilî meha Remezanê di tevahiya salê de were parastin, wek îstîsna bû.
Ji ber têkçûna di rîtma jiyana rojane de bûye sedema nîqaşeke giştî
Dema ku standard GMT bi awayekî demkî ji nû ve tê sepandin, zêdekirina 60 deqeyên li ser dema fermî, ji ber têkçûna di rîtma jiyana rojane de bûye sedema nîqaşeke giştî. Di vê çarçoveyê de, nîqaş tenê li ser asta gengazbûna aborî nema. Her wiha bandora wê ya li ser tiştê ku wekî ‘edaleta demê’ tê zanîn, ango çawaniya parvekirina demê ya di nav malbatan de, berfirehtir kir.
Ev çarçove gelek pirsan derdixe holê; wek gelo ev rîtma demê nehevsengiya di belavkirina barên rojane de zêde dike? Bi taybetî jî di nav malbatan de, ku jin barê herî giran ê karê bêheqdest yê têkildarî birêvebirina jiyana rojane hildigirin.
Ji bo jinan bi taybetî zivistanê dibe barek giran
Çalakvana siyasî, sendîkavan û mafnas Fatima Afîd, bawer dike ku nîqaşa li ser saeta zêde ji biryareke teknîkî wêdetir diçe. Fatima got ku pirsên têkildarî kalîteya jiyana rojane û hevsengiya barên di nav malbatan de derdixe holê. Fatima destnîşan kir ku jin barê mezintir hildigirin û ev agahî dan: “Bi taybetî di zivistanê de, dema ku roj di tariyê de dest pê dike. Ev yek dijwarbûna organîzekirina çalakiyên rojane yên sibehê yên wek amadekirina zarokan û çûyîna ser kar jî, zêde dike.
‘Destpêkirina rojê ji kêliya yekem ve dijwar e’
Fatma li gotinên xwe zêde kir ku ev rîtma demê, dibe ku di tenduristiya giştî de jî bibe sedema xeteriyê û wiha pê de çû: “Di asta balkişandinê û enerjiyê de jî tê nîşandan. Ji ber nelihevhatina domdar a di navbera dema ferzkirî û rîtma biyolojîkî ya kesan de. Di zivistanê de, ev zehmetî diyartir dibin. Ji ber ku gelek jin di saetên serê sibê de di nav tariyê de, di navbera berpirsyariyên malbatî û daxwazên kar de dest bi roja xwe dikin.”
Samîra R ku dayîka sê zarokan e û li Dar El-beyîdaa di sektora xizmetguzariyê de dixebite, bal kişand ser tengasiyên ji ber vê sedemê derdikevin pêşiya wan û wiha vegot: “Em di tariyê de şiyar dibin û destpêkirina rojê ji kêliya yekem ve dijwar e.”
Hind. A xwendekareke lîseyê ye, destnîşan kir ku çûyîna dibistanê di zivistanê de û serê sibê, dibe sedema zehmetiyek din û wiha pê de çû: “Nemaze li hin deverên ku ronahîkirin an jî zehmetiyên veguhestinê kêm in.”
Bandorê li tenduristî û baldariyê jî dike
Şahidiyên jinan nîşan didin ku rêxistinkirina jiyana rojane du qat hewlê dixwaze. Ji ber ku jin pir caran ji bilî karên li derveyî malê, berpirsyariyên mezintir digirin ser milê xwe. Di amadekirina zarokan a sibehê û birêvebirina karûbarên malê de hemû bar li ser pişta jinan e.
Fatima Afîd diyar kir ku ev rewş bi taybet jî di nav malbatan de dibe sedema westandineke dubare û wiha domand: “Bandora demê ne tenê bi rêxistinkirina rojane ve sînordar e, di heman demê de bandorê li tenduristî û baldariyê jî dike. Bi taybetî jî, di nav zarokên ku diçin dibistanê de.”
‘Divê hevsengiyekê di nabera daxwazên aborî û rastiya jiyana rojane de ava bike’
Tevî ku sal di ser pejirandina demjimêrê ya heyî re derbas bûne jî, nîqaşa li ser wê di qada giştî de hîn jî berdewam dike. Di demên dawî de, înîsiyatîfên sivîl derketine holê da ku îmzeyan berhev bikin û daxwaza nirxandina vê biryarê bikin. Di çarçoveya mekanîzmayên beşdariya welatiyan ên ku ji hêla destûrê ve hatine peydakirin.
Fatima Afîd diyar kir ku ev înîsiyatîf hişmendiya civakî ya zêde û xwesteka beşdarbûna nîqaşên li ser polîtîkayên giştî yên ku bandorê li jiyana rojane ya welatiyan dikin, nîşan didin. Fatima her wiha tekez kir ku her nîqaşek li ser demê divê ne tenê bi mijarên aborî ve sînordar be û wiha bi dawî kir: “Divê aliyên tenduristiya derûnî, fîzîkî û hevsengiya jiyana malbatê jî li ber çav bigre. Divê polîtîkayên demê hevsengiyekê di nabera daxwazên aborî û rastiya jiyana rojane de ava bike. Bi taybetî jî ji bo kesên ku zêdetir bandor dibin, mîna jin û zarokan.”
Kampanya hat destpêkirin
Di Adara 2026’an de, Mexrîbê şahidiya kampanyayek berfireh kir. Li ser platforma dîjîtal, bi daxwaznameyek dest pêkir û gelek deng veda. Di kampanyayê de hat xwestin ku demjimêrên zêde yên werza havînê bên betalkirin û li dema standart vegerin. Daxwaznameyê zêdetirî 300 hezar îmze kom kir. Tê de bertek û nerazîbûna berfireh a civakî ya li hember berdewamiya dema havînê nîşan da.
‘Zarok di tariyê de ji malên xwe derdikevin’
Îmzekar û çalakvanan anîn ziman ku demjimêra zêde bandorek neyînî li tenduristiya fîzîkî û derûnî dikir û ev agahî dan: “Ji ber ku di demjimêra biyolojîk de astengiyan çêdike. Ji bilî bandora wê ya li ser serkeftina akademîk û berhemdariya pîşeyî ya xwendekaran. Bi taybetî jî, ji ber ku zarok di tariyê de ji bo xwendinê ji malên xwe derdikevin.”